Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,085
Bilder 104,939
Bøker 19,371
Relaterte filer 97,697
Video 1,402
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Mîrnişîna Erdelan, desthilatdariya herî demdirêj a Kurdî
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîrnişîna Erdelan, desthilatdariya herî demdirêj a Kurdî

Mîrnişîna Erdelan, desthilatdariya herî demdirêj a Kurdî
=KTML_Bold=Mîrnişîna Erdelan, desthilatdariya herî demdirêj a Kurdî=KTML_End=

Di dîroka nû ya Kurdî de, Mîrnişîna Erdelan wek yekemîn desthilata Kurdî tê danîn. Li gor gelek ji çavkaniyên Dîrokî, desthilata Mîrnişîna #Erdelanê# bo salên 1169 – 1862`an a mîladî vedigere. Her li gorî vê dîrokê, di her du qonaxên dîrokê yên sedsaliya navîn û dîroka nû de, Mîrnişîna Erdelanê desthilata herî bi temen a Kurdî bû. Di vê heyamê de jî nêzî 85 kesan ji endamên malbata Erdelaniyan gihêştine desthilatê û rola xwe ya dîrokî dîtine.
Derbarê dîroka derketina malbata Erdelaniyan û damezirandina Mîrgeha wan (Baba Erdelan) nerînên cuda hene. Meimûn Beg kurê Bîge Beg (1496-1538)`an Yazdehemîn Mîrê Erdelaniyan, bal kişandiye ser wê yekê ku Baba Erdelan damezirînerê mîrgehê nebûye, berî wî jî çend endamên malbata wan desthilatdar bûn lê Baba Erdelan ew kese ku di dawiya sedsala navîn de desthilateke xwecihî ya siyasî bo wê malbatê damezirand.
Ji aliyê xwe Mihemed Emîn Zekî Beg Baba Erdelan weke damezirênerê hikûmeta Erdelan daye zanîn. Ew dibêje dema êrîşa Cengîz Xan de ku Cengîz dest bi ser navçeyên Şarezûr û Erdelanê de girt, li ser fermana Cengîz Xan, Baba Erdelan weke desthilatdarê navçeya xwe ma.
Emanulla Xan ê Erdelan
Ji aliyê din ve eger dîroka vê malbatê û Mîrên Erdelan bo demek dûr an jî nêzîk vegere, tiştekî ji vê rastiyê kêm nake ku kesek bi navê Baba Erdelan, bûye nasnavê wê malbata xwedi dîrok û damezrênerê vê mîrgehê bû. Herweha ew kes di serdema Sasanî û Ebbasiyan de nebûye,ji ber ku çavkaniyên resen behsa hebûna kesekî bi navê Baba Erdelan nakin. Ji ber wê ew kesê bi navê Baba Erdelan hat naskirin di rastiyê de navê wî Xesrew Xan bû û derdora sala 1169`an desthilatdarê navçeya Şarezûr û Hewraman bû. Faktora ku alîkariya derketina wî kesî kir ku fermandariya navçeyên Hewraman û Şarezûr bike, peywendiya wan navçeyan li gel dewleta Eyûbiyan bû li Mîsir û Şamê di navbera salên 1146- 1190 ku ji aliyê Sultan Selahedîn Eyûbî ve dihate birêvebirin.
Her ji ber wê di dema desthilatdariya Eyûbiyan de li navçeyê, derfet bo derketina Baba Erdelan û malbata wî çêbû ku bikare desthilateke nîvserbixwe di nava dewleta Eyûbiyan de ava bike. Ev desthilat girêdayî Eyûbiyan bû û di dema desthilata xwe de Kelha Zelimê li navçeya Hewramanê ava kir, ew kire paytexta desthilata xwe û heta ku di sala 1208`an de koça dawiyê kir, dest danîbû ser navçeya Şarezûr û serkêşiya Mîrektiya Erdelan dikir.
Piştî wî kurê wî bi navê Killoll li cihê wî rûnişt û di salên 1208- 1231`ê de desthilatdarî kir. Di serdema wî de desthilata vê Mîrektiyê gihaye Seqiz, Zerîn Kemer, Gerûs, Siyako û Kelha Hewlêrê.
Mîrgeha Xesrew - Cîhê desthilatdariya Xesrew Xan ê Erdelan
Di serdema wî mîrî de êrîşa Moxolan gihaye Kurdistanê û navçeya Erdelan. Wî mîrî siyasetek daye meşandin ku navçeya di bin destê xwe de ji talan û wêrankirinê biparêze. Her ji ber wê xwe nêzî desthilata Moxol kir û baweriya wan bidest anî ku êrîşî ser herêmên di bin destê wî de nekin.
Dema ku Kolloll koça dawiyê kir, kurê wî Xidir li şûna wî rûnişt û di nava salên 1231- 1264`an de desthilatdarî kiriye. Ew bi yek ji mîrên bexşer (destvekirî) û jêhatî tê naskirin û dibêjin di serdema wî de aramî û ewlekarî li navçeyê hebû.
Piştî Xidir kurê wî bi nave Elyas cihê wî digre û di navbera 1264- 1310`an de desthilatdar bû. Ew jî wekî bavê xwe kesekî bexşer û dadmend bû.
Piştî Elyas kurê wî bi nave Xidirê Duyem di navbera 1310- 1345`an de desthilatdar bû û navçeyên Koye, Herîr, Hewlêr, Rewandiz û Amêdî li Başûrê Kurdistanê jî xistin bin destê xwe.
Helo Xan yek din ji wan mîrên jêhatî bû ku Kelha Zelim li navçeya Hewramanê kire paytexta xwe, piştî wî kurê wî Xan Ehmed Xan bûye mîr û sala 1634`an de Sine kiriye paytexta xwe.
Paşmayê Keleha Heloxan
Di encama peymana Zehaw a sala 1639`an de hêza vê mîrgehê kêm û lawaz bû.
Kelhên Hesenawa, Pilekan, Kelha Merîwanê ji bajarên giring ên mîrgeha Erdelan bûn.
Çavkanî
Çerdeyek Le Mêjûy Kurd – Dr. Keywan Azad Enwer – Silêmanî 2021
Mîrnişînên Kurdî yên Rojhilat – Nûşîrvan Mistefa Emîn – Silêmanî 2006
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 287 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 04-01-2024
Koblede elementer: 8
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 23-07-2023 (1 År)
Bok: History
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 04-01-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 04-01-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 04-01-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 287 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.18 KB 04-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,085
Bilder 104,939
Bøker 19,371
Relaterte filer 97,697
Video 1,402
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Kjønn - Kvinne Biografi - Nasjon - Kurd Dokumenter - Provinsen - Sør- Kurdistan Bibliotek - Provinsen - Utenfor Dokumenter - Provinsen - Norway Biografi - Person type - Writer Biografi - Person type - Story - forfatter Biografi - Person type - Writer? Artikler - Dokumenttype - Oversettelse

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.234 andre!