Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,992
Bilder 104,849
Bøker 19,332
Relaterte filer 97,568
Video 1,401
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (186): Gundê “Mist’eşûra” desteserkirin û vêrgî û qutkirina daristanan, birîndarbûna sivîlekî bi teq
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (186): Gundê “Mist’eşûra” desteserkirin û vêrgî...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (186): Gundê “Mist’eşûra” desteserkirin û vêrgî...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (186): Gundê “Mist’eşûra” desteserkirin û vêrgî û qutkirina daristanan, birîndarbûna sivîlekî bi teqîna bombeyekê, birîndarbûna zarokina li Bajarê “Tilrif’etê”, girtinên bêsûcane, qutkirina daristanan.

Bi hewildanên “Şêx Ûsame Elrîfa’î” serokê “Encûmena Islamî ya Sûrî – Istenbûl” û bi rêdanekê ji milîseyan ve, komîteyeke dadgehkirina rewayî” hate çêkirin, da ku binpêkirin û tewanên ku pê “Mihemed Elcasêm (Ebû Emşe) – serkêşê Milîseyên Firqit Elsilêman Şah” hatiye tewanbarkirin bişopîne, û gizgizî û nakokiya di navêna wî û giropa “Odeya El’ezim” de çareser bike, û ne ji bo mafên xelkê “Şiyê” û gundên wê yên ku kiryarên kirêt di dermafê wan de hatine kirin vegerîne; Komîte li 16.2.2022an Z bi kaxezekê derket, tê de mikûr dike ku bînerdar û gilîpêşkêşker tûşî gef û guran hatine, “dozên” ku li dijî “Elcasêm” hatine rakirin diçespîne, û bidûrxistina “Ebû Emşe” û hin hevalên wî ji istubariyên ku pê hatine hilpesartin daxwaz dike; Ji ber wê jî devavêtin di nav hevrikan de hate nûkirin, ta ku Istîxbaratên Turkiyê (xwediyê gotina dawiyê) – li gor alavine ragîhandinî yen xwecihî – destêwerdan kirin, da ku “El,emşe” di ciyê wî de bimîne, û doseya giliyên li dijê vebûne jî were girtin.
Vaye li jêr jî hin binpêkirin û tewanên hatine kirin:
= G. “Mist’eşûra”:
“G.”Mist’eşûra” – N.Mabeta.”
Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /15/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /65/malan pêkhatî ye, li berî dagîrkeriyê dora/400/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê dora/35malbat=125nişte/li gund man, û dora/10malbat=60nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” ên ku Mala “Ehmed Ezîz” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî gund desteser dikin; Dest danîn ser malên hemwelatiyên ku bi zorê hatine koçberkirin; Û tiştmiştên wan malên dest danîne ser, û ji malên din jî xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn, û herweha guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî dizîn.
Û weha jî dest danîn ser avahiya Guvêşgeha zeytûna ya “Hec Mistefa Mistefa” û kirin navenda bazirganiya êzingan, û /50%/vêrgî li ser berhema dora /4500/darî zeytûn, gûz, simaq û tirî yên malbatên koçberbûyî “Hemûş, Mistê Gulê, Mistê Kerê” ferz dikin, û weha jî /5-15/% li ser werzên (mûsim) ên hemwelatiyên mane.
Herweha cîgehên dîrokî “Qişlê – Başûrê gund, Hêrik – Rojhilat û Bakurê gund” ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan kolan û tevdan, û ji bo êzingkirin û bazirganiyê, daristanên sindiyan û sinoberê yên xwezayî yên li dor gund “Şeqdirêj, Cirnê Dodim, Riya Goristanê…” bi alav û acetên giran, bi rengekî nêzegiştî qut kirin.
Û pîkaba Kiya ya “Mihemed Hemo”, dema ku li Berfenbara 2020an, li nêzîk Nexweşxana Dêrsim û li rex rêbendeke çekdar sekinîbû hate dizîn.
