Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 524,216
Bilder 106,113
Bøker 19,752
Relaterte filer 99,175
Video 1,439
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
300,606

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,757

هەورامی 
65,717

عربي 
28,771

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,173

فارسی 
8,354

English 
7,155

Türkçe 
3,567

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,121

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpe...
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Biografi
Azad Karimi
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (282): Kuştina ciwanekî negîhayî, pakrewanbûna xort û temenmezinekî, mirina temenmezinekî ji qehra r
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (282): Kuştina ciwanekî negîhayî, pakrewanbûna ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (282): Kuştina ciwanekî negîhayî, pakrewanbûna ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (282): Kuştina ciwanekî negîhayî, pakrewanbûna xort û temenmezinekî, mirina temenmezinekî ji qehra re, lêxistina xortekî negîhayî bi kêrê, ferekirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê, girtinin, pevçûn û qutkirina darina

Piştî ku binpêkirin û tewanên ku bi rengekî fere li Efrînê têne kirin hatin cersandin û riswakirin, û raporên mafwerî û ragîhandinî yên cîhanî li ser hatin belavkirin, û zêdebûna kerb û şermezarkirinê di dû tewana ciwanê Kurd ê negîhayî re li Cindirêsê, Turkiyê hewil da ku bandora bûyera dawiyê sivik bike û wêneyeke erênî bide dagîrkirina xwe ji herêmê re, ji ber wê istîxbaratên wê hemî milîseyên li herêmê agahdar kirin ku divê îsal şahiyên Cejna Newrozê neyêne qedexekirin, û giştînameyên “vêxistina agiran û lidarxistina şahiyan” ji keyan/mixtar û nûkeran re bi riya odeyên Watsapê hatin rêkirin/şandin, lê bi ser dilgermiya Kurdan ji bo vejandina cejna xwe, dîsa jî ew ne pir şad û kêfxweş bûn, û beşekî mezin ji wan di agirdadan û şahiyên ku milîseyan serpereştiya wan dikir de beşdar nebûn, bi sedema berdewamkirina qirêjiyan di dermafê wan de, peydabûna heyamên perçifandin û kelkelê, tunebûna asa aramiyê û bêbaweriyê bi Destlatên Dagîrkeriyê; Û li nav Bajarê Efrînê rûdanên şahiyane tune bûn, û herheft encûmenên xwecihî dûrî pêngavên hatine avêtin bûn, û Kurd bi cejna wan pîroz nekirin weke çawa pûtûpêdan daye “Bîranîna Şoreşê” û hatina meha “Rojiyê” pîroz kiriye.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Kuştina ciwanekî negîhayî:
Li roja Çarşemê piştî nîvro/îkindî 13.03.2024. Z, piştî ku bi fen bire çandingeha “Hec Ibrahîm” li ser riya Gundê Tilsilorê – Başûrê Bajarê Cindirêsê ya ku malbata kujer ji sala 2018an. Z ve dest daniye ser û tê de rûniştiye, “Yamên Ehmed Ibrahîm” ji xelkê Navça “Sincarê” – Idlibê rabû bi lêdana deh derbên kêrê ciwanê Kurd ê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê /16/sal” şerjê kir, û termê wî di bîra avê ya çandingehê werkir; Û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ragîhandin ku wan kujer girtiye.
Û li gor zelalkirina xwediyên kuştiyê vêguneh, bavê wî ji heyvekê ve kujer “Yamên” ji karê di nanpêjgeha xwe de qewitandibû, û tu pevçûn an dijmantî di nav herdiwan de tune bû; Û hûrgiliyên tewanê diyar dikin ku tewan bi mebest û rijdeke pişinde û bi pilan hatiye kirin, û gûmanê çêdikin ku bêtirî kesekî tê de pişikdar/beşdar bûye.
Kujer gihîştî ye û nêzîkî Milîseyên “Nûr El’dîn Zenkî” ye, û gûman heye ku wî di nav refên wê de -weke leşker- kar dikir, û ev salix ji ser hate rakirin da ku li pêş dadgeha leşkerî netê dadgehkirin, û bo Hepsa “Maratê” ya navendî hate guhestin, û dê û bav û birayên wî jî di cihekî nenas de hatin veşartin.

