Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler
  530,996
Bilder
  107,562
Bøker
  20,010
Relaterte filer
  100,959
Video
  1,471
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
303,155
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,915
هەورامی 
65,847
عربي 
29,357
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,077
فارسی 
8,979
English 
7,418
Türkçe 
3,605
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,483
Pусский 
1,133
Française 
336
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Gruppe
Norsk
Bibliotek 
9
Biografi 
3
Artikler 
1
Dokumenter 
1
MP3 
323
PDF 
30,524
MP4 
2,395
IMG 
196,596
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpe...
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Biografi
Azad Karimi
BERFA SOR
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

BERFA SOR

BERFA SOR
#BERFA SOR# , yekem romana #Mehmet Dicle# , di sala 2023an de, ji nav weşanên Weşanxaneya ZÎZê derket pêşberî xwendevanên kurdî. Di wêjeya kurdî de, berîya vê romanê em nivîskarê wê bi kurteçîrokên bi navên Asûs(Tevn, 2005), Nara (Avesta, 2010), Ta (Avesta, 2014) nas dikin.
Ji ber ku behsa me ne li ser kurteçîrokên wî yên ku di nav kutreçîrokên kurdî yên hemdem de xwediyê cihekî girîng û balkêş in, em ê li ser kurteçîroknivîsariya wî ranewestin lê em ê di vê kurtenivîsê de berê xwe bidin berhema navborî :Berfa Sor.
Di vê berhemê de seqayekî wisa pêkhatîye ku hê di hevokên rûpela yekem de, xwendekarî radikşîne nav mitale, coş û tirsê û wisa jî di nav rûdanên sosret, rewş û bûyerên xwezayî, hêvîyên di dilan de tên çandin; tehma jîyanê didi dilê mirovî de germ û xweş dibe.
Nivîskar, li welatekî ku mîna yek ji lehengên romanê –Sadiqê Ûsê- ji ber nakokî û şerê bi salan e li dar e, ji siya xwe ditirsin, bi wêrekîyeke rewşenbirî û pêre jî bi hunereke afirînerî pênûsa xwe hildaye dest. Nivîskar dilê xwe ji êşa civakê re vekiriye û bi nêziktêdayineke rasteqîn deqên xwe heta jê hatiye estetîze kirîye. Û her kesê di civakê de bi taybetmendiyên xwe û carcaran bi vegotineke qerfî hildaye dest ku ev jî vegotinê estetîze dike.
Jixwe nivîskarî ew e ku, mirov tiştên ku her kes dizane lê her kes nikare qal bike yan nizane qal bike ye. Mehmet Dicle, bi berpirsiyariya endam û nivîskarê welatekî birîndar, miletekî bindest tevgeriyaye û rista xwe yî rewşenbîrî leyistiye.
Mîna di çîrokên xwe de kirîye ku navê berhema çîrokan a yekem jî ev e: bi navê “Asûs” warek ji xwe re ava kiriye ku ev “war” mastaraya welêt e û di vî warî de pêvajoyeke dirêj ji rabirdûyê bi dik û kêlîyan bi hev ve girêdaye. Di nav deqên romanê de, em mîna temaşeyên okestrayekê, li axîn û zêmarên li ser jîyana mirovên vê xakê hatine qêrîn guhdarî dikin. Di sembolîzekirina Aram qira berî sed salekê ku hestiyên ji ber vê qirê mayî axa me, hişê me, bîra me û dilê me dagir dikin. Ne tenê dagirkirin ku xew li me diherimînin.
Berfa sor jî bi ser de bibare, goristanan jî xera bikin, bikin xanî jî; axîn û zêmarên ji sed salan bi vir ve tên di guhê me de dikin çingînî, bîra me dikolin û dilê me diêşînin ku xew bi çavan nakeve. Bi sembolîzekirina “dara gilyazê” ku piştî çûna Binevşê di hewşa malê de hatîye çandin, bi Aram re êdî xew nakeve çavên Şerbetê, dayika Binevşê jî.
Heke roman dîroka vegotî be, Berfa Sor me dibe rûpelên kevn ên dîrokê û berê me dide rabirdûya me: dibêje, xwelî li serno, binerin, bibînin, çi bi serê we hatîye, çi bi we kirine, we çi bi kesên dî kiriye?…
Erê tu huner nikare pirsgirêkên civakê çareser bike, jixwe risteke wêje û hunerê nîn e lê ew dikarin rastîyan li ber çavan raxin û bibin sedema ramanê û şiyarbûna hişê kevizgirtî û pêre jî dilên qeşagirtî bihelîne, germ bike.
Di Berfa Sor’ de, wateya dîrokê bi kes û bûyeran şênber kirîye: Aram, Şêx Fexrî, Selîmê Postacî, Xeloyê Macir, Saloyê Qatircî, Filît û wisa jî Goristana Zarokan, Dara Gilyazê.
Hemû hêmanên romana xwe bi teşeyeke serketî bi hev ve hunandine û pergalek ava kiriye, pergaleke vegotinê. Carinan wisa tîr vegotîye ku mirov dibêje nivîskar xwe jibîr kiriye ku romanê dinivîsîne, jê were ku weke berhemên xwe yên berê çîrokê dinivîsîne. Zimanê edebîyatê hestî ye, ev yek di romana Berfa Sor de bi hosteyî hatiye bikaranîn. Tevger û rewişta lehengan him bi demê re, him bi rûdanên hawîrdor re biaheng e. Ziman, têr e, jidil e. Bi çanda kurdî ango bi biwêj û gotinên pêşîyan hatiye xemilandin.
Ziman ne tenê ji bo ragihandinê bikar aniye/vegotiye, her weha ziman ji bo drametîzekirinê jî bikar aniye. Rewşên ji hev cuda(qira ermenan, serhildanên kurdan, têkoşîna gerîlla) li ser dika romanê li dû hev rêz kirine.
Gregory JUSDANS, dibêje; wêje, rojnivîska neteweyekî ye, çîroka rabirdû, niha û dahatûyê ye. her weha hesta neteweyê, hemwelatiyê, bawerî û piştevaniyê hêsan dike. Bi min Berfa Sor, mîna ku nivîskarê navborî gotî, peywira xwe di vê wateyê de xweş kiriye.
Mikhail BAKHTİN dibêje; roman, li ser curbecuriya gotinên civakî û dengên şexsî sazkirineke hunerî ye.
Di Berfa Sor de, bi gotina civakî ya curbecur û bi dengên kesane okestrayek hatiye sazkirin û dinav kompozîsyonekê de hest û raman hatine vegotin.
A.Ömer TÜRKEŞ dibêje; mekan, seqaya vegotinê diyar dike. Xwendevan, dema ku bûyer diqedin û kes/leheng ji dikê derdikevin jî ev seqa birik dewam dike.
Di romana Berfa Sor de, hemû lehengên romanê bimrin an ji ser dikê biçin jî seqaya Asûsê dê bi Meqesa Zêrîn, bi Îstasyona Trênê, bi Goristana Zarokan, bi hewşa Dara Gilyazê tê de çandî û dûre bi tirba(gora) Dara Gilyazê tê de hatiye danîn dê vegotina xwe bidomînin. Heta hetayê heke azadî, bextewarî li vî welatî şîn bibe jî divê ev vegotin bidomin û neyên jibîrkirin.
Mîna ku Marx jî gotiye; “ min hemû zanînên xwe, ne ji ansiklopediyan lê ji berhemên BALZAC fêr bûme,” Berfa Sor jî wisa vegotineke dîrokî ye di heman demê de û mîna ku nivîskarê Meksîkî Carlos FUENTES jî gotiye, “huner derewên dîrokê paqij dike” vegotina Berfa Sor, belgeyeke dîrokê ya rastiyan e ku dê di dahatûyê de derewên dîrokê paqij bike.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 58 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovaradilop.net/ 12-04-2024
Koblede elementer: 2
Bibliotek
Datoer & Events
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-04-2024 (0 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Nord Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 96%
96%
Lagt inn av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 12-04-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 13-04-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 13-04-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 58 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Azad Karimi
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler
  530,996
Bilder
  107,562
Bøker
  20,010
Relaterte filer
  100,959
Video
  1,471
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
303,155
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,915
هەورامی 
65,847
عربي 
29,357
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,077
فارسی 
8,979
English 
7,418
Türkçe 
3,605
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,483
Pусский 
1,133
Française 
336
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Gruppe
Norsk
Bibliotek 
9
Biografi 
3
Artikler 
1
Dokumenter 
1
MP3 
323
PDF 
30,524
MP4 
2,395
IMG 
196,596
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Nasjon - Kurd Biografi - - Khanaqeen Biografi - Kjønn - Kvinne Biografi - Education level - Biografi - Education level - Master Biografi - Dialekt - Kurdisk - sorani Biografi - Place of Residence - Diaspora Biografi - - Yes Biografi - Political trend - Nationalist

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.344 andre!