Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler
  530,792
Bilder
  107,524
Bøker
  19,996
Relaterte filer
  100,950
Video
  1,473
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
302,903
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,911
هەورامی 
65,838
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,065
فارسی 
8,947
English 
7,404
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Gruppe
Norsk
Bibliotek 
9
Biografi 
3
Artikler 
1
Dokumenter 
1
MP3 
323
PDF 
30,466
MP4 
2,394
IMG 
196,465
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpe...
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Biografi
Azad Karimi
Muslum Urper - Soro Amanos
Gruppe: Martyrer | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Soro Amanos - Muslum Urper

Soro Amanos - Muslum Urper
Nav û Paşnav: Muslum Urper
Nasnav: Soro Amanos
Cihê Jidayikbûnê: #Şirnex#
Navê Dayik – Bav: Halîme – Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: #10-05-2022# / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Soro li navçeya Qileban a Şirnexê di nava malbateke ji eşîra Goyî ya qedîm de hat dinê. Dema ku hîna ew zarok dewleta Tirk a qirker gundê wan şewitand, lewma neçar ma ku bi malbata xwe re koçî Stenbolê bike. Hevrêyên me li Stenbolê mezin bû. Dijmin dixwest bi şewitandin û valakirina gundan qirkirina Kurdan temam bike. Li hemberî vê yekê mîna hemû gelê me yê koçî metropolan kirî, malbata hevrêyê me Soro jî bi ferqa vê rastiyê xwedî li çand û kevneşopiyên Kurdî derket û ev yek derbasî zarokên xwe jî kir, bi vî rengî bersiva siyaseta qirkirinê ya dijmin da. Lewma tevî ku hevrêyê me Soro bi bi hezaran kîlomtereyan ji welatê me Kurdistanê dûr dikeve, girêdayî cewherê xwe mezin dibe. Ji xizmên wî yên nêz gelek tevlîbûn û şehadet di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de çêbûne, lewma ji temenê xwe yê biçûk û vir ve têkoşîna me nas kir. Bi taybetî şerê fedayî ya gerîlayên Kurdistanê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û belavbûna tovê azadiyê ya li her çar parçeyên Kurdistanê, hevrêyê me Soro pir bandor kir. Lewma li hemberî têkoşîna me bû xwediyê sempatiyeke mezin. Hevrêyê me Soro ji temenê ciwantiyê û vir ve, rastiya dijmin hîn baştir fêm kir û bi taybetî ji ber şewitandina gundê wan û ji Kurdistanê dûr mezin bû, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hêrsa xwe kir sedemê têkoşînê û di ferqê de bû ku dikare bersiva herî bi wate bide dijmin. Hevrêyê me Soro li ser vî bingehî dest bi xebatên ciwanên welatparêz û şoreşgeriyê kir. Hevrêyê me di nava van xebatan de rastiya dijmin hîn zêdetir fêm kir û her roja derbas dibe, têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Gelek ciwanên mîna wî neçar mane ku koçî metropolan bikin, hevrêyê me ji bo zanebûn û tevlîbûna van ciwanan a nava refên têkoşînê bû xwedî hewldan û kedeke girîng. Di vî warî de hevrêyê me wezîfeya xwe ya welatparêziyê bê kêmahî bi cih anî û piştî ku dijmin di serî de li Roboskiyê, li gelek cihan li dijî gelê me komkujî pêk anîn biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me Soro dizanî ku ev yek jî encex li çiyayên Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e; bi biryardariya tolhildana meta xwe Miskê, xalê xwe Xalit Goyî – Kûtas Urper, pismamê xwe Dijwar Goyî – Samî Pîranoglû û bi hezaran şehîdên me di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Soro ji Herêma Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya destpêkê ji hevrêyên xwe yên li vir wergirt. Hevrêyê me ji zanebûn û tecrubeyên leşkerî û îdeolojîk ên hevrêyên xwe sûd wergirt û ji bo bibe gerîlayekî pispor hewldanekî mezin kir. Ev hewldanên wî ji aliyê hevrêyên wî ve hate teqdîrkirin û di nava demek kurt de hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me bi terbiyeya ku ji malbata xwe wergirtî, bi hêmanên Apoyî re kir yek û bi kesayeta xwe ya dirûst û samîmî derket pêş. Hevrêyê me li qada Mêrdînê demeke kurt pratîk meşand. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me yê li Rojava kir û ket nava hewldana komkujiyan, hevrêyê me bi israreke mezin derbasî qada Rojava bû. Hevrêyê me Soro tevlî berxwedana li vir bû û li aliyekî li qadên ku şer lê dijwar e destkeftiyên gelê me diparast, li aliyê din jî xwe di hunera leşkerî de pêş xist. Hevrêyê me Soro soza serketinê da hevrêyên xwe yên li Rojava di berxwedana destanî ya li dijî çeteyan de bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Her kêliya xwe fedayê mezinkirina têkoşînê kir. Dîsa di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî de, di nava koma destpêkê ya çûyî Şengalê de bû. Hevrêyê me Soro bi hevrêyên xwe re mudaxeleyî çeteyan kir û bi rola xwe rabû ku bi hezaran mirovên me ji komkujiyê rizgar bibin. Hevrêyê me di şerên pêvajoya li Rojava de du caran birîndar bû û ev yek kir hinceta hîn zêdetir têkoşînê. Hevrêyê me Soro wezîfeyên xwe yên li Rojava û Şengalê bi rengekî serketî bi cih anî û