图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,047
图片 105,777
书籍 19,704
相关文件 98,646
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
XELÎL XEYALÎ
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

XELÎL XEYALÎ

XELÎL XEYALÎ
XELÎL XEYALÎ

Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modkê ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Se‘îdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî da maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye.


JİYANA MOTKİLİ XELÎL XEYALÎ (HAYATI)
1. Jiyana Xelîl Xeyalî:
Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modkê ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Se‘îdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî da maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stenbolê di damezirandina komeleyên bi navên Kurd Te’avun û Teraqî û Kurd Neşrê Me’arif de cih girtiye. Ji bo perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanê kurdî, di sala 1910an de ji aliyê komeleya Kurd Neşrê Me’arif ve li Çemberlîtaşê yekemîn dibistana kurdî bi navê Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet hatiye vekirin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin lîstiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku emê jê behs bikin perwerde bi zimanê kurdî hatiye kirin. Di sala 1912an de li Stenbolê ji aliyê hinek xwendevanên kurd ve Komeleya Hêvî hatiye damezirandin û heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Xelîl Xeyalî di damezirandina vê komeleyê de jî rolek girîng leyistiye. Armanca herî girîng ya vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyek kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê Rojî Kurd de li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û sitandartkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara sisêyan de, di gotara xwe ya bi serenavê Ziman de pirsek wiha kiriye: “Kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin”. Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye. Di madeyên duyemîn, sêyemîn û heştemîn de wiha gotiye:
2- Ser terzek nû elîfbayek.
3- Ji bona temamê zimanê kurdîtiyê qamûsek (ferhengek mezin).
4- Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek (rêzimanek).
Çawa ku ji madeya duyemîn jî tê fêmkirin jiber ku baweriya Xelîl Xeyalî bi diviyatiya amedekirina elfabeyek standart ya kurdî hebû, di sala 1909an de li Stenbolê yekemîn alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî çê kiriye û navê wê danîye “Elifbeyê Kurmancî”.
Bi saya du şexsiyetên kurd der barê Xelîl Xeyalî de bi kurtasî be jî hinek agahî gihaştine roja me. Yek ji van şexsiyetan Se’îdê Nûrsî ye, yê din Qedrî Cemîl Paşa ye.
Se‘îdê Nûrsî (Kurdî) der barê Xelîl Xeyalî û elfabeya wî de wiha dibêje:
“Ez mînakek neteweperwerî ji we re pêşkêş dikim ku ew jî Xelîl Xeyaliyê Motkî ye. Mîna her beşek miletperweriyê di beşa ziman de jî xelata pêşbaziyê a wî ye. Wî alfabe û serf û nehv(rêziman)a ku bingehê zimanê me ye çêkiriye. Vî zatê han nimûneyek miletperweriyê nîşan daye û ji bo zimanê me yê ku mihtacê temamkirinê ye bingehek daniye. Ez ji ehlê hemiyetê (ji miletperweran) re tewsiye dikim ku,. li pey rêça wî herin û zimanê me li ser wê bingehê ava bikin”.
Ekrem Cemîl Paşa jî wiha dibêje:
Li gor Ekrem Cemîl Paşa, Xelîl Xeyalî û Ziya Efendi (Ziya Gokalp) bi hev re rêzimana kurdî amade kirine û dest pê kirine ku ferhengek jî binivisînin. Lê Ziya Gokalp ji xwendingehê tê derxistin û gava tê Diyarbekir xebatên ku wî û Xelîl Xeyalî bi hev re kiribûn jî bi xwe re tîne û ji wê û pê ve têkiliyên wî û Xelîl Xeyalî tên birîn. Piştî meşrûtiyetê dema ku Ziya Gokalp wekî delegeyê Diyarbekrê beşdarê “Komeleya İttîhad û Teraqî”yê ya li Selanîkê dibe û Xelîl Xeyalî li Stenbolê dibîne. Xelîl Xeyalî ew xebatên ku bi hev re kiribûn jê dixwaze, lê dibêje “min ew şewitandin” û naxwaze ku bide Xelîl Xeyalî.

2. Alfabeya Xelîl Xeyalî
Çawa ku ji gotinên Se‘îdê Nûrsî tê fêmkirin wekî niha di wê demê de jî rewşenbîrên kurdan ji bo sitandartkirina zimanê kurdî li ser alfabeyek sitandart nîqaş kirine. Di nîqaşên di vî warî de Se‘îdê Nûrsî xwestiye ku alfabeya Xelîl Xeyalî wekî bingeh bê qebûlkirin. Nexwe di nîqaşên îro de jî divê ev alfabe neyê jibîrkirin, beranberiya wê bi alfabeyên din bê kirin, kêmahî û zêdehiyên wê bên dîtin û jê were îstîfadekirin. Loma di vê nivîsa xwe de me xwest ku em vê alfabeyê jî bi çend gotinan bidin naskirin:
1) Alfabeya Xelîl Xeyalî yekemîn alfabeya kurdî bi tîpên rrebî ye.
2) Ev alfabe bi hemançapî di pirtûka Mehmet BAYRAK ya bi navê “Açık-Gizli, Resmi-Gyr-ı Resmi Kürdoloji Belgeleri” de hatiye weşandin.[1]
3) Hogir Tahir Tewfîq di xebata xwe ya bi navê “el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye“ (Elfabeyên Kurdî yên Bi Tîpên Erebî û Latînî) de li gor çapa Mehmet Bayrak alfabeya Xelîl Xeyalî jî qeyd kiriye.
4) Alfabe ji aliyê weşanxana “Hîvda ” jî bi tîpên erebî hatiye weşandin. Lê tê de hinek guhartin û şaşî hene.
5) Alfