Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 522,848
Bilder 105,768
Bøker 19,703
Relaterte filer 98,635
Video 1,420
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
HÊMIN Û PIRSÊN CEWHERÎ
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

HÊMIN Û PIRSÊN CEWHERÎ

HÊMIN Û PIRSÊN CEWHERÎ
HÊMIN Û PIRSÊN CEWHERÎ

#Hêmin# yek ji helbestvanên herî naskirî yên Kurd ên sedsaliya 21ê ye ku piştî mirina wî gelek behsa wî hatiye kirin û giringî pê hatiye dan.
Kurdshop – Hêmin yek ji helbestvanên herî naskirî yên Kurd ên sedsaliya 21ê ye ku piştî mirina wî gelek behsa wî hatiye kirin û giringî pê hatiye dan.
Ya ku ji bo min cihê têfikirînê ye ev e ku çima beşeke zêde ya berhemên wî helbestvanî, banga tenêbûn û xemeke kûr û girane ku bi kêmî hatiye bihîstin û bêhtir tekez li ser hatiye kirin .
Li aliyê din ê gotin û helbestên Hêmin bi taybet berhemên ku behsa nemana hêviyê û veqetiyan û dûrî û tenêbûnê bi kûrî têde xuya dikeû rûyê du mirovan nîşan dide. Yê yekem miroveke ku behsa rewşa necîgir a siyasî û civakî ya neteweyekê dike û xema wî xema hevbeş a hemû wan kesan e ku weke wî hizir dikin û derdê wan derdê Kurdîtiyê ye.
Wate weke Şamlo dibêje dixwaze êşa hevbeş a hemûyan bibîne bi vê pencereyê karekê bike bo hoşyarkirina civakê û bibe pêgehek ku her kes hewara xwe bigihînê de û dengê ku behsa êşa giştî dike dubare bikin.
Mirovê duyem ku li pişt helbestên Hêmin xwe nîşan dide û xwîner dikare bibîne helbestvanekî tenê û aciz ji vê civakê ye ku heyamekê cihê qêrîn û banga wan bû.
Li vir pirsek derdikeve ku çawa helbestvanekî şoreşgêr di qonaxeke jiyana xwe de digihêje astekê ku nenas be li cem kesên ku berê ji bilî ku nasên wî bûn lê ew welatî, hevçeper, heval û ew kesane bûn ku êşa wa yek bû.
Eger em bixwazin bêhtur behsa hurgiliyên jiyana kesê yekem bikin , kesek xuya dibe ku dikare li şûna min bipeyve û ew êş û elema civakê ku dibîne dikare dinava helbestekê de bîne ziman û biqêrîne, ew êşa neteweyekê ye ku rastî zilm û zordariyê hatiye.
Di helbestên wî yên sala 1321ê de ew yek bi zelalî xuya dibe
gerçî tûşî řenceřoyî û ḧesret û derdim emin
qet ledes em çerxe sipɫe nabezim, merdim emin
aşqî çawî kejaɫ û gerdinî piř xaɫ nîm
aşqî kêw û telan û benden û berdim emin
ger le birsan û leber bê bergî îmřo řeq heɫêm
nokerîy bêgane nakem ta leser herdim emin
min le zincîr û tenaf û dar û bend bakim nîye
let letim ken, bimkujin, hêşta deɫêm kurdim emin
Di vê helbestê de zincîr û kindir û dar û kevir ku Hêmin behsa wan dike û rûyê wan ê qirêj li ber çavê xwîner eşkere dike, ew kerestene ku tevî êş û tirsa dagirkariyê , hemû civaka kurdî dorpêç kirine û hemû wîjdanên zindî diqîrînin ku bo rizgarbûn ji vê rewşê divê deriyekê bibînin.
Di helbesta Babirdele de careke din helbestvan /mel/ netewe daxive. Di vê şanoyê de ku helbestvan afirandiye careke din behsa êşeke hevbeş dike, ew jî bindestiya kesên jîr û zana û jêhatî ye ku di vir de mînaka wan a mecazî bi bilbilê hatiye wesfkirin ku rastiya wê Hêmin bixwe ye û di mînaka giştî de behsa tevahiya wan kesan dike ku di vê bindestiyê de dixwazin darekê li ser kevir deynên û pêngavekê kerwanê kurdatiyê pêş bixînin.
