图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,737
图片 105,968
书籍 19,356
相关文件 97,452
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şêrko Bêkes
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي1
فارسی0
Türkçe11
עברית0
Deutsch1
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes
Şêrko Bêkes (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Sherko Bekas; z. 2 gulan 1940 – m. 4 tebax 2013) helbestvanekî kurd bû û yek ji mirovên herî dahêner û bilîmet ên wêje û helbestvaniya kurdî yên hevdem bû.

Jiyana wî:
Di 2ê gulana 1940î de li taxa Goyjeya Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê helbestvanê navdar Faiq (Fayeq) Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye.
Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Li Bexdayê zanîngeh jî qedandiye û pirtûka xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968an de çap kiriye. Di sala 1969an de pirtûka wî ya duyem jî derxistiye.
Bêkes, di hevpeyvîneke ligel nivîskar Mehmed Uzun de got ku, ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin.
Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî.
Di serê sala 1970î de di nava tevgera Ruwange de cîh digire. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyeke nû vedike û helbesta nûjen derdikeve holê. Bi vê beyannameyê di her hêlê de bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî nivîskar û helbestvanên kurd Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kakemem Botanî kovareke bi navê Rwanya derxistin.
Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an, hikûmeta Îraqê Bêkes şand sirgunê, bo başûrê Îraqê, bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Di 1979an de Bêkes vedigere Silêmaniyê.
Şêrko Bêkes di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû, careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û dibe pêşmerge. Di 1986an de ber bi derveyî welêt wek penaber çû Îtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî.
Di 1991/1992an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wekîlê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê wî îstifa kir û vegeriya Swêdê.
Di sala 1998an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz dike û Bêkes dibe serokê dezgeh.
Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîv hatibû dermankirin, di 4ê tebaxa 2013an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çûye ber dilovaniya Xwedê. Şaîrê gewre yê kurd ku di 73 saliya temenê xwe de bû, li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye.

Berhemên wî:
Şêrko Bêkes helbestên xwe bi zaravayê soranî dinivîsandin. Ji ber vê yekê her çiqas ew bi kesaniyeta xwe were naskirin jî helbestên wî li bakur zêde nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li hatine wergerandin bo kurmancî.
Heya niha 20 pirtûkên wî yên helbestan hatine çapkirin. Pirtûkên wî bi gellek zimanan wek yewnanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî û swêdî hatine wergerandin.

Bi soranî:
. Tirîfey hellbest (1968), dîwana helbestan, Îraq.
. Kawey Asinger (1971), dastaneke helbestî ya ser şanoyê, Îran.
. Min tînuyetîm be gir eşkêt (1973), dîwan.
. Askîm (1976).
. Kazîwe (1978), dîwana kurteşiîran.
. Rûbar (1986), dîwana çîrokşiîran.
. Kursî .
. Êsta kiçêkî nîştimanime .
. Keşkollî pêşmerge .
. Dall (1989), çîrokeşiîr, Swêd.
. Derbendî pepûle (1991), Swêd.
. Dîwana Şêrko Bêkes, I (Sara, 1990), Swêd.
. Dîwana Şêrko Bêkes, II (1992), Swêd.
. Dîwana Şêrko Bêkes, III (1995), Swêd.
. Mêrgî zam, mêgî hetaw (1996), Swêd.
. Xaç u mar u rojjimêrî şaîrê (1997), romaneşiîr, Swêd.
. Bonname (1998), helbest, Kurdistan.
. Çirakanî ser Helemût (1999), helbest, Kurdistan.
. Piyawî la darsew (2001), helbest, Kurdistan.
. Qesîdey rengdan (2001), helbest, Kurdistan.
. Ezmûn 1985-2000 (2001), Kurdistan.
. Jîn u baran (2001), helbest, Kurdistan.
. Xom ew wextey balindem! (2002), helbest, Kurdistan.
. Kukuxîtiya bizêweke (2003), helbest, Kurdistan.
. Espêk le perrey gullalle.
. Helbestên bijartî yên Şêrko Bêkes (Mil, Pilûrey x Zayelle : Çwar biray qurbanî leyek mallî Kerkûkda!, Adan û hwd) di salên 2010-2011an de li kovara Rexney Çawdêr jî derketin.

Wergerên bo kurmancî:
. Gulbijêrek ji helbestên Şêrko Bêkes (1991).
. Ji nav şiîrên min (1995/2001). Wergêr: Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb. Avesta. Helbestên bijartî ji dîwana Şêrko Bêkes in.
. Dev ji min berde ez dixwazim biçim (2007). Belki.
. Hemû helbest (2012). Wergêr: Sîrwan Rehîm û Muhsî Ozdemîr. Ronahî, Amed.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览13,173
HashTag
来源
挂钩项目: 10
小组: 传记
No specified T3 82: 苏莱曼尼亚
No specified T3 85: 南库尔德斯坦
人键: 诗人
性别:
Technical Metadata
项目质量: 84%
84%
添加( هاوڕێ باخەوان 21-09-2013
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):18-07-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览13,173
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.125 KB 21-09-2013 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,737
图片 105,968
书籍 19,356
相关文件 97,452
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!