piştre ji bo xeyala xwe ya gerîlatiyê ya nîvçomayî pêk bîne, di sala 2015’an de car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me destpêkê derbasî herêma Zapê bû û li vir beşdarî perwerdeyên leşkerî yên di bin bunyeya Akademiya Şehîd Mehmed Goyî de dihatin dayîn, bû û xwest xwe di hunera şerê gerîla de bike pispor. Hevrêyê me Soro pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî qedand û li heman qadê pratîk meşand. Dema ku dijmin ji sala 2015’an û vir ve êrîşa topyekûn li dijî Tevgera me da destpêkirin, hevrêyê me operasyonên ku pêk hatin li qada Zapê pêşwazî kir. Bi sekna xwe ya bi cesaret û biryar tevkarî kir ku derbeyên giran li dijmin bikevin. Hevrêyê me Soro li qadên Şehîd Rustem, Geliyê Zap, Kurojahro, Çiyayê Reş û Ertuş ên Zapê ma û li van deran derbeyên bi bandor li êrîşên dijmin xist. Di pêvajoya şer de hevrêyê me ji cihên cuda yên laşê xwe birîndar bû, ev birîndarî ji xwe re nekirin asteng û kir sedemê hîn zêdetir têkoşînê. Hevrêyê me Soro heta sala 2017’an li herêma Zapê ma; bi kedkarî, fedakarî û cesareta xwe di dilê hemû hevrêyên xwe yên pê re têkoşiya de cih girt. Hevrêyê me Soro difikirî ku encex bi têkoşîneke li ser xeta fedayîtiyê dikare bibe layiqê keda bê hempa ya Rêber Apo û daxwazên azadiyê yên gelê me. Diyar kir ku vê yekê herî rast wê di nava xebatên Hêzên Taybet de bi ser bixîne. Li ser vî bingehî di sala 2017’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.
Hevrêyê me Soro di nava xebatên Hêzên Taybet de bi perwerdeyên ku wergirtî, xwest xwe weke fedayiyekî gelê me pêş bixe. Ji bo vê yekê fikirî ku divê xwe weke leşkerî û îdeolojîk bike pispor. Hevrêyê me got ku eger xwe bi temamî fedayê şoreşê bike hingê dikare bibe fedayî. Ev fikra xwe di her kêliya jiyanê de xiste pratîkê. Lewma jî bû milîtanekî wisa ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve were hezkirin. Hevrêyê me anî ziman ku fedayîtî di heman demê parêzvaniya xurt a felsefeya Rêber Apo ye. Heta hemû hucreyên xwe, xwe rêxistin kir û hêmanên Apoyî parast. Hevrêyê me Soro di çarçoveya xebatên Hêzên Taybet de di nava wezîfeyên cur be cur de cih girt. Piştî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dijmin zêde bûn, di sala 2021’an de derbasî herêma Zapê bû ku berê pratîk lê meşandibû. Li dijî konsepta tasfiyeyê ya dijmin bi fedayiyane li ber xwe da û şer kir. Hevrêyê me xwest bi vî rengî bibe bersiv û li Zapê di nava gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li dijmin hatin xistin de cih girt û îdîaya xwe veguherand pratîkê. Dema ku dijmin li hemberî hevrêyên wî yên li Zap û Avaşînê bi rengekî dermirovî çekên kîmyewî bi kar anî, hevrêyê me Soro hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezintir kir. Li ser vî bingehî hevrêyê me hêrsa xwe hîn zêdetir veguherand sedemê têkoşînê. Bû xwedî kedeke girîng ku Zap veguhere kelha berxwedanê. Hevrêyê me Soro di pêvajoya li Zapê de ket nava hewldanê ku wezîfeya xwe bi rengekî herî baş pêk bîne. Bêyî dudilî û bêtirs bi ser dijmin de çû. Hevrêyê me Soro 10’-05-2022’yan di êrîşa dijmin a li qada Saca ya girêdayî Zapê de, şehîd bû. Hevrêyê me wê her tim bibe sedemê têkoşîna me. [1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 23 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/- 14-06-2024
Koblede elementer: 2
Datoer & Events
Martyrer
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 626
Kjønn: Mann
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 82: Şirnax
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Opphavsretten til denne meldingen har blitt utstedt til Kurdipedia av varens eier!
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 11-06-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 29-06-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 29-06-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 23 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.148 KB 14-06-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Azad Karimi
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler
  530,792
Bilder
  107,524
Bøker
  19,996
Relaterte filer
  100,950
Video
  1,473
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
302,903
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,911
هەورامی 
65,838
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,065
فارسی 
8,947
English 
7,404
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Gruppe
Norsk
Bibliotek 
9
Biografi 
3
Artikler 
1
Dokumenter 
1
MP3 
323
PDF 
30,466
MP4 
2,394
IMG 
196,465
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Folders
Biografi - Education level - Biografi - Education - Biografi - Person type - Writer? Biografi - Person type - Story - forfatter Biografi - Person type - Writer Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Dialekt - Norsk Biografi - - Saqiz Biografi - Place of Residence - Diaspora Biografi - - Yes

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 3.078 andre!