Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 523,066
Bilder 105,804
Bøker 19,707
Relaterte filer 98,680
Video 1,420
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Daweta Pîrşaliyar (Zemawendî Pîrşaliyar) kevneşopiyek pîroz û kevn
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Daweta Pîrşaliyar (Zemawendî Pîrşaliyar) kevneşopiyek pîroz û kevn

Daweta Pîrşaliyar (Zemawendî Pîrşaliyar) kevneşopiyek pîroz û kevn
Daweta Pîrşaliyar (Zemawendî Pîrşaliyar) kevneşopiyek pîroz û kevn

#Kurdistan# bi giştî û Hewraman bi taybetî, yek ji wan warên kevn in ku beşek ji kultûra kevnar a mirovatiyê parastine. Yek ji wan kevneşopiyên kevn ku çanda rengareng a Kurdewarî li xwe girtiye û li Hewramanê bi rê ve diçe “Daweta Pîrşaliyar” (Zemawendî Pîrşaliyar) yan “Cenja Pîr” e. Dema ku Zivistan digihîje navînê, li bajarê Hewramanê xelk dev ji jiyana xwe ya asayî berdidin û bi hezkirineke pîroz ve xwe ji bo lidarxistina wê cejnê amade dikin. Ev cejne curekê festîvala salane ye ku bo zîndîragirtina yad û bîra kesayetiyekî olî yê bi navê “Pîrşaliyar” e.
Ev kale yek ji nod û nehemîn kalên Hewramanê ye û di nav wan de pileya herî bilind heye û tevlî bawera xelkê Hewramanê bûye û efsane li ser hatine çêkirin û bi ustûre hatiye naskirin. Her çende heta niha di çavkaniyan de pêk nehatine ku çend Pîrşaliyar li Hewramanê hebûne? Û gelo ev rêûresme ji bo yê dawîn wate “Mistefa” yê kurê “Xudadad” e yan jî di serdema Pîrşaliyarê berê de hatiye lidarxistin? Lê ya ku heta niha li ser hevnerîn in ev e ku “Pîr Şaliyar” pileyeke bilind a olî hebûye ku mirovên bi rûmet piştî îbadetên berfireh bi dest dixin. Di vir de pêwîst e ewa bê gotin ku xelkê Hewramanê bi xwe jî di wê baweriyê de ne ku ew vê “Cejna Pîr” ji bo “Mistefayê kurê Xudadad” bi rê ve dibin.
Cejna Pîr rêze rêûresmên salane ye ku di nav xelkê Hewramanê de adetî ye û lidarxistina wê bi erkek pîroz dihesibînin û di wê bawerê de ne ku hebûna “Pîrşaliyar” û lidarxistina kevneşopiyên cejnê, bereketê dixe nava jiyana wan û wan ji hemû belayek û nexweşiyekê diparêze. Lewma xelkê Hewramana Text û çendîn gundên derdorê ji bo vê cejnê bi awayekî taybet û balkêş tevdigerin û hemû hewl didin ji bo baştir lidarxistina kevneşopî û rêûresman ku pêk hatine ji: “1- “Xeber”, 2- “Kote Kote”, 3- “Kilawroçinê”, 4- “Qurbanî”, 5- Çêştê Pîroz” (Hiloşînetişê), 6- “Horpiray” (daweta olî), 7- “Şevî Nîşt”, 8- Cemî Ser Mezarî Pîr” (Tirbê). Em ê li jêrîn bi kurtasî behsa wan kevneşopiyan bikin ku divê bi bê ti kêmasiyekê bi rê ve herin.
1- Xeber
Xelkê Hewramanê Înekê beriya roja 15ê Rêbendana Rojî ku dike navîna Zivistanê, di nimêja Înê de “xebera” hatina “Cejna Pîr” didine xelkê. Bi parvekirina gûzên baxê Pîrşaliyar bi ser malên Hewramanê de xebera hatina “Cejna Pîr” bi xelkê re radigihînin. Gûzan bi hejmarek wek hev dixine nav amanekê û bi ser malan de par vedikin. Malbat jî bi awayekî dilxwazane û xwebexşane bi pere yan kelûpelên pêwîst ên cejnê her tiştek ji destê wan bê dibexşine wan kesan ku gûzan bo wan dibin. Pêwîst e bê gotin ku di pêşiyê de malbatan pêşkeşên xwe wek “nezriya Pîr” bo wê cejnê amade kirine.
2- Kote Kote
Piştî birêveçûna kevneşopiya “Xeber”, heta êvareya roja Sêşemiya heman heftiyê ku “Cejna Pîr” tê de bi rê ve diçe karek taybet nakin. Lê êvareya roja Sêşemî cureke şano ji bo tirsandin û pêkenînê ji aliyê ciwanan ve tê lidarxistin ku jê re “Kote Kote” tê gotin. Ciwan bi hatina tarîtiyê demamikan girêdidin yan serûçavên xwe reş dikin û dikevine nava kolanan û deriyê malan dixin û ji bo galte û pêkenînê hunerekê ji xwe nîşan didin û xelkê ditirsînin. Ew li deriyê her malekê bixin û piştî tirsandin û galtekirin û pêkenînê, xwedanê malê ku berê di nav torbikê xwe de diyariyek amade kiriye, pêşkêşê wan dike.
3- Kilawroçinê
