图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 521,320
图片 105,400
书籍 19,625
相关文件 98,356
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji berhemên kurdzanên me – 264
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji berhemên kurdzanên me – 264

Ji berhemên kurdzanên me – 264
Ji berhemên kurdzanên me – 264
Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa wê a dawî amade kirîye, beşa ”Paşgotin”ê, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.
Ev berhema me ya 264an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.
Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

P A Ş G O T I N
Wek ku Hegel gotîye, dîrokê hela tu wexta tu kesî fêrî tiştekî ne kirîye. Eva yeka rast e, lê ew yek jî rast e, ku dîrok dersên bi aqilane û kardar dide merivayê. Tiştekî dinê jî heye: gerekê ji dîrokê dersan bigrin qe na seba xatirê wê, ku şaşîyên pêşîyan dubare nekin. Bi vî awayî, problêm ne di dersên dîrokê bi xwe da ne, lê di wê yekê da ne, ku bikaribin wan dersan bimehînin. Wê demê ew ders kêrhatî dibin. Ev gotinên jorgotî tam derheqa dîroka gelê kurd da ne jî, ku ev pirtûka hanê jî perçekî wê yê kurt e. Bi gelek têberdan û kêmasîyên xwe va, yên obyêktîv û sûbyêktîv, ew firsendê dide me em di hêla zanyarîyê û praktîk da lênihêrandinên kardar bikin. Ji wana yên giringtir ev in:
1.Şertên Kurdistanê yên gêopolîtîk, welatê gelê kurda yê dîrokî, ku axa wî piranî çiya û banî ne, hema di destpêkê da li ser pêşdaçûyîna wê bûne asteng. Li ser rêyên pêvajoyên êtno-çandî û êtno-sîyasî herdem astengên usa xuliqîne û heta niha jî hene, yên ku bûne sebebên sereke, ku kurd hetanî roja îroyîn jî nikaribûne dewleta xwe a yekgirtî ava bikin. Û bêy wê yekê kurd hema bêje nikarin wê paşketinê rakin, ku di navbera wan û gelên mayîn da saz bûye (ne tenê gelên Awropayê, lê herweha yên çend welatên Asîyayê jî). Xeleqeke sêr saz bûye, ku pir zehmet e wê ji hev bixin, lê dikare ji hev bê êxistinê jî. Ew ne tenê bi wan guhartinan va girêdaye, ku di nav jîyana navnetewî da dibin, herêma Rohilata Nêzîk jî nav da, lê herweha bi wê yekê va jî girêdaye, çika şerê kurda yê ji bo azadîyê û serxwebûnê di sîyaseta xwe ya der da xwe li çi rê digire û mêla xwe dide ser kî alî.
2.Bin tesîra van faktorên sext yên der, faktorên hundur saz bûne, ku ew jî bi sexttîya xwe va ji wana kêmtir nînin. Temamîya dîroka kurda bin nîşana perçekirinê da derbaz bûye. Kurd – ew miletekî perçekirî ye him di alîyê sîyasî da, him jî di alîyê êtnîkîyê da. Li her welatê dagîrkar ku ew lê dijîn, ewana bi jimara xwe va tim kêmanî bûne. Di temamîya jîyana xwe ya dîrokê da zordestî li wan hatîye kirin, ew hatine zêrandinê, him ji alîyê dîwana cî da, him jî ji alîyê zevtkara û dagîrkara da, ku ji cî û warên dûr-derez dihatin. Ziyan û zirara, ku wana dane ax û gelê kurda, bê hed û hesab e û evê yekê tesîra xwe ya xirab li ser jîyana ruhanîyê ya gelê kurd kirîye. Ji ber wê jî bidestxistina azaya sîyasî û yekîtîya axa kurda – ew du pirsdanînên gelê kurd yên sereke û giring in, û bêy safîkirina wana ewê tim paşketî bin.
