Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler
  529,098
Bilder
  107,093
Bøker
  19,904
Relaterte filer
  100,378
Video
  1,470
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
302,409
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,838
هەورامی 
65,821
عربي 
29,182
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,838
فارسی 
8,894
English 
7,308
Türkçe 
3,588
Deutsch 
1,475
Pусский 
1,133
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Gruppe
Norsk
Bibliotek 
9
Biografi 
3
Artikler 
1
Dokumenter 
1
MP3 
311
PDF 
30,265
MP4 
2,384
IMG 
195,749
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpe...
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Biografi
Azad Karimi
Îlham Saedmucîşî - Viyan Helo
Gruppe: Martyrer | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Viyan Helo - Îlham Saedmucîşî

Viyan Helo - Îlham Saedmucîşî
Nav û Paşnav: Îlham Saedmucîşî
Nasnav: Viyan Helo
Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran
Navê Dayik û Bav: Zuleyha-Hûseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: #21-04-2024# / Qendîl

Hevrêya me Viyan li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz û bi nirxên netewî re girêdayî jidayik bû. Bi saya hestên kûr a malbata xwe ya welatparêziyê û israra wê ya ji bo zindîhiştina çanda Kurd, hevrêya me Viyan bi rengekî ku bi cewhera xwe ve girêdayî bû, mezin bû. Hevrêya me Viyan bi saya terbiya ku ji malbatê wergirtiye û asta hişmendiya ku bi dest xistiye ji aliyê derdor ve hatiye hezkirin û ji temenê biçûk ve partiya me PKK'ê nas kir. Mîna li herêmên din ên Kurdistanê hevrêya me Viyan ku hêviya azadiyê ya ji aliyê Partiya me ve bi berdêlên mezin hatiye afirandin dît ku yekane tevgera azadiyê ya gelê me ye, her ku mezin bû eleqeya wê ya ji bo Partiya me jî xurtir bû. Bi taybetî jî welatparêziya hawîrdorê ya ku tê de jiyaye û hurmet û hezkirina wê ya mezin a ji Rêber Apo û gerîla re, hişt ku lêgerîna hevrêya me Viyan ji bo naskirina rastiya Rêber Apo zêdetir bibe. Hevrêya me Viyan ku jineke ciwan a bi hişmend e, her ku analîz û pirtûkên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê xwend û fêm kir hîn zêdetir bi Rêber Apo ve hat girêdan. Bi taybetî jî rastiya ku Rêbertiya me diyar kir ku pirsgirêkên jin dijîn sedemên wê yên esasî desthilatdarî û dewleta bi xwe ye, bû wesîle ku lêhûrbûnên xwe kûrtir bike. Hevrêya me ku gihişt wê encamê ku nêzîkatiyên ku di sîstemê de zext, tundî û koletiyê li ser jinê ferz dike fikrên Rêber Apo piştrast dike, gihişt wê encamê ku azadî tenê bi civakbûnê re pêkan e. Ji bo vê jî hevrêya me Viyan, pê hesiya ku lêgerîna azadiya takekesî nikare azadiya ku jinan hêvî dike pêk bîne û ji bo di felsefeya Rêber Apo de kûrtir bibe ketiye nava hewldaneke mezintir. Hevrêya me Viyan a ku di dema xwendina zanîngehê de pirsgirêka azadiya jinê, rewşa gelê me ya di nava lepên qirkirinê û polîtîkayên dijmin ên li dijî vê welatê me dagir kiriye de bêhtir derxist zanabûnê, gihîşt wê biryardariyê ku mîna bi hezaran jinên Kurd ên beriya xwe, têbikoşe. Hevrêya me ku bi taybetî ji berxwedana destanwarî ya jinên Kurd û gerîlayên azadiyê yên li dijî hêzên êrîşî nirxên gelê me dikin bi taybetî jî ji berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi bandor bû û her wiha bi tevlîbûna birayê xwe hevrê Helo li nava refên gerîla û şehadetên hatin jiyîn bi bandor bû, bi tevlîbûna li nava refên gerîla re xwest têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bike. Li ser vê bingehê di sala 2015’an de di 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina partiya me PKK'ê de hevrêya me Viyan berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Viyan yekem perwerdeya xwe ya di nava refên gerîla de li herêma Qendîlê dît û bi saya tevlîbûna xwe ya dixwaz û bi coş di demeke kurt de elimî jiyana çiya û gerîla. Hevrêya me bi saya helwesta xwe ya têkoşînê hemû astengî û zehmetiyên ku lê rast hatinê bi awayekî serkeftî derbas kirin û xwe di warê îdeolojîk de zêdetir pêş xist. Hevrêya me di heman demê de dixwest ji pêvojoya şer a dijwar a li dijî dijmin dihat meşandin re bibe bersiv û xwe di warê leşkerî de jî tim pêş dixist. Hevrêya me nêzîkî salekê li herêma Qendîlê ma û bi saya tecrubeyên li vir, bû gerîlayeke YJA Starê ya çalak.
