=KTML_Bold=Hilbijartinên qirêjî û nakok=KTML_End=
Rauf KARAKOÇAN
#Hilbijartin# ên 14’ê Gulanê ku bendewarî û hêviyên mezin jê hebûn, encamên nedihatin payîn, derxistin holê. Armanca tifaqên heyî bû cihê gumanan. Encamên hilbijartinê ji kê re bûn serkeftin, kî bi ser ket û kî têk çû? Kî kîjan encaman jê derdixe, şaşî çi bûn? Hilbijêr û girseyên partiyan, ji bo partiyan armanc in an alav in? Tevî pirsen wiha û bi fen û fût û diziyên xwe yên xuya û her wiha yên nexuya, hilbijartinek çêbû. Tevî ku hilbijartina serokkomariyê mabe tûra duyemîn jî, êdî modeleke Tirkiyeyê heye ku hilbijartin li ser sindoqan nayê qezenckirin.
Di propagandayên hilbijartinê yên desthilatdaran de, der barê siberojê de ji bo gel tu sozên wan ên cidî nebûn. Bi hêza xwe ya çapemeniyê, propagandaya bi derew, heqaret, dijûn û qarewarê û bi êrişên li ser PKK'ê kampanyaya xwe meşandin.
Opozîsyona ‘Maseya Şeşalî’ zimanekî hinekî din kampanyayeke aram û li ser bingeha projeyan bi rê ve bir. Gerçî alîyekê muxalif heye ku demokrasiyê dike navgîna bazaran. Partiyên mîna Deva, Gelecek, Demokrat, Saadetê ku marjînal in û di warê dengan de zêde qîmeta wan di nava gel de nîn in, li ser esasê ku bikevin meclise û kursiyan bi dest bixin, tifaqek ava kir. Li aliyê din, pêkhateya opozîsyonê ÎYÎ Partî, tevî ku cixizî jî kir jî, bi ferzkirina şert û mercên xwe li ser maseyê ma. Welhasil hevkariyeke li ser esasê parvekirina berjewendiyan bû.
Desteka Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji Kemal Kiliçdaroglu re ku Partiya Çepên Kesk pêkhateya wê ya sereke ye, wek nêzîkatiyeke erênî hate dîtin lê vê yekê hêza wê ya bazarê kêm kir. Sînan Ogan ê bi tifaqa ATA'yê ket hilbijartinan, bi qasî ji sedî 5 deng wergirt û rola Partiya Çepên Kesk ji xwe re bir. Li şûna siberoja welat, şertên xwe yên ji bo berjewendiya partiya xwe danîn holê û hewl dide ji xwe re parekê bibe.
Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û hevserokên HDP'ê diyar kir ku ew ê ji ber encamên hilbijartinan xwe rexne bikin û encamên heyî binirxînin. Ji ber ku girseyeke wan a polîtîk heye, ev yek pêwîst e. Tifaqa wan bi TÎP'ê re di nava girseyê de nîqaş çêkir. Li şûna tifaqeke serketinê, veguherî karê hilgirtina TÎP'ê li ser pişta xwe û veguhastina parlamentoyê. Hewldanên TÎP'ê yên keysbazkirina tifaqê, her wiha helwest û retorîka wê, di nava girseya Çepên Kesk de bû sedema nerehetiyê, bû pirsgirêk. Li vir jî mesele bû bazara li ser berjewendiyan. Li dijî faşîzma ku desthilata Tirkiyeyê xistiye destê xwe, têkoşînek heye. Di vê têkoşînê de bê guman pêwîstiyek e ku li ser esasê rêgezan tifaq û yekitiya hêzan ava bikin. Dema berjewendiyên partiyan derketin pêş, bê guman dê firsendên dîrokî jî bên pûçkirin.
