Mêrê avis yek ji pirtûkên çîrokan yên nivîskarê kurd #Helîm Yûsiv# e. Pirtûk cara pêşîn li sala 1991ê bi zimanê erebî li Şamê derkevt. Paştir, li sala 1997ê, weşanxaneya Avesta ew pirtûk bi zimanê kurdî li Stembolê çap kir. Nusxeya elmanî ya vê pirtûkê bi paçveya Heidi Karge li sala 2004ê derkevt.