Û xelkê gund rastî rengereng binpêkirinan hatin, ji revandinê de bigir ta girtinên nesûcane, işkencekirin, peresitandin û hin din; Dora bîstan hatin girtin û baceyên diravî li ser hatin ferzkirin, jê “Ebid Elhemîd Mistefa kurê Hec Mistefa/40/sal” – yê ku ji Havîna 2018an Z ve zorane hatiye veşartin û piştî sê salan hatiye berdan, û makîna wî jî jê hatiye standin.
= Teqîna bombeyeke zemînî bi hemwelatiyekî de, dema ku vedigerî cîwarên xwe:
Li Roja Duşemê 14.2.2022an Z, bombeyeke zemînî ji bermayên şer, di navêna gundên “Soxanekê û Kîmarê” de – Çiyayê Lêlûn/Şêrewa, bi hemwelatî “Mistefa Mistefa Ereb/53/sal” ji xelkê Bajarê Efrînê de teqiya, di dema ku ew di riyên bi dizî re ji Heleb vedigeriya Efrînê, ji ber ku hemî derbasgehên di navêna herdu bajaran de ji aliyê Dagîrkeriya Turkiyê ji alîkî ve, û Rijîma Sûriyê ji aliyê din ve girtî ne; Û di encamê de pir birîndar bû, lingê çepê di bin kabê re qut bû, ziyaneke mezin jî gihîşte destê rastê, û niha di nexweşxaneyeke Helebê de tê dermankirin.
= Topebarankirina B.”Tilrif’etê” û birîndarbûna hin sivîlan:
Li Roja Sêşemê 15.2.2022an Z, di çarçewa pevçûnên di navêna herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê û herêmên Dagîrkeriya Turkiyê de, Artêşa Turkiyê li piştî Nîvro û bi Şev B. Tilrif’etê yê tijî Koçberên Efrînê bombebaran kir, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn, û jinek û çar zarok “Nîroz Mihemed Çelebî/38/sal, Îbrahîm Mihemed Ebdo/6/sal, Sîpan Mistefa Bekir/9/sal, Elî Ebdo/13/sal, Zîlan Arêf Qasêm/8/sal” ji xelkê Efrînê tonbiton birîndar bûn.
“Zarokine birîndar li B.”Tilrif’etê”.”
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji dora meh û nîvekî ve Hemwelatî “Mihemed Hemo kurê Mihemed Çavreş/57/sal” ji xelkê Gundê “Çiyê” -yê li B.Efrînê rûniştî û li Taxa Eşrefiyê dîkanê tişmiştên malan vekirî- ji aliyê “Asayêşa Sivîl li Reco” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, piştî lêvegera wî ji biryargeha asayêşê re, di çarçewa lêkolînên ku bi /25/malbatên ku gilî pêşkêş kirine û dixwazin vegerin gundê xwe de, gundê ku bi sedema avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî tê de ji Avdara 2018an ve, ji hemî nişteciyên xwe hatiye valakirin.
– Li 9.2.2022an Z, Hemwelatî “Mehmûd Reşîd Ebdo” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta (yê ku li B.Efrînê – Taxa Eşrefiyê rûniştî), bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re; Û li 13.2.2022an Z, piştî ferzkirina sezayine diravî û reşwetên mezin li ser hate berdan.
– Li 12.2.2022an Z, Hemwelatî “Ezîz Mihemed Me’imo/30/sal” ji xelkê Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê, ji aliyê Rêbenda Ewlehî ve (ya li Derbasgeha Efrînê – Taxa Mehmûdiyê), li dema ku ji bajêr vedigerî gund, û bo Biryargeha “Siyasiyê – Istîxbaratên Turkiyê” hate birin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– Li 13.2.2022an Z, Xort “Nêçîrvan Emîn Menan /30/sal” ji xelkê G.”Gemrûkê” – N.Mabeta – yê li B.Istenbûlê rûniştî, ji aliyê Ewlehiya Turkî ve, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, û bi gerantiyeke diravî li 16.2.2022an Z hate berdan.