Destpêkê bilbil ji ber rewşa jiyana nebaş û qefesa ku têde ye û tevahiya berbestên civakê gazincan dike. Heta ku çûka rastîn a di nav helbestê de bersivê dide û dibêje kesên hêja û jêhatî herdem hêjabûna xwe parastine heta wan cûda dike, ew asteng û derdeserî ku biserê wan de tên xala cudahiya wan e.
Wate beşek ji civakê û beşek ji sîstemê dema ku hest bi hebûna kesên wesa dikin helwêst û bertekan nîşan didin û wan di nav xwe de davêjin û derdixînin.
Ew jî vê yekê nîşan dide ku beşeke civakê ku xwe radestî desthihatê kiriye û hem desthilata ku dixwaze hemû warên çandî û tevgerên civakê kontrol bike , wan ji nav xwe davêjin derve û wan asteng dike.
Lê ji ber ku ew êşeke giştî ye û pêdivî bi çalakiyeke bêhtir heye, pêwîste heta wê dema ku dujmin min weke diyardeyeke zindî dibîne , xwendin û çalakiya min ku take sedem û derfa man û vejîna min e bimîne.
Ez ê vê yekê di hin helbestan de bidim xuyakirin .
leber azarî jînî nalebarî
denaɫê bilbilî şeyda bezarî
besoz û daxewe deygut feqîrim
peřupom heɫwerî, bê wade pîrim
melêkî fêrî daristan û lêř bê
qefez pîrî deka ba şûy le zêř bê
telar û sersera û koşk çi dênê
ke koyle werhemî têda heɫênê
legeɫ kazîwe boy nefeřim çiɫawçɫ
nebînim guɫ, çilon aram debê diɫ
çi xoşe 'îşq û sermestî, çi xoşe
çi xoşe jîn beserbestî, çi xoşe
çi taɫe koyletî û dîlî, çi taɫe
be kem bê jînî wa piř ah û naɫe
min û kuncî qefez ey dad û bêdad
emin dîlim, qelîş serbest û azad
le swêy hêlanekem let let bû cergim
le tawî guɫ nemam, nîzîke mergim
debê çend berd le hêlanem girabê?
guɫî sûrim çilon peřpeř kirabê?
debê çon fêr kirabê baɫ bika kil
leber pillarî dujimin bêçwe bilbil
desa ew řawkere kwêr bê le çawan
minî xiste qefez bê sûç û tawan
çi însafe emin bew dengî xoşim
esîr û dîl û zîndanî û xemoşim
beɫam êsta qelî řûřeş le guɫzar
beqařeqař deda gwêy xeɫkî azar
gutim ey bilbilî xemgînî diɫmend
menaɫêne le des daw û le des bend
bizane to ewî ehlî huner bê
debê ya desbeser ya derbeder bê
hunermend û jyanî xoş miḧaɫe
hunermend řenceřoye, jînî taɫe
wirînge xoşeket bo to beɫaye
eto xoş xwênî ḧaɫt boye waye
eger netba wirînge û dengî wa xoş
bereɫɫa bûy wekû ew řûřeşe toş
minîş ey bilbilî bendî wekû tom
weha dûrim le hêlane û guɫî xom
minîş wek to lekîsim çû guɫî sûr
minîş hêlanekem lê kirawe xapûr
minîş babirdeɫey ber gêjeɫûkem
demêk lew quɫke, tawêk lew çiɫûkem
minîş zordarî pirzey lê biřîwm
minîş bedkarî bwarî lê tenîwm
minîş bêdadî şabaɫî şikandim
benakamî le xwênawî tilandim
minîş çunke biřêk xawen huner bûm
hemîşe řenceřo bûm, derbeder bûm
hezar gowend û sed pendim beserhat
le amêzim negirtuwe bûkî awat
hezar suřkem lebin hengiɫ dirawe
demim gîrawe, çawm bestirawe
le amêzî gerim bê beş kirawm
wekû to tûşî řojî řeş kirawm
jyanim piř le řenc û derd û daxe
ewe gîrsawmewe lew kêw û şaxe
kesêk ney pirsî, neyzanî çilonim
le yadan çûmewe, çîřoke konim
be şew jan û pejarem dêne paɫê
be řoj oqrem nîye satêk le maɫê
beɫam hawderdî azîzim heta hem
wekû to derdî diɫ nakem le des xem
emin pêm xoş nîye awdengî qel bim
emin pêm xoş nîye bêzrawî gel bim
heta dujimin negewzênê dexwênim
dexwênim bo gelî xom, her dexwênim
Di helbesta Tûreyî de careke din dîmeneke weha xuya dike ku helbestvan dibêje berhema zanînn û xwendinê ji bilî derdeseriyê tişteke din nebûye û di dawiyê de dibêje
Lew welate ew kesey le xew hestê Beşî çarereşî û xem û şîne
Ji van nivîsan ku dengekî nerazîbûnê bilind dibe û ew jî dengê giştî û qêrîna giştî ye, di helbestên Hêmin de gelek mînak hene û ez naxwazim ji vê bêhtir behsa vê mijarê bikim.