Her heman êvareya ku ciwan mijûlê “Kote Kote”yê ne, zarokên gund jî bi torbe û tûrîkê xwe ve di nav kolanan de digerin û diçine ber deriyên malan yan pencereyan, gazî dikin, “kilawroçinê, kilawroçinê bi kur û kiçê şadî bîdê” wate “li ser kulekê, li ser kulekê, bi jidayîkbûna kurûkeçê şa bin”. Xwedan mal jî wan zarokan ji xelatan bêpar nakin û tiştekî bi wan re didin. Peyva “kilawroçinê” heman peyva “serkulekê” ye ku bi kunekê tê gotin ku berê li ser banê xaniyan ji bo ronahiya xaniyê û derketina dûkelê dihêlan.
4- Qurbanî
Rojek piştî “kilawroçinê”, di her maleke Hewramanê de xelk ajelekê ji bo qurbanîdanê tînine ber mala “Pîrşaliyar”. Piştî serjêkirina ajelan, goştê wan beş beş dikin û wek xwarineke pîroz beşekê didine her maleke Hewramanê. Her malek ku tê bo beşa guşê xwe bi xwe re “sawar, tirşiya hinarê, êmîşê hişkirî, dan û genim tînin da ku ji çêkirina xwarina pîroz wate “hiloşînetişê” bi kar bînin.
5- Xwarina pîroz yan “hiloşînetişê”
Ji bo xwarina mêvanên “Yanew Pîrî” ku bi şevê kom dibin, xwarinek taybet çê dikin ku li cem xelkê ew xwarine pîroz e. Hewramî ji wê xwarina pîroz re “hiloşînetişê” dibêjin, ku şileyeke tirş e û ji “sawar, tirşiya hinarê, êmîşê hişkirî, sê cerg û beze, çewriya ajelên hatinî qurbanîkirin tê çêkirin. Beşeke xwarinê bi wan kes û zarokan re tê danê ku bi amanan ve ber deriyê mala Pîr kom bûne da ku bibine malên xwe. Beşeke din bi wan kesan re tê danê ku mijûlê “dawetkirina pîroz” in û beşek jî di şeva “Nîşt” de bi ser xelkê kombûyî di mala Pîr de tê parvekirin.
6- Horpiray yan daweta olî
Xelek ku nîştecihê bajarê Hewramanê ne û ew xelkê ku ji derdora Hewramanê ve hatine, tev li ber deriyê mala Pîr kom didin û destê hev digirin û bi şêweyekî nerim û bi lêxistina şimşal û tepil û defê dawetê dest pê dikin ku zêdetir ji şêwaza zikrên derwîşan diçe. Zilamên olî û xelîfeyên terîqetan û rêdînsipî û ciwan, hemû beşdariya wê dawetê dibin.
7- Şeva Nîşt
Piştî dawetkirin û duayên êvarê, xelk di mala “Pîr” de kom dibin, ew şeva ku xelk didine mêvanê mala Pîr û wir dirûnên jê re dibêjin: “Şevî Nîştê” wate şeva rûniştinê. Her ji berê ve xelk di wê şevê de mala Pîr de kom bûne û piştî xwarina pîroz dest davêjin bi zikir û stranên îrfanî û şêxane û gotara olî. Di dawiya rûniştina wê şevê de, yadîgarên Pêr di sindûqa taybet de tînine derê ku pêk hatine ji: “Jêrekilaş, tesbîh, momgirê berdîn. Piştî wê ku xelk wan yadîgarên Pîr tiaf dikin, vedigerînine nava sindûqa taybet.
8- Tirbê
“Tirbê” rêûresmek e ku heftiyekê piştî “Daweta Pîrşaliyar” li roja Pêncşemiyê bi rê ve diçe. Sibêdeha wê rojê Hewramî ber bi goristana pîrên derdorên Hewramanê ve diçin û paşê hemû bi hev re vedigerine ser gora “Pîrşaliya” ku bi “Pîrê Pîran” navûbang e û dest davêjin bi niza û duakirinê. Di dawiya vê rêûresmê de xwarina pîroz di nav xelkê de tê parvekirin û tê xwarin ku bi xwe jê re dibêjin “Gête Mejgî” ku cureyeke kolêre û nan e.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 21 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 05-05-2024
Koblede elementer: 4
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 01-02-2024 (0 År)
Bok: Kultur
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 05-05-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 25-05-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 25-05-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 21 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.129 KB 05-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 523,066
Bilder 105,804
Bøker 19,707
Relaterte filer 98,680
Video 1,420
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Folders
Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - Publication Type - Bibliotek - PDF - Bibliotek - Bok - Diverse Bibliotek - PDF - Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja Bibliotek - Bok - Kurdish Issue Biografi - Kjønn - Mann

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.297 andre!