Bi saya kûrbûn û tecrûbeyên xwe yên îdeolojîk hevrêya me Viyan bandoreke mezin li ser hevalên xwe dihişt û ji ber vê yekê derbasî xebatên Komalên Ciwan bû. Ji bo ku ciwan û jinên Rojhilatê Kurdistanê yên azadîxwaz weke xwe bi rêxistin û sewqî têkoşînê bike xebatên mezin meşandin. Hevrêya me Viyan ku hema bibêje hemû jin û ciwanên ku bi wan re dikeve têkiliyê, têkoşînê bi wan dide nasîn û bandoreke mezin li hemû hevrêyên xwe kir.
Hevrêya me ku di heman demê de ji bo pratîkkirina fikra civakîbûna azadiyê ku ev fikir di destpêka tevlîbûna têkoşînê de bi dest xist, gelekî hewl da û rêxistinbûna jin û ciwanan weke girîngtirîn xebata xwe qebûl kir. Hevrêya me Viyan girêdayî vê yekê demeke dirêj di van xebatan de cihê xwe girt û ji bîli serkeftinên girîng ên bi dest xistine jî di warê rêxistinî û îdeolojîk de tecrûbeyên gelek girîng bi dest xistin. Lê belê li gorî hevrêya me diviyabû li hemberî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd û destkeftiyên wan ku bi taybetî jî êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê weke milîtaneke Apoyî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û di wê baweriyê de bû ku ev yek bes di nava refên HPG û YJA Starê de pêkan e. Hevrêya me girêdayî vê yekê bi israr û xwestekeke mezin pêşniyaz kir ku derbasî qada ku lê li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke efsanewî dihat meşandin, bibe. Lê belê ji ber hewcehiyê hevrêya me tevlî xebatên li herêma Qendîlê bû û li vir jî bi bêdudilî û coşeke mezin tevlî xebatan bû. [1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 30 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/- 14-06-2024
Koblede elementer: 2
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 626
Kjønn: Kvinne
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 81: Sør- Kurdistan
No specified T3 82: Kamyaran
No specified T3 85: East Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Opphavsretten til denne meldingen har blitt utstedt til Kurdipedia av varens eier!
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 11-06-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 22-06-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 22-06-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 30 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.148 KB 14-06-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Azad Karimi
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler
  529,098
Bilder
  107,093
Bøker
  19,904
Relaterte filer
  100,378
Video
  1,470
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
302,409
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,838
هەورامی 
65,821
عربي 
29,182
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,838
فارسی 
8,894
English 
7,308
Türkçe 
3,588
Deutsch 
1,475
Pусский 
1,133
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Gruppe
Norsk
Bibliotek 
9
Biografi 
3
Artikler 
1
Dokumenter 
1
MP3 
311
PDF 
30,265
MP4 
2,384
IMG 
195,749
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Kjønn - Kvinne Biografi - Nasjon - Kurd Dokumenter - Provinsen - Sør- Kurdistan Bibliotek - Provinsen - Utenfor Dokumenter - Provinsen - Norway Biografi - Person type - Writer Biografi - Person type - Story - forfatter Biografi - Person type - Writer? Bibliotek - Bok - Ordbok

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.954 andre!