Lê di dû helbestên Sazî Nasaz û Hellbestî Payîzê de û di hin deqên din de yê ku daxive, ev mirovê duyemîn e ku me behsa wî kir.
Helbestvanek ku ji aliyê civakê ve hatiye paşguhxisitn û dûrxistin.
Eger em bixwazin behsa sedeman bikin ev nivîsa kurt têrê nake, tenê ez ê behsa xalekê bikim ta ku di nivîsên Hêmin de bi zelalî xuya dibe û bûye sedema acizbûn û tenêtiya helbestvan , awayê hizirkirin û rûbirûbûna civakê ye li gel kesên zana û jêhatî , ku ew yek taybetmendiya civakên rojhilata navîn e. bo bêhtir zanîn li ser vê mijarê em dikarin sûdê ji hin çavkaniyên cûda werbigrin ku yek ji wan Civaknasiya tunekirina kesên hêja ye.
Civakek heta niha jî negihêştiye vê asta ku kesên afrêner û jêhatî bizanibe Di bazara jiyanê de giringî bi berhemê wî tê dan
Dibe ku gelek kes bêjin Hêmin bixwe gotiye ku tiştekî ji civakê naxwaze û di bersiva Mamosta Hejar se gotiye ku Em ê çî ji xelkê bixwazin em bi heza xwe bûne helbestvan Di bersiva vê yekê de pêwîste em bêjin Hêminê ku helbestan dinivîse , rast û bê xef û çep daxive û natirse ku civak çawa nirxandinê bo gotinên wî dike, ji ber wê dibêje
le naw bazařî emřokey edebda şî'rî to hêmin
wekû pûlî çirûke hîç řewacêkî nye naçê
Ev karvedan berê jî di helbesta helbestvanan de hebûye Misbahudîwanê Edeb bi dehê salan berî wî dibêje
pêwem edeb demêk le'edeb xom kenare kem
ezbes ke bê hunerye le lay bê huner huner
Lê ew hest li cem Hêmin gihaye xemeke kûr û dûrketin û tenêmaynê. Bo berdewamkirina vê mijarê em ê bi kûrtî bala xwe bidin ser Êwareyî Payîz ê . Helbesta Êwareyî Payîz bi gelek teorî û awayên cûda tê nirxandin ku ewqas aliyên xweşik û wateyên wê hene ku hem bi awayê Du beytî ya nû tê xwendin û şîrove li ser hevhatina naverok û qalibê wê bê kirin û hem nirxandinek li ser helwêsta wî bo çînên civakê bê kirin û bi çaceke realîsmî û sosyalîzmî bê nirxandin.
Lê eger bi çaveke din temaşeyî mirov û wî kesî bikin ku vê helbestê vedibêje kesek xuya dibe ku ti hêviyek têde nemaye bo berdewamkirina riya ku hilbijartiye.
Mirovek ku xweşî û xweşikiyê deriyê xwe bi ser wî de girtiye û ti şûnwareke wî li ber çavan nemaye.
