=KTML_Bold=Pira Bêstûn=KTML_End=
Pira #Bêstûn# ê li ser çemê Dîneweriyê hilkeftiye û bi çend navên din wek Pira Şa Ebbasî, Pira Sefewî, Pira Kevin, Pira Nadirava û Pira Dînewerî tê naskirin. Dirêjahiya vê pirê 144 metre ye û di dawiya serdema Sasaniyan de hatiye çêkirin. Û tê gotin ku bi fermana Xosrew Perwîz hatiye çêkirin.
Li gorî lêkolînan, stûnên pirê di dawiya serdema Sasaniyan de hatine çêkirin û mîna gelek asewarên Sasaniyan koma Bêstûnê ne temam mane û di sedsala 11'an a zayînî de, wate 4 sedsalên piştî hilweşîna Sasaniyan, ev pira han temam bûye. Çavê pêncemîn ê pirê di serdema Îlxaniyan de hatiye nûkirin û dîsa di serdema Sefewî û Pehlewiyan de hatiye nûkirin.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 249 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!