Nav: Ebdo Mihemed
Nasnav: Reşo
Dîroka jidayîkbûnê: 1946
Cihê jidayîkbûnê #Efrîn#
Jîname:
Di sala 1946an de li gundê El-Ferferiyê hatiye dinê. Li Efrîn û Helebê xwendiye û Fakulteya Hunerî/Beşa Erdnîgarî/Zanîngeha Şamê qedandiye. Di dibistanên amadeyî yên Helebê de mamostetî kiriye, piştre li parêzgeha Helebê pisporê erdnîgariyê xebitî. Wî karê parêzvaniya nivîsgehî di şaxê Yekîtiya Nivîskarên Ereb de li Helebê kar kiriye. Wî xelata Çîroka Zarokan wergirt, ya ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî li Sûriyê di 1971 de hatiyeorgenîzekirin. Û xelat: Dar El-Fikr ji bo Kurteçîrokê di 1998an de wergirtiy. . Her wiha Xelata Çîrok ji bo Edebiyata Evînê li Qahîreyê di sala 2008an de wergirtiyr. Wî heta niha bêtirî bîst berhem weşandine, li gor malpera sûriya, ji wan:
_ Şapikê Şîn (çîrok ji bo zarokan), Şam 1975.
_ Faris Eyn Calût (çîrokên ji bo zarokan), Yekîtiya Nivîskarên Ereb, Şam, 1979.
_ Bilbilê Wêrek, Şam 1980.
_Pirtûka Zer, Şam 1983.
_ Holako li Bexdayê, Dar El-Hiwar Laziqiye 1984.
_ Napolyon li Qahîrayê, Dar El-Hiwar, Laziqiye 1984.
_ Çavên Li Erdê Dinêrin, Şam 1995.
_ Apê Mistefa û Çîrokên Gundê Min, Wezareta Rewşenbîrî, Şam, 1992.
_ El-Wel El-Mexrûr, Yekîtiya Nivîskarên Ereb, Şam 1995.
_ Heval, Yekîtiya Nivîskarên Ereb, Şam 1999.
Hêjayî gotinê ye ku Ebdo Mihemed di warî nivîskariyê de, bi dehan berhemên cuda cuda yên herikbar ji bîrdank û fikrên xwe derxistine pêş û kiriye di di temenê xwe de ya li ser ziman û wêjeyê berhemên bi nirx biafrîne û berhemên wê di pirtûkxaneyê were zêdekirin û dewlemedkirin ji nifşên nû re. Lewma berhemên ku heta niha derxiste ev in. Em dikarin bêjin ku ew heta van kêliyan jî xwedî berhemdar e.[1]