AKP-MHP a faşîst û tifaqa Cûmhûr bi destwerdana li sindoqan hewl da di hilbijartinan de bi ser bikeve, tevî ku propagandaya wê ya neteweperest li ser girseya wê bi bandor bû. Gelek bêhiqûqî hatin belgekirin û bi rêya bikaranîna hêza dewletê ku ewlehiya sindoqan tune bû, encam bi dest xistin. Sextekarî û diziyeke eşkere hebû û dengên Partiya Çepên Kesk li bajarên Kurdistanê li ser navê MHP'ê qeyd kirin. Her wiha teqez e ku heke pêşbaziyeke demokratîk tune be, hilbijartineke demokratîk jî çênabe. Sedema ku encamên hilbijartinê hemû şîrketên ankêtan şaş kirin jî, destwerdana li sindoqan bû.
Encamên sindoqan êdî ne ew encam in ku vîna rasteqîn a azad a hilbijêran temsîl dikin. Pir jî ne rast e ku mirov bibêje meylên neteweperest, olperest û faşîst bi sextekariyan bi ser ketine. Lê belê divê were zanîn ku pirsgirêkeke cidî ya opozîsyonê heye. Pêkhateyên Tifaqa Mîllet ne xwedî perspektîfekê ne ku rê li ber siyaseta xitimî vekin. Qet nebe, li hember pirsgirêka Kurd korbûneke siyasî heye. Heta ku ev neyê derbaskirin, pirsgirêk bi tenê bi guhertina desthilatê çareser nabin. Çi Tifaqa Cûmhûrê, çi Mîllet, çi jî partiyên tifaqa ATA'yê, ji bo hemûyan xeta sor; prensîbên netewedewletê yên hişk û hişmendiya yekperest e. Bi awayekî xwezayî dijberiya Kurdan e. Bendewariya Kurdan a ji hilbijartinê ji bazaran wêdetir, tenê vekirina deriyê demokrasiyê û vekirina rêya siyaseta xitimî ye. Armanca piştgiriya wan a bê şert û merc a ji bo namzetê serokkomariyê Kiliçdaroglu jî ev e.
Bi partiyên siyasî yên li ser spektruma siyasî ya ji bilî Tifaqa Ked û Azadiyê, demokrasî û maf, hiqûq û edalet, nikarin bên Tirkiyeyê. Di hevkêşeyeke siyasî ya bêyî Kurdan de, tu siberojeke Tirkiyeyê jî nîn e. Ji ber vê yekê, bê wate ye ku bendewarî û hêviyên gelekî zêde ji hilbijartinê hebin. Divê bê zanîn ku têkoşîna demokrasiyê bi tenê bi hilbijartinan nabe. Têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê têkoşîneke demdirêj e. Gel çi qasî bi rêxistin bibe ew qasî mafê xwetemsîlkirinê bi dest dixe.
Tifaqên partiyên ku îdîa dikin çepgir, sosyalîst, şoreşger û demokrat in, divê li şûna tifaqên tenê ji bo hilbijartinan, têkoşîneke demdirêj ji xwe re bikin esas. Partiyên ku nekarîn vê tifaqê pêk bînin, şensê wan nîn e ku bi tena serê xwe siyasetê bikin. Ev serpêhatiya biêş di partiyên çepgir ên Tirkan de gelekî çêbû. Bi salan e ku dema bi stratejiyên siyasî yên klasîk, qalibên zîhniyeta dogmatîk, feraseta populîst a siyasetê, xwegirtina li bin baskên dewletê û têkoşîna li dijî avaniya fermî ya faşîst û nîjadperest a dewletê bi dawî bûye.
Hilbijartina serokkomariyê ku qonaxa duyemîn a hilbijartinên qirêjî û nakok e, divê bi derxistina dersên ji têkçûnê bê dîtin. Firsenda hilweşandina dîktator hê jî gelekî xurt e. Piraniya gel ji bo guhertinê biryara xwe daye. Yekane şertê qezenckirinê jî xwedîderketina li sindoqan e.[1]