图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,059
图片 106,717
书籍 19,304
相关文件 97,341
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Siyahpûş
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی1
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siyahpûş

Siyahpûş
Siyahpûş, Sîyahpûş helbestvanekî kurd bû.
Şairê kurd ê bi nav û deng, Muhammed Cewad naskirî bi Siyahpûş tê gotin ku ji Rojhilatê Kurdistanê an li gor Celîlê Celîl, li Ûrmiyeyê ye. Ew demek li Tehranê, pişt re jî li Bexdayê maye. Siyahpûş pir geriyaye. Dawî hatiye herêma Silîva li ba Ferhoyê Inzêr Axa maye. Ferhoyê Inzêr Axa, serokê eşîra silîva bûye ku ev di rastiyê de konfederasyoneke eşîran bûye. Lewra di nav eşîra silîva de gelek êl û eşîrên din jî cî girtine. Her wiha sînorê herêma Silîva jî ji deşta Bismil bigire heya nêzî sînorên Sasonê berfireh e. Paşê tirkan di fermiyetê de navê herêmê li bajaroka kevnare Farqînê kirine.
Ji ber diyalogek ku di nav Ferhoyê Inzêr Axa û Siyahpûş de derbas dibe û ji devan heya îroj hatiye, tê zanîn ku Siyahpûş demek li ba wî, li gundê Hilêliyê maye. Ferhoyê Inzêr Axa, pişt re ji ber serî li ber osmaniyan danayne, bi alîkariya eşîrên din û bi xap tê girtin û osmanî ew li qazoxê dixin û dikujin. Diyaloga navbera Siyahpoş û Ferhoyê Inzêr Axa jî, li ser vê ye ji xwe. Tê gotin ku rojek Ferho ji Siyahpoş dipirse: Ka bêje Siyahpoş, ez axayekî çewa me? Siyahpoş: Axayê min, ez bêjim tê min bikujî, newêrim. Piştî Ferho bawerî didê ku çi jî bêje dê dest nedê, Siyahpoş weha dibêje: Axayê min, xweş axa ye lê qûna wî qûna qazoxa ye. Îcar tê gotin ku ji ber Ferho timî li dijî osmaniyan derdiket û osmanî sonda Ferho xwaribûn ku dê wî bigirin û li qazoxa bixin, Siyahpoş jî gihîştiye encameke weha.
Siyahpoş, pişt re li gundekî çiya yê Farqînê li Kurbeytê bi cî dibe. Ew herêma çiya bi giştî mîna Narik tê binavkirin. Pir gund lê hene û li gel ku her yek navê xwe heye jî, bi giştî dibêjin gundên Narikê, an jî ji gundiyan re dibêjin narikî jî. Narikî bi diziya xwe navdar bûne. Heya dema ku ez li Farqînê bûm jî, rastiya vê yekê hebû, lê niha çewan e, nizanim. Tê gotin ku rojek gundî mirîşkên Siyahpoş didizin. Siyahpoş bi serê xwe ye û nikare tu tiştek jî bike, an li dijî gundiyan derkeve. Ji xizanî û êşa xwe radibe helbestek li ser diziya mirîşkên xwe dinivîse: Ehlê Narik ehlê nar in/ bi dev dost in bi dil neyar in/ Sê mirîşkên Siyahpoş hebûn ew jî xwarin.
Ji ber ku tê zanîn Ferhoyê Inzêr Axa di nîveka pêşîn a sedsala 1700î de jiya ye, loma jî tê zanîn ku Siyahpoş jî di wan deman de, ango nêzî 300 sal berê jiya ye.
Di sala 1961î de, welatparêzê mezin, cangoriyê welatê xwe Mele Evdilkerîm Ceyhan û Şêx Mîsbahê Silîvî, diçin gundê Kurbeytê û gora Siyahpoş ku êdî çend kevir jê mane, ji nû ve çê dikin û li ser kêlika wî bi tîpên erebî navê wî didine nivîsîn.
Dîwana wî ya bi nav û deng Seyf ul-milûk e. Dîwan, di serdaneke birêz Celîle Celîl a Amedê de, li ser daxwaza wî, demek li balê ma û çû heya paytexta Viyanaya Awistiryayê. Tê zanîn ku Celîle Celîl li ser Siyahpoş lêkolîneke hêja jî kiriye, her çendî derbarê jiyana Sîyahpoş de hin agahiyên kêm dabin jî, pirtûkek bi navê ”Seyf ul-miluk / Siyahpûş” jî amade kiriye û pirtûk di sala 2000î de hatiye çapkirin[çavkanî pêwîst e].
Seyf ul-milûk û Melke Xatûn Di edebiyata kurdî de Siyahpoş di nav navdarên herî mezin de cih digre. Li gor riwayetekê di sala 1820an de, li gor riwayetekê din jî di sala 1779an de Xwedê daye. Ji şi’irên wî fêm dibe ku ji kurdên Îranê ye. Ji bo xwendinê li gelek deveran geriyaye û demek dirêj jî li Farqînê maye. Kitêba wî Seyf ul-Milûk û Bedî ul-Cemal mesnewiyek e û nivîskar xezelên gelek xweş di navbera beşên vê mesnewiyê de danîne.
Siyahpûş stêrkeke geş e di ezmanê huner û wêjeya kurdî de. Kaneke teyîsî ye di kûrahiya deryaya çand û helbestên klasîk a kurdî de. Siyapûş nivîskarekî kurd ê bi nav û deng e. Berhemên gelek hêja jê mane. Lê ev berhemên wî wekî destnivîs mane û heta niha nehatine çapandin. Jînenîgariya wî jî ne diyar e û rengê niştecihiya wî jî ne zelal e. Bes, di pirtûka xwe ya Seyfilmilûk de dibêje; Wekî min hiştî Îran û berê xwe daye Bexdayê û ji devoka wî jî tê xuyan ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Dîsa di malikeke pirtûka wî ya bi navê Seyfilmilûk de bi hesaba ebcedê dîroka çaxê jîna wî derdikeve ber çavan. Weha dibêjê Siyapûş; “Bi avzêrê nivîsî xetê kûfî/ Temam ebced ji yekî ta u'lûfî/ Mueʼllim da bi dest wan lewhê sîmîn/ Bi carek elîf û bê kirne telqîn”. Di malikê de, rêza “Bi carek elif û bê kirne telqîn” bi hesaba ebcedê dibe 1205ê hicrî (1790 miladî). Dîsa di helbesteke xwe de behsa Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî dike, ji vê îşaretê jî tê zanîn ku ew piştî wan hatiye dinyayê.
Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê M. Reşîd Irgat, transkrîpsiyona vê pirtûkê pêk aniye. Di xezelan de gelek peyvên ku di kurdiya îro de zêde nayên bi kar anîn û zanîn û her weha hin peyvên erebî û farisî hene
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,182
HashTag
来源
挂钩项目: 3
刊物
文章
的地方
小组: 传记
No specified T3 82: Urumiya
No specified T3 85: 东库尔德斯坦
Place of Residence: Kurdistan
人键: 诗人
性别:
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 94%
94%
添加( ڕێکخراوی کوردیپێدیا 09-04-2020
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on09-04-2020
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):09-04-2020
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,182
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.156 KB 09-04-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,059
图片 106,717
书籍 19,304
相关文件 97,341
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!