3.Wek ku di jîyanê da, herweha di sîyasetê da jî, maksîmalîzma armanca karekî bi cesaret e û pêkhatina wê pir zehmet e. Xwesma, dema armancên wî awayî ne yek û dudune û daxaz jî ew e, ku hemûya bi hev ra biserxînin. Di qedera pirsa kurda da ew yek gelekî geş xuya dibe. Eger tevgera kurda ya ji bo azadîyê, bi têkçûna gelek serhildana va, gihîştîye çend serketina jî, û ji wana ya sereke jî ew e, ku pirsa kurda kete di nav rojeva jîyana navnetewî ya îroyîn û li Kurdistana Başûr ocaxa kurda ya serbixwe saz bûye, lê şerê ji bo hevgirtina Kurdistana perçekirî her têk çûye, ji ber ku ew şer nedihate hesabê dewletên Rohilata Nêzîk û Roavayê, ne bi dilê wan bû. Ji van fikrên jorgotî em dikarin bêne ser vê bawerîyê: şerkarîya ji bo serketina wê gerekê bi êtap-êtap (bere-bere) bê kirinê. Ev yek herweha derheqa derecên bi xwe biryarkirina qedera xwe da ne jî (cûrên otonomîyayê yên cihê-cihê, awayê serxwebûnê û h.w.d.). Berî gişkî gerekê kurd bighîjine bi destxistina mafên çandî û sîyasî di wan hemû welatan da, ku Kurdistana dîrokî û êtnîkîyê di nav xwe da parevekirine. Hema ji wê jî gerekê destpê bikin. Û di dîroka sedsalên XIX-XXî da gelek mînak hene, ku li ser axeke miletîyê çend dewlet an jî otonomî hebûne, û pêwendîyên di navbera wan da cûre-cûre bûne: ji dijminatîya bi kîn girtî hetanî yên dostanîyê. Gelek cara ew dewlet digihîjine hev jî (Vîyetnam, Almanîya). Ne dûr e, ku pêşdaçûyîna kurda di hêla dewletbûnê-sîyasîyê da wê di wê rê da here.
4.Der-dorên kurda timê jî tesîreke xirab li ser gel kirîye. Qedera sîyasî usa li hev hatîye. Lê di pêwendîyên kurda yên navxweyî da jî ne her tişt baş û zelal bûye, him berê, him jî niha. Ji bo wê yekê sebebên obyektîv û herweha yên sûbyektîv jî hebûne, ku ketine nav mêntalîta kurda û di nav dîroka bi seda sala da pêşketina wan ya êtnîkîyê berbend kirîye û ji bo wan komplêksa êtno-psîkologî saz kirîye. Bedbextîya kurda ya sereke – ew pêwendîyên eşîrtîyê-qebîlîyê bûne, ku îro hema bêje nemaye, lê ew ketine di nav erf-edetan da û îro tesîra xwe ya xirab li ser kultura kurda ya sîyasî dikin. Ew yek tevgera kurda ya ji bo azadîyê sist dike û ji hev dixe û ji wê yekê dijminên azadî û serxwebûna kurda yên wan welata karê dikevin (di feydê da nin), ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine û heta yên ji sînorên wê der jî. Ew dîyarbûnên sêparatîstîyê hin caran bi sebebên obyektîv dibin, wek: perçebûna miletê kurd di hêla geografîyê, lîngwîstîkîyê û h.w.d. Di alîyê mayîn da jî di hêla sîyasî û civakî da. Jîyana sîyasî ya Kurdistana dîrokî û ya vê demê ji hev çûye, problêma lîdêrîyê di tevgera miletîyê da hinek cara derdikeve ser xeta pêşin, carna ew yek ziyaneke mezin dide berjewandîyên hemû kurda.
Bi vî awayî, pirsgirêka dîroka kurda ya sereke em dikarin bi vî cûreyî destnîşan bikin: xwedûrxistina ji kursîhizîyê û bidestxistina yekîtîya sîyasî – ew pirsdanîna gelê kurd ya sereke ye, yê ku ji bo azadî û serxwebûna xwe li ser meydana Rohilata Nêzîk şerê rizgarîyê xweş kirîye. Tenê bi wan şerta kurd dikarin ji wan firsendên baş feydê bibînin, ku di dawîya sedsala XXî da di nav rewşa navnetewî da pêk hatîye, gava Roava û hevalbendîya hemcihanê cara pêşin berê xwe dane Kurdistanê. Ev şansekî usan e, ku kurd demeke dirêj li bendê bûn û dixwestin bi dest xînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,296
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
相关文件: 1
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 27-02-2022 (2 年份的)
Original Language: 俄罗斯
文件类型: 翻译
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 15-03-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on15-03-2022
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):07-07-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,296
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1171 KB 15-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 521,320
图片 105,400
书籍 19,625
相关文件 98,356
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!