– Li 16.2.2022an Z, Hemwelatî “Şakêr Şêxo Şêxo/35/sal” ji xelkê Gundê “Celemê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Milîseyên “Feyleq Elşam” ve, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye.
= Wêrankirina daristanan û qutkirina daran:
Bi beramberkirina du wêneyên ku ji aliyê Gogêl Êrs ve (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), ji daristaneke îhracê re( ye ku li sala 1980 Z li Cîgeha “Deveyol= Merwaniyê” – Navça Cindirêsê, bi rûberiya dora/50/î hiktarî hatiye çandin), em dibînin ku rêjeya qutkirinê ji wê daristanê re ji bo êzingkirin û bazirganiyê 40% derbas dike, û bi taybetî jî ku ji dora du sal û nîvan ve û ta roja îro qutkirin berdewam e.
“Du wêneyên daristana Cîgeha “Deveyûlê=Merwaniyê” – N.Cindirêsê, li (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).”
Û herweha jî di navêna du wêneyên daristaneke îhracê de (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê) ye li sala 1980 Z li Cîgeha Çiyayê Hemamê – N.Cindirêsê hatiye çandin, tê xuyakirin ku çawa dora /8/hiktaran ji wê daristanê ji bo avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî hatiye rêşkirin.
“Du wêneyên daristaneke Îhracê – ye ku li sala 1980 Z li Cîgeha Çiyayê Hemamê – Navça Cindirêsê hatiye çandin, li (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).”
Û ji aliyekî din ve, li vê dawiyê milîseyan /20/ darên zeytûnê yên temenmezin ên Hemwelatî “Fayêq Sîdo” li Gundê “Qîlê” – N.Cindirêsê, bi şêwakî bêwijdan û hovane qut kirin.
= Tevlihevî û serberdayetî:
– Li 15.2.2022an Z, giropeke çekdar di otombîlekê de bû, tibabeke sergirtî ji teqîneran -weke ku baqir be- dan zarokine anîndeyan en ku li Gundê “Qijûma” – N.Cindirêsê di komkirina hesinmesinên çekirî de kar dikirin, û dema ku wan ew vekir, bi wan ve teqiya, û sisê ji wan birîndar kirin.
– Alavine ragîhandinî yen rikber en xwecihî nûçeyek li ser kuştina “Meysa’i El’ubêd – a di dehsala xwe ya sisiyan de” li navenda Navça Şiyê belav kir, û diyar kirin ku ew ji anîndeyan e û hewiya keça “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” ye, û weha jî wêneyek ji rapora bijîşkê rewayî belav kir; Rapor di 11.2.2022an Z de hatibû terxandin, û aşkere kiribû ku terma wê di “Nexweşxana Leşkerî ya Turkî” li Cindirêsê de ye, û birînin derbasbûyî di sîng de û hin din kûr jî di serî de hene.
Binpêkirin û tewanên ku li Efrînê dibin ne tenê di “Ebû Emşe” û hevalên wî de dorpêçkirî ne, ew bi rengekî fere ji aliyê hemî milîseyên bi Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ve girêdayî û bi ser Turkiyê ve, di bin serpereştiya istîxbaratên wê de têne kirin, û çêkirina komîtan, redkirina hin zordariyan, hin çalakiyên cîlawkirinê û daxuyanên nerast nikanin wan tewanan veşêrin û bincil bikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 421 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Koblede elementer: 70
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 20-02-2022 (2 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 10-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 421 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,992
Bilder 104,849
Bøker 19,332
Relaterte filer 97,568
Video 1,401
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Nasjon - Kurd Dokumenter - Provinsen - Sør- Kurdistan Bibliotek - Provinsen - Utenfor Dokumenter - Provinsen - Norway Biografi - Person type - Writer Biografi - Person type - Story - forfatter Biografi - Person type - Writer? Artikler - Dokumenttype - Oversettelse Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.562 andre!