=KTML_Bold=Hilbijartineke ne wekî hilbijartinên din=KTML_End=
Rauf KARAKOÇAN
Ev hilbijartinên dawîn ên li Tirkiyeyê belkî jî di dîroka #Komara# Tirk de yên herî balkêş in. Mixabin welat di serdemeke pir krîtîk re derbas dibe. Hilbijartin li ser esasê hevpeymanên gelekî lawaz pêk tên. Ji bo propagandaya hilbijartinê pêşbaziya 'neteweperestiyê' tê kirin û PKK dikin mijara propagandaya hilbijartinan. Vîdeoyên montajên sexte yên bi PKK'ê ve girêdayî, tên amadekirin û bi derewan re didin pêşiya gel. Di tûra yekemîn a hilbijartinê de diz ketin sindoqan. Parlamentoya herî neteweperest a muhafazekar ji sindoqan derket. Saziyên anketan jî nikarin xwe li vê atmosfera sosret a hilbijartinê ragirin. Di encamê de tu nirxandineke normal a hilbijartinê nîn e.
Ji ber ku ji kevneşopa îslamî tê (ku ew jî cihê nîqaşê ye) Erdogan ê şefê AKP'ê, bi awayekî xwezayî xwe dispêre wê. Di nava 22 salên desthilatdariya xwe de ew qasî li dijî cewhera xwe ya îslamî tev geriya ku êdî mirov nizane kîjanê bêje, kîjanê nebêje. Esasê kesayetan nirxên wan in. Hema bêje di her mijarê de li dora qalibê xwe yê ji cewhera xwe dûrketî dimeşe. Bi gustîlkekê ket nava siyasete lê Tirkiye daqurtand. Lê belê divê em di warê diziyê de jî heqê wî nexwin. Erdogan dibêje “ez pisporê aboriyê me lê divê mirov serkeftina wî ya diziyê jî qebûl bike.
Ev hilbijartin yek ji wan hilijartinan bû ku herî zêde gotin jê de bê wate man. Tevgera yekser berovajî sozên ku hatine dayîn jî, pisporiyekê dixwaze. Li cem me gotin namûs e û tê parastin. Gelo ji gotinên xwe çerxkirin, rewşeke siyaseta Tirkan e yan girêdayî kesayetan e? Biryara vê jî bila xwendevan bidin.
22 salan me gelek tişt ji serokê AKP'ê Erdogan bihîstin. Li meydanan gelek caran sond xwarin lê piştre dev jê berda. Ew qas derew li ber xelkê kirin, kî dizane ka li ber Xwedê çi got? Welatek nemaye ku di polîtîkaya derve de pê re neketiye rikeberiyê. “Rêberê cîhanê” ye qaşo û pê re dikeve rikeberiyê. Digot “Heta ev can di vê bedenê de be, heta ku ev belengaz li ser vê peywirê be” û dida nav gotinan lê bi rastî jî meseleyek e ku mirov bikare wekî wî bi yekcarî tersî gotina xwe bike. Der barê Îsraîl, Misir û Sûriyeyê de gotin nema negot lê di halê hazir de her pê dizane ka ketiye çi halî.
Sînorê sozên di siyaseta navxweyî de dane, nîn e. Mînaka herî şênber ew e; piştî gotina 'pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e' ya li ser pirsgirêka Kurd, hat wê radeyê ku bibêje 'pirsgirêka Kurd nîn e'. Siyaset jî exlaq û rêgezên xwe hene. Lê kaaa! Derew hem ji hêla olî û hem jî ji hêla exlaqî ve ne caîz in. Ji ber ku ew di diziyê de serkeftî ne, ji bo derewan jî kes pê nikare. Derew jî ji bo Erdogan qadeke pisporiyê ye. Dikare mirovan bi 'hestên jidil' bixapîne. Ji bo afirandina girseyên ku bi derewan bawer dikin, di ser wî re kes nîn e. Dema ku cewher tune be, gotin jî bê wate dimîne.
Beriya her tiştî ev meseleya partiya Huda-Parê ji bo serkeftina di hilbijartinan de, nedihate hêvîkirin. Gaveke li gorî xwe avêtin; tifaqeke faşîst a paşverû ava kirin û bûn çalereşkek ku dê Tirkiyeyê daqurtîne. Yanî hatin vê dera ku divê lê bin. AKP-MHP-BBP-Huda Par- Ogan-Perînçek-Erbakan wek kembera neteweperest anku Tifaqa Cumhurê ketine çirava xwe. Dişibe tifaqa ku bi rêxistinên mîna DAIŞ, El Nusra û Heyet Tehrîr El Şam re li Sûriyeyê ava kirine.
Muharrem Înce mexdûr kirin. Kaset (komplo bû yan na) bû bela serê wî. Piştî ku bû namzetê serokkomariyê, jiyana xwe ya siyasî jî bi dawî kir. Herî dawî ji nav nivînên xwe yên li nexweşxaneyê dîmenek parve kir. Gotina “tu çi mêrek bû Muharrem” tê bîra mirov. Ji sedî 0,5 dengan hildan û hedê xwe zanî. Heke ji Erdogan kursiyek bixwesta, belkî jî nediket vê rewşê. Heke mirov behsa Dogu Perînçek jî neke, nabe. Ew û Partiya Vatan ku nimûneya ehmeqiya siyasî ne, ji xwe re cihek nedît ku lê bi cih bibe. Dema ku dît xuya nabe, da pey Erdogan. Madem dê bida pey Erdogan, çima ew çend xwe bêar kir û qilopilo kirin?
Mijara sereke ya ku di propogandayên hilbijartinan de derdikeve pêş, muhafazekarî û neteweperestî ye. Hem yên ku dixwestin li ser desthilatê bimînin û hem jî yên ku xwestin werin ser desthilatê jî bûne neteweperest. Xwedê axiriya gelên Tirkiyeyê xêr ke. Hilbijartin ma ji tûra duyemîn re û xîtaba neteweperestiyê jî tûjtir bû. Dema mijar dibe neteweperestî jî tişta ewilî tê bîra mirov jî dijminatiya Kurdan e. Lewma jî bêyî ku behsa PKK'ê bikin nikarin hevokekê jî bibêjin. Peyvên Qendîl ve Îmralî kirin sembol. Hema bila wisa be. Lê encam dê çi be; ew jî nayê pêşbînkirin.
Di vê hilbijartinê de Tirkiye ketiye turbulansê û bi tenê Kurd helwesta xwe ya siyasî ya birêgez nîşan didin. Tevî dostaniyên sexte, bêderfetî, êrişên dewletê, girtin, îşkence, îftira û astengiyên tifaqên Cumhur û Mîlletê jî, Kurd yekane hêz in ku sekna xwe ya siyasî naşikînin. Tirkiye divê gelek tiştan ji Kurdan hîn bibe. Kaptanê ku Tirkiyeyê ji vê turbulansê derxe, Kurd in. Di tûra duyemîn a hilbijartinê de jî dê bi vê erkê biçin ser sindoqan.
[1]