Hemereşîd Xanê Bane ji çekdarek yaxî ve heta jeneralek bi rûmet - beşa 1em
Leyla Zemanî
Her wek hûn agehdar in şerê cîhanê yê duyem li sala 1939 dest pê kir û heta 1945an pê çû. Ew şere bû sedema wê ku beşeke zêde ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Soviyeta berê û Birîtaniyayê ve bêne dagîrkirin. Her di wê serdemê de bû ku Riza Şah dev ji desthilatdariyê berda û Îngilîsan ew neçar kir ku Îranê bi cih bihêle û ji Îranê dûr xistin û li şûna wî kurê wî wate “Mihemed #Riza Şah# ” li ser textê paşatiya Îranê danîn.
Wêne: Hemereşîd Xanê Bane
Di serdema guherinkariya desthilata di Îranê de, ji Riza Şah ve bo Mihemed Riza, li hemû navçeyên Îranê ew boşayiya detstilatê hate sehkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê serok eşîre û serok tayfeyan beriya her kesî seh bi wê yekê kirin ku ji ber jinavçûn û lawazbûna desthilata navendî, dikarin beşek ji daxwazkariyên xwe bîne ber behsê û navçeyên bin desthilata xwe berfirh bikin û hêzên xwe zêde bikin. Di serdema Riza Şah de beşeke zêde ji serk eşîrên Kurdistanê kevtibûne girtîgehê. Bi taybet ew kesên ku hest û bandorên netewî hebûn. Kesên wek “Heme Reşîd Xan, Qadirxan Zade, Mehmûdxanê Dizlî û Mehmûdxanê Sananî” ji wan kesan bûn ku kevtibûne bendîxaneyê.
Wêne: Hemereşîd Xan di hevdîtina bi Ebdulkerîm Qasim re
Piştî wê ku Riza Şah ji Îranê tê dûrxistin û kurê wî tê ser kar, bêhnvedanek di tevahiya Îranê de tê holê. Ewa dibe sedema wê ku ertêşa şahê Îranê rastî alozî û lawaziyê bê. Beşek zêde ji serok erkan û binkeyên lşkerî (padigan) û çekdarên Îranê ji ber nebûna fermanek navendî ve rastî terkeserî bibûn, wê rewşê wisa kiribû ku xelkê asayî li navçeyên wek Kurdistan, Loristan û Xurasan û gelek navçeyên dinê yên Îranê êrîşî ser padigan û leşkerên dewleta şahenşahiya Îranê bikin.
Sedema sereke ew bû ku dewleta Riza Şah, di navçeyên ne navendî û navçeyên ne Fars de, tundûtîjiyek gelek zêde nîşan dabû. Lewam di navçeyên wek Xurasan, Ehwaz û Kurdistanê û ew navçeyên sînorî de, dilê xelkê ji hikûmeta navendî pir bû, bi taybetî rêberên xelkê û serok eşîre ku hestek netewî jî hebûn, ji rejîmekê ku xwe dabîn kiribû bo wê ku tev makên nasnamesazên wan netewan ji nev bibe û kesayetiyên wan ên bi bandor bixe girtîgehan daxdar bûn. Ji ber wê yekê piştî vêdebirina Riza Xan, wan dest avêtin bi hin hereketan.
Hemereşîd Xan û komek ji çekdarên wî li bajarê Seqizê
Li Rojhilatê Kurdistanê piştî wê ku xelk û serkok eşîreyan hest bi lawaziya hikûmeta navendî kirin, bi hemû awayekî yekîtî û yekdengiyek di navbera eşîre û tayfeyan de hate şikilgirtin. Serok eşîrên navçeyên Bane, Merîwan û Hewramanê hevdîtin kirin û li ser daxwazkariyên xwe û xelkê Kurd danûstandin kirin. Xelkê xwe û kesên ser bi xwe çekdar kirin û bi taybetî serok eşîrên Merîwanê û Hewramanê di bin fermandehiya “Hemeriza Xanê Merîwanî û Mehmûdxanê Kanîsananî û Mehmûdxanê Dizlî” de xwe rêk xistin. Wan xwe dabîn kirin û dest bi ser navçeyên derdora bajar û gundan de girtin û heta hêzên xwe amade kirin bo wê ku biçine nav bajarê Sine û vî bajarî mezin jî azad bikin.
Wêneya Hemereşîd Xanê Bane digek komek xelkê li gundê Şîwe Guwêzanî yê Çemê Şilêr ê ser bi bajarê Pêncuwênê li sala 1959!
Ji aliyek dinê ve li navçeyên serweyê Sine û Hewraman û Merîwanê, wate li navçeya Bane Hemereşîd Xan û xan û desthilatdarên din ên navçeya Merîwan û Hewramanê ku hestek netewî hebûn, ji xeynê wê ku dixwastin navçeyên wan di bin destê wan de bin, xwastek nasiyonalîstî û netewî anîne holê. Wan daxwaza wê yekê dikir ku Kurdistanek serbixwe pêk bînin. Diyar e hem Hemereşîd Xan û hem ew xanên dinê ku pê re hevpeyman bûn, bi hev re biryar dabûn ku Kurdistan û nemaze Rojhilatê Kurdisstanê serbixwe bikin. Wan rewşa navneteweyî û siyasî baş fam kiribûn ku divê ew piştgiriyek navneteweyî ji bo xwe bibînin û dizanîn ku bi bê pêwendiya bi yek ji hikûmetên desthilatdar re nikarin projeyên xwe cî bi cî bikin.
Hemereşîd Xan û Mela Mistefa Barzanî
Bi wê mebestê Hemereşîd Xan û xanên din ên Hewraman û Merîwanê, daxwaz ji welatê Birîtaniyayê kirin ku bi wan re civînê bikin. Nûnerên vî welatî bi taybet efser û piledarên wan ku li bajarê Sine nîştecih bûn bi neçarî ve razî bûn ku digel wan kesan wek nûnerên Kurd civînê bikin û guhdarê daxwaziyên wan bin. Gotûbêja Hemereşîd Xan û heyeta hevalên wî bi efserên Îngilîsî re li bajrê Sinê deh roj pê çû. Di encamê de piştî wê ku di wan deh rojan civînê de Hemereşîd Xan û alîgirên wî, daxwaziyên xwe wek daxwaziyên netewa Kurd bo bi fermînasandina welateke serbixwe bi navê Kurdistanê bi efserên Îngilîsî re ragihandin, berpirsên Îngilîsî jî bi bê wê ku bersiva rasterast bi daxwaziyên Hemereşîd Xan û heyeta pê re bidin, wan ev mijar hilgirtin û di pêş de bi fermandarên payebilind ên ertêşa Îngilîsê ku li Bexdayê bi cih bû bînine ber behsê.
Ev gotarê dom heye…
[1]