图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,451
图片 105,715
书籍 19,693
相关文件 98,577
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şêx Evdirehmanê Axtepî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî
Şêx Evdirehmanê Axtepî (b. 1850 Çinar - m. 1905 Amed) felsefevan, astronom û alimekî kurd yê sedsala 19'an e.
Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha Rebî'ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, yan 29ê Adarê jî, li Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Pirtûkeke wî heye bi navê Rewdneîm ku ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tipguhaztin. Tê de qala wesfên Muhemmed pêxember û mîraca wî kiriye. Pirtûk mênzûm e, û 360 rûpel in. Pirtûk di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman texlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurmancî û kurmancan kiriye.
Kurdîzan Aleksandr Jaba jî di pirtûka xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi zimanê fransî nivîsandine.
Jiyan
Şêx Evdirehman despêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepe û li nik bavê xwe kiriye. Piştre çûye li Başûrê Kurdistanê di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepeyê û li şûna li Xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx Muhemmed Can li Şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şênde vegeriyaye hatiye Axtepeyê.
Îcar piştre Şêx Evdirihmên dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, li wî karê pîroz domadiye.
Wefata wî jî Romî 16'ê Adarê 1326 e. Ev tarîxa bi Mîladî dibe 29'ê adarê 1910. Dema ku Şêxê bi navûdeng wefa kiriye, gelê Kurdê wefadar çardara wî li ser dest û milên xwe ji Amedê hilgirtiye û birine gundê Axtepeyê, wî li kêleka bavê wî Şêx Hesenê Nûranî veşartine.
Berhemên Evdirehmanê Axtepî
1) Rewdneîm
Ev pirtûka bi navê Rewdneîm ya herî mezin e û xwerû bi zaravayê kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Muhemmed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Mihemed Pêxember a Mî’racê beyan dike. Lê belê di nava wan helbestên olî de, Şêx hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser Tirk û Ereb û Farisan. Ew nusxeya orîjînal a Rewdneîmê ku Şêx Evdirehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Nivîskarê vê pirtûkê, ew di 1965-66an de li ba Evdirehmanê nebiyê wî dîtiye.
Şêx Evdirehmanê Axtepî, çewa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 1302yên (1884) Hicrî de nivîsîye. Tê de 4.531 malik hene.
2) Dîwana Rûhî
Ev pirtûka Şêx Evdirehmanê Axtepî, bi navê Dîwana Rûhî hatiye naskirin. Çewa ku li pêş jî hatiye gotin, Rûhî bernavkê yan nasnavê Şêxê nemir e ku wî di helbestan de ji bo xwe bi kar aniye. Dîwan di sala 1293ê Hicrî (1876) de hatiye nivîsandin. Bi tevayî 28 beş in û 471 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jmar in. Her beşek li ser jmareke kifş bi kiteyan dikişe û hin malikên pêncok jî tê de hene.
Ev pirtûk jî, cara pêşî, di yazdehê Gulana 1980yî de bi destê Mele Zeynelabidînê Amedî, her dîsa bi elîfbêtina erebî hatiye çapkirin. Piştre, Zeynelabidin Zinar jî ew di sala 1988an de, ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latênî û di eyni salê de jî, weşanxaneya ”Jîna Nû” di meha Êlûnê de li Swêdê, bajarê Uppsalayê çap kiriye.
3) Kitabu Keşfîz’zelam
Ev pirtûk xwerûbi zimanê Erebî ye û li ser fikra baweriyên cuda yên di ola Îslamê de hatiye nivîsandin. Pirtûk 35 rûpel e. Lê heta niha jî çap nebûye
4) Kîtab ul-Ebrîz
Şêx Evdirehman Axtepî, vê pirtûkê jî bi zimanê Erebî nivîsîye. Li ser eyişandin û îsbata Quranê ye ku pirtûkeke asîmanî ye û ku ji aliyê Xwedê ve, ji Muhemmed pêxember re hatiye hinartin. Pirtûk 81 rûpel e û heta niha çap nebûye.
5) Mînhac-ul Usûl
Şêx Evdirehman Axtepî ev pitûk bi zimanê erebî li ser Fiqiha olî nivîsiye û 50 rûpel e.
6) Astronomî
Ev pirtûk li ser astronomiyê hatiye nivîsandin û tevgera stêrk, hîv, roj û ya exteran şirove dike, herweha Şêx Evdirehman Axtepî gutlek di rengê dinyayê de ji dara gûzê çêkiriye û li serê parzemînan jî daye nîşandan.
7) Teqwîma Romî
Ev salnameya ku Şêxê nemir nivîsiye, çaxê rojan xasma jî nivêjan bi roj, heftî, meh û sal daye xuyakirin. Pirtûk 18 rûpel e.
8) Serf û Nehw
Ev pirtûka ku 50 rûpel e li ser rêziman û kêşana zimanê erebî û bi zimanê erebî hatiye nivîsandin.
9) Pirtûka Tibbê
Ev pirtûk li ser nexweşiyan hatiye nivîsandin û Şêx Evdirehman Axtepî kîjan derman ji bo kîjan nexweşiyê ye diyar kiriye.
10) Rîsale
Şêx Evdirehman Axtepî vê berhemê di 1894an de wek rîsale ango name nivîsiye.
11) Mentiq
Şêxê nemir li ser mentiq û felsefê du cild nivîsîne û her yek 90 rûpel e.
12) Rabîtte
Şêx Evdirehman Axtepî li ser rabîteyê nivîsiye, delîl û rîwayet anîne ku li gor Mewlana Xalid çewa rêçik tê meşandin.
13) Edeb û Adab
Pirtûk li ser prensîb û fezîleta kirina emel li gor rêçika Nexşebendî nivîsiye. Pirtûk herwekî pirtûka destan e ku mirîdên rêçika Nexşebendî bixwînin. Têgotin ku Şêx Evdirehman Axtepî çend berhemên din jî nivîsîne, lê niha ew li holê nayên xûyakirin, dibe ku ji aliyê leşkerên dewletê ve hatine şewitandin.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览4,879
HashTag
来源
挂钩项目: 3
小组: 传记
人键: 诗人
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( هاوڕێ باخەوان 16-09-2014
此产品最近更新():31-01-2020
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览4,879
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.119 KB 16-09-2014 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,451
图片 105,715
书籍 19,693
相关文件 98,577
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!