Bi çavê xwe dibîne ku çawa hejarî û nedarî çêdibe û hemû nirxên jiyanê li ber çavê wî pûç bûne û li ser riya rast a berçavê wî kesên nebaş ketine dorê.
Hêmin li vir weke şaheke bê hêvî ye ku leşkerê wî xerab in û li ber wî sekinîne , ji ber wê gelek pirsên balkêş û cûda di mejiyê wî de xwe nîşan didin , ew pirsên ku dikarin civakê bihejînin,
Dema li vir behsa êşê dike û dixwaze biçe û di nava wê êş û derdeseriyê de bimîne , ne behsa wê êşê ye ku me berî niha behsa wê dikir, Li vir behsa êş û elema xwe wek tak dike, Li vir ew ji hestên mirovan aciz e û pirs dike ; Gelo çawa kesek dikare di êvara payîzê de jî bikene?
Di dawiya vê helbestê de berîvajî helbestên din ti geşbînî û hêviyek têde nîne , Ji ber wê ew wesa hizir dike ku Para me , wate helbestvan bxwe, jinavçûn û neman e .
Yê ku dibêje Dûr birwane Aso rûne kesek din e ku dildaniyan dide helbestvan , lê ew bixwe êdî bê hêvî bûye.
Di helbesta Sazê Nasaz de êdî wî kesê nasê xwe jî dide alî. Di vê helbestê de mirovek dipeyve ku xwe di nava hemû rewşeke stewir û bêberhem de dibîne, digihêje astekê ku gomanê li hebûn û nebûna xwe dike. Di nava wan hestan de berê xwe dide xwîner, dildar û civakê û dibêje
bilbilî baɫişkawî wextî guɫim
her şepoɫan deda diɫî le kuɫim
kurdî bendîy beyanî newrozim
giřî girtuwe derûnî piř sozim
muẍî bê agrî şewî yeldam
çaweřêy çarenûsî napeydam
kewî bê dengî newbeharanim
guɫî bê řengî çaw le baranim
kuncî cêjwanî çoɫ û xamoşim
sêberî nazenînî řeşpoşim
destî berbûy kiçî geřî şayîm
hestî xinkawî lawî sewdayîm
kêlî gořî şehîdî gumnawm
take darî kiřûzî bê awm
defterî şî'rî şa'îrî řûtim
şemî sergoř û darî tabûtim
kunî gîrawî kone şimşaɫim
xewnî aɫoz û xatîrey taɫim
jîlemoy agrî beyananim
bawkî firmêskim û kuřî janim
baɫe sûtawekanî perwanem
şûşe badey betaɫî meyxanem
çiɫe řêḧanî dûre dêrawm
sazî nasazî heɫpesêrrawm
tike awngî ser geɫay zerdim
xeste û derdedarî çî derdim
axrîn tîşkî xorî payîzim
şa'îrî pîrî tûře û zîzim
çon detwanim be to biɫêm min çîm?!
xom gumanim heye ke hem ya nîm?!
Ez ê bi kurtî bêjim Hêmin kesek bû ku gelek pirs vejandin. Behs û pirsyarên wî di wan helbestan de heta niha jî di cihê xwe de pirsên giran in û li benda bersivê ne. Ew rewşa ku niha di nava civaka rewşenbîrî ya Kurdî de tê dîtin , ne ji wê serdemê baştire e ku Hêmin behsa wan dike û ne civak bo parastina kesên hêja hoşyar bûye.
Her kesên rewşenbîr û nivîskarên neteweta Kurd in ku di nava sîstema nû de dibin qurbanî. Gelo ma ne dema wê yekê ye ku em bipirsin ke wa bû aşina beşî ême lenawçûne?.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 59 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 13-04-2024
Koblede elementer: 3
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 17-04-2023 (1 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 13-04-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 14-04-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 14-04-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 59 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 522,848
Bilder 105,768
Bøker 19,703
Relaterte filer 98,635
Video 1,420
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Folders
Biografi - Education level - Biografi - Education - Biografi - Person type - Writer? Biografi - Person type - Story - forfatter Biografi - Person type - Writer Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Dialekt - Norsk Biografi - - Saqiz Biografi - Place of Residence - Diaspora Biografi - - Yes

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.344 andre!