=KTML_Bold=Karwanseraya Şa Ebbasê Bêstûn=KTML_End=
Kerwanseraya Şa Ebbas yek ji şûnwarên bêhempa yên kom şûnwarên#Bêstûn# ê ye ku li ser rêya kevin a Kirmaşan-Hemedanê hilkefitiye.
Karwansera ku rûbera wê 6 Hezar metre çargoşe ye, bi şêweya karwanserayên serdemê Sefewiyan hatiye çêkirin. Çêkirina vê karwanserayê bi fermana Şah Ebbasê yekem ê Sefewiyan dest pê kiriye û bi hewldana Şêx Elî Xan ku li ser nivîsa li ser serê karwanserayê jî xuya dike, bi dawî bûye.
Ev karwanseraya di serdema Nasredîn Şahê Qacar de hatiye nûkirin û di serdema paşatiya Pehlewiyan de bûye embara genim. Piştî damezrandina Komara Îslamî ya Îranê, bo heyama 17 salan bûye girtîgeh û piştre ji aliyê Saziya Mîratê ya Çandî ya Kirmaşanê ve hatiye wergirtin û nûkirin.
Vê karwanserayê çar zîndanên wê hene û li her aliyekî du platformên kevirîn û heft bircên kerpîçan hene û li ser çar dorhêlên derve yên çar bircên ku tenê du ji wan mane, hatiye avakirin. Di sala 2014'an de biryar hate girtin ku şûnwarê han yên dîrokî veguherînin bi oteleke geştyarî ya kevneşopî ya pênc stêrk ku dikare 100 mêvanan bihewîne.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 354 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!