Şêx Hesenê Nûranî (1786 Amed - 1865 Amed) alimê Îslamê û nivîskarê kurd e. Malbata Şêx Hesenê Nûranî bi gundê xwe yê Axtepeyê hatiye naskirin. Ev gund girêdayê bi qeza Çinara Amedê ve ye. Çar kurên Şêx Hesenê Nûranî hebûn: Şêx Evdirehman, Şêx Muhemmed Can e, Şêx Muhemmed Sîrac û Şêx Muhemmed Nûr.
Şêx Hesenê Nûranî yek ji Şêxên bi navûdeng ê Rêçika Neqşîbendî bû. Di herêmê de xwedîrêz û giranbihatiyeka wî ya mezin hebû. Di pey wî de, çi kesê ku ji Famîlê rabûye, hê bêtir bi bal welatparêziyê ve, xasma di warê nivîsandina bi zimanê kurdî de gavine fireh avêtiye û qelemşoriyeke mezin kiriye û berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsîne.
Çendî ku bi dehan mirovên hêja, zana û bîrewer ji Malbata Şêx Hesenê Nûranî rabûne û niha jî bi dehan kesên wisa hene, lê belê emê pêşî li ser Şêx Evdirehman û pirtûkên wî, di pey de li ser herdu kurên wî, Muhemmedê Kerbelayî û Şêx Eskerî, piştre jî li ser Şêx Muhemmed Canê birayê Şêx Evdirehmanê Axtepî binivîsin. Da ku xwendevanên Kurd, vê Malbata hêja rind binasin û ger bi hindikî be jî, sûd ji berhemên wan bibînin. [1]