图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,999
图片 106,359
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
Bedîuzzeman Seîd #Nûrs#î, yan Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (z. 1878 li Nors/Nûrs, Xîzan − m. 23'ê adarê 1960 li #Riha#) fîlozof û nivîskarekî Îslamê ye ku jê re Bedîuzzeman (Di dema wî de kes asayê wî tune) tê gotin. Di dîroka Îslamê de çar kes xwediyê vê şerefa mezin bûne. Muellifê Kulliyata Risaleyên Nûr .
$Jiyana Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî$
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di sala 1878'an de (navbera 5 rêbendan - 12 adar) li bajarê Bedlîsê, navçeya Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye. Bavê wî sofî Mîrze, dêya wî jî Nûre xanim bû[4]. Tehsîla pêşîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Beşdarî Şerê cîhanî yê yekem dibe. Li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paşê vedigere welêt. Di tevgera welatperweriyê de xebata xwe domand. Paşê, dev ji van xebatan berda û bi temamî xwe da rêya dînî. Di vê xebatê de dijayetiya rejîmê kişand. Li gelek deran heps û sirgûnî kişand. Li Ruhayê di 23 adara sala 1960 de çû ser heqiya xwe.
Di pirtûka xwe ya Munazeratê de, Bedîuzzeman gotiye Mirin roja newroza me ye. Pirr balkêş e ku du roj piştî Newrozê û hem di sibeha şeveke Leylet-ul Qedrê de wefat kiriye.
$Perwerdehî$
Bedîuzzeman Seîd Nûrsî di sala 1878an de li Nûrsê gundekî Xîzanê navçeya #Bidlîs#ê ji dayik bû. Perwerdahiya pêşîn ji Mela Ebdullah girt. Îcazeta xwe li Bazîdê li Medresa Şêx Mihemed Celalî stand. Navê Bedîuzzeman (بَديعُ الزَّمان Badî' az-zamân) lê hat danîn ji ber ku di zanîna Îslamî de pir pêşveçuyî bû, di nav civata Îslamzanan de cîhek zaf mezin digirt. Di sala 1894an de li pirtûkxaneya Bidlîsê du sal xwendina xwe berdewam kir û di Ulema Îslamî de bû xwedî navekî giran. Ji wir çû Wanê. 10 sal li Wanê ma. Xebatên xwe li wir berdewam kir.
Di hengama ku li bajarê Wanê ma, di qonaxa waliyê Wanê de pirtûkên hemdem û yên li ser zanistên fenî dîtin û bi balkêşî ew zanistên hanê di demeke kurt de bidest xistin. Di jiyana xwe ya li bajarê Wanê de pirtûkek li ser matematîkê jî nivîsandiye, lê mixabin ew pirtûk di agirekî de şewitiye[çavkanî pêwîst e].
Li qonaxa walî di rojnameyekê de vê nûçeyê dibîne: yan divê em hemû Quranan ji nav misilmanan hilînin yan jî misilmanan ji Quranê sar bikin. Jiholêrakirina hemû Quranan bêîmkan e lê divê em bi awayekî misilmanan ji Quranê sar bikin. Yan na heta ku Quran di destê wan de be em bi ti awayî nikarin li wan hikim bikin. Li ser vê nûçeya hanê Xîreta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya dînî difûre û wiha dibêje Ez'ê nîşanî hemû cîhanê bidim ku Quran xwedî ronahiyekê ye ku ne vedimire û ne jî dikare bê vemirandin!
Li ser vê yekê berê xwe dide paytextê osmanî Stembolê û li wê derê di xaneya Şekercî de odeyekê kirê dike û li ser deriyê wê odê lewheyeke balkêş darde dike: ji hemû pirsan re bersiv heye, lê ji ti kesî pirs nayên kirin. Li ser vê daxuyaniya balkêş bi sedan kes ji ehlê ilm û zanistê berê xwe didin xana şekirciyan û pirsên xwe yên herî zor jê dikin. Ew jî bi alikariya Xwedayê Zane bê dudilî û xeletî bersivê li hemûyan vedigere. Li ser vê yekê navê wî di nav cîhana zanayên paytext de jî pêl bi pêl belav dibe û navdar dibe. Dema ku rektorê zanîngeha el-Ezherê ji bo serîdanekê hatiye Stembolê, alimên wê derê jê lawa dikin ku bi Bedîuzzeman Seîdê Kurdî re têkeve nîqaşê. Ew alimê han jî ji bo ku asta zanistiya wî bipîve, pirseke wiha jê dike: Gelo nerîna te derbarê Ewropa û Osmaniyan çi ye? Bedîuzzeman bersivê lê vedigerîne: Ewropa bi dewleteke îslamî avis e û dê rojekê ji dayîk bibe. Osmanî jî bi dewleteke ewropî avis e û dê rojekê ji dayîk bibe! Li ser vê bersivê rektorê el-Ezherê wiha dibêje: Ez jî di heman nerînê de bûm, lê tenê Bedîuzzeman dikare bi vê kurtayê bilêv bike. Naxwe bi vî xortî re kes nikare têkeve nîqaşê û zora wî bibe
$Zanîngeha Zehra$
Xewna wî ya herî girîng ew bû ku li Wanê zanîngeheke Îslamî bi navê Medreseya Zehra were avakirin.