Û xelkê Cindirêsê û Efrînê û tevahiya Kurdên Sûriyê li hundir û derve nûçeya şehîdbûna “Ehmed” ê negîhayî bi xemgînî û şermezarkirineke pir mezin pêşewaz kir, û bi hezaran ji wan di oxirkirina termê wî û xwepêşandanên pirotestokirinê yên gelek welatên Ewropî de pişikdar bûn; Û piştî derxistina termê wî ji bîrê, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” girseya xwepêşandêran ji pêş biryargeha xwe bi avêtina qurşînan bi ezmên de û karanîna bombeyên dûmanî ji hev belav kir.

= Pakrewanbûna temenmezinekê:
Li 09.03.2024. Z, Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê Gundê “Kibêşînê” – Çiyayê Lêlûn ya ku Milîseyên “Feyleq El’şam” desteser dikin topebaran kir, ji ber wê avêjtekin li maleke gund û makînak biçûk e hilgêran ketin, û di encamê de temenmezina Kurd “Erîfe Cimo Heyder /70/sal” şehîd ket, û hin din jî “Heyder Ebdo Heyder/80/sal, Cim’e Ebdo Heyder kurê Heyder/30/sal, Erîfe keça Cim’e Heyder/9/sal” bi awakî têvel birîndar bûn.

= Pakrewanbûna Xortekî:
Li 17.03.2024. Z, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê û milîseyên wê ji derdora Bajarê Tilrif’etê re – Bakurê Sûriyê (yê tijî koçberên zorane yên Efrînê), xort “Elî Ebid El’rehman Mihemed /18/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta şehîd ket, û Hemwelatî “Mihemed Sebrî Xalêd /44/sal” ji xelkê Gundê “Qopê/Hemşelekê” – Navça Reco birîndar bû.

= Mirina temenmezinekî ji kerba re:
Piştî ku Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” temenmezin “Arêf Umer Mihemed /65/sal” ji xelkê Gundê “Eşûnê” – Navça Bilbilê agahdar kir, ku divê destê xwe ji ser “rezê tirî” yê birayê xwe yê zorane koçberbûyî rake, bi ser ku wî ji şeş salan ve bi rêve dibir û vêrgî jî didan, ji ber wê bi celta ket, û li 02.03. 2024. Z jiyana xwe ji dest da.

= Lêdana ciwanekî negîhayî bi kêrê:
Li êvara Înê 15.03. 2024. Z, giropeke xortan ji anîndeyan bi kêrê li lingê ciwanê Kurd ê negîhayî “Rodî Mihemed Çeqel /16/sal” ji xelkê Bajarê Cindirêsê xist, li Kolana vêlat – Bajarê Efrînê, Taxa ku Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” têde çalak, û ew di nexweşxaneyekê de hate dermankirin.

= Ferekirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê:
Li 10.03.2024. Z, “Komela Destên Sipî/Cemiyit El’eyadî El’beyda’i” vekirina /80/perçemalî/şiqe yên niştecîbûnê yên nû -di nav pirojeya Gundê “Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî de- ragîhand, û komelê li 09.09.2023. Z belav kir, ku wê ji dema destpêkirina pirojeya Gundê “Besme” ve, avakirina /30/ yekîneyên niştecîbûnê = 360 perçemalî/şiqeyî bi dawî kiriye, û ta niha kar tê de berdewam e, û bi pereyên “Komela jiyankirina bi rûmet/El’eyş bîkerame – Felestîn 48”, a ku hesabekî xwe ji bo komkirina alîkariyan li ba Bengê “Hapo’alîm/Hapoalim” ê Isra’îlî vekiriye.

= Girtinine bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji dora heyvekê ve, Hemwelatî “Ebdela El’ferec kurê Reşîd /55/sal” û kurên wî “Ehmed, Reşîd, Ebid El’rehman, Ebdo – zarokekî pola şeşê” ji pêkhateya Ereb/Gundê “Tiltewîlê” – Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, bi tewanbariya/tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne; Herweha jî milîseyan dest danî ser “makînakê, tirektoreke çandiniyê, kilfetoreke ajotinê û du matorên dutekerî” yên malbatê.
– Li 20.03.2024. Z, Hemwelatî “Şahîn Sefer Seydo /45/sal” ji xelkê Gundê “Kosa”, bi behaneya pevçûnekê di navêna kurên wî û kurên anîndeyekî di dibistana gund de, li ser neradestkirina wî vêrgiya zêtê zeytûna ji berpirsiyarê gund re – Milîseyên “Feyleq El’şam”, û bo navenda Navça Bilbilê hate birin.

= Geregoşî û serberdayetî:
– Li êvara 22.03.2024. Z, pevçûnin di navêna du giropên çekdar ji Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” de derketin, di encama nelihevkirinê li ser belavkirina malina di pirojeya “El’emel 2” ya niştecîkirinê de/Çiyayê Turindê, cîgeha derbasgeha Bakur ji Çandingeha “Gobelê” ya girêdayî Gundê “Cilbirê” – Robariya, û di encamê de endamek hate kuştin û sisê din jî birîndar bûn.

= Binpêkirinine din:
– Li 14.03.2024. Z, anîndeyin ji Bajaroka “Encarê” (Gundewarê Heleb ê Rojava) /8/ darên gûzê yên temen bêtirî /25/salan, yên Hemwelatî “Necîb Nûrî” ji Gundê “Gewrika” – Navça Cindirêsê, yê ku Mlîseyên “Firqit El’hemzat”desteser dikin, ji bo êzingkirin û bazirganiyê qut kirin.
Zincîra tewanên lêxistina bi kêran ji ciwanên Kurd re di navboriya kêmtirî heyvekê de, asta kîndarî û zikreşiya ku di nav hêzên Dagîrkeriya Turkiyê û Milîseyên Sûrî û civaka derdorê de belavkirî aşkere dike, û armanc jê çêkirina veçekandinekê û peydakirina tirs û xofekê ji Kurdan re ye, ji bo koçberkirina zaro û kêmrûmetkirina wan.
23.03.2024.

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Pakrewanê ciwan ê Kurd ê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê”, Cindirês 13.03.2024. Z.
– Kujer “Yamên Ehmed Ibrahîm”.
– Topebarankirina G.”Kibêşînê” – Çiyayê Lêlûn, Pakrewana temenmezin ya Kurd “Erîfe Cimo Heyder” û yên birîndar “Heyder Ebdo Heyder, Erîfe Cum’e Heyder”.
– Pakrewanê ciwan ê Kurd “Elî Ebid El’rehman Mihemed”, Til’rif’et 17.03.2024. Z.
– Birîndar “Mihemed Sebrî Xalêd”, Til’rif’et 17.03.2024. Z.
– Temenmezinê Dilovanber “Arêf Umer Mihemed”.
– Birîndarê negîhayî “Rodî Mihemed Çeqel”, 15.03.2024. Z.
– Ferekirina G. “Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî, vekirina /80/ perçemalî/şiqe yên niştebûnê, 10.03.2024. Z.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 18 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 08-07-2024
Koblede elementer: 217
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 24-03-2024 (0 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 08-07-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 18-07-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 18-07-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 18 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Azad Karimi
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 524,216
Bilder 106,113
Bøker 19,752
Relaterte filer 99,175
Video 1,439
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
300,606

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,757

هەورامی 
65,717

عربي 
28,771

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,173

فارسی 
8,354

English 
7,155

Türkçe 
3,567

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,121

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Folders
Biografi - Kjønn - Kvinne Biografi - Nasjon - Kurd Dokumenter - Provinsen - Sør- Kurdistan Bibliotek - Provinsen - Utenfor Dokumenter - Provinsen - Norway Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Bok - Diverse Bibliotek - Bok - Kurdish Issue Biografi - Dialekt - Kurdisk - sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.64 andre!