Ev daxwaza xwe ragihand padişahê Osmanî. Guh nedan gotinên wî û ew berê avêtin timarxanê, paşê ji wir girtin avêtin girtîxanê. Piştî serbestberdana wî li Stembolê di xîtaba li Hurrîye de ji gel re got ku Meşrûtiye ne tiştekî dijî Îslamê ye. Ew axaftin di rojnamên wê demê de hat weşandin.
Di sala 1910an de zivirî welêt û hat Wanê. Li bajarên Kurdistan geriya, çû Mûş, Bidlîs, Çolemêrg, Amed û Rihayê. Li wan deran di nivîs û axaftinên xwe yên bi navê Munazerat de bi serokê eşîrên kurdan re li ser buyerên demê peyivî. Di sala pey wî de çû Şamê û di mizgefta emewî de xutbek li ser kêşeyên siyasî, aborî û civatî yên civata Îslamê da. Ew xutbe paşê bi navê Xutbeya Şamê hat çapkirin.
Ji Şamê hat Stembolê û tev li gerra Siltan Reşad li welatên rojhilatê bû. Li Skopiyeyê tev li hîmavitina Zanîngehê bû. Dema ji ber Şerê Balkanê ew proje hat sekinandin, bi hikûmeta osmanî da pejirandin, ku ew texsîsata Zanîngeha Skopiyê li Medresa Zehra were guhêztin. Paşê hat Wanê. Hîmê Zanîngeha Zehra di sala 1913an de li kêleka behra Wanê, li Artemîtê hat avitin. Lê ji ber destpêkirina Şerê Cîhanî yê yekem avakirin rawest.
Di vê navberê de pêwendiyên xwe bi kurdên li Stembolê re çêdikir serî dida qehwexaneyên ku kurd lê rûdiniştin û di ber xwe dida ku wan hişyar bike û yekîtiya navxweyî çêbike da ku bi saya vê yekîtiyê hem namûsa kurdayetiyê û hem jî ya alema îslamê rizgar bike.
=KTML_ImageCaption_Begin==KTML_StyleDiv=width:30%;height:20%;float:right;=KTML_ImageCaption_Target_Link=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2020/380780/0003.JPG=KTML_ImageCaption_Title=Bedîuzzeman Seîdê Kurdî=KTML_ImageCaption_CaptionStyle=000000=KTML_ImageCaption_Caption=Bedîuzzeman Seîdê Kurdî=KTML_ImageCaption_End=
Ji bo nimûne maqaleyeke xwe de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî nexweşî û çareseriya nexweşiyên kurda û qenciyên wan weha rêz dike.
« Ey gelî kurdan! Îttifaqê de quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet heye. Kabika Îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek îslamiyet e, ku hezar xûna şehîdan buhayê wê dane. Ê duduwan însaniyet, ku lazim e em nezera xelqê de, bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyeta xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisêyan, milliyeta me ye, ku mezîyet da me, ê berê ku bi qenciya xwe saxin, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Stembolê delîla wê ye. Ê duduwan cehalet û bêxwendinî ku hezar ji me da yek qezete-rojname nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisêyan dujminî û îxtilaf e, ku ew 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukumet jî ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir. ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dujminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê ewil merîfet û xwendin e. Ê duduwan îtifaq û muhebeta millî ye. Ê sisêyan însanê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesîyeta paşê: xwandin, xwandin, xwandin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin.
$Weşanên Nûbihar$
Rîsaleya Biratiyê
Peyivên Biçûk
Peyiva Bîst û Sêyemîn
Vateyê Qijkekî (Kirmanckî/Zazakî)
Munazerat (Digel Metnê Tirkî)
$Weşanên Zehra$
Pirtûkên piçûk
Xutbeya Şamê
Munazerat
Mûcizeyên Qur'anê
Mûcizeyên Ehmedî
Dîwana Herba Urfî
Rîsaleya Munacatê
Rîsaleyên Îxlasê
Rîsaleyên Remezan û Îqtisad û Şukrê
Rîsaleya Mîrac û Şeqqa Qemerê
Rîsaleya Nexweşan
Pirtûkên mezin
Dersên Civakî
Mesnewîya Nûriye
Mektûbat
Weşanên Envar
Peyvên Biçûk
$Weşanên RNK$
Peyvên Biçûk - Peyva Bîst û Sêyemîn - Mektûba Bîstemîn
$Weşanên Weqfa Xizmet (Hizmet Vakfı)$
Rîsaleya Siruştê
Kelîmeya Bîst û Sisêyan
Rîsaleya Uxuwwetê
Şehadetnameya du Dibistanên Musîbetê Yan Jî Dîwana Herba Urfî û Seîdê Kurdî
Rîsaleya Nexweşan
Rêbera Ciwanan
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,355
HashTag
来源
相关文件: 3
挂钩项目: 5
小组: 传记
Date of Death: 23-03-1960
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Badlees属性
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
Place of Residence: Kurdistan
人键: 宗教
人键: 作家
性别:
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ڕێکخراوی کوردیپێدیا 29-02-2020
本文已被审查并发布( سەریاس ئەحمەد )on01-03-2020
此产品最近更新( سەریاس ئەحمەد ):01-03-2020
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,355
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.166 KB 29-02-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,999
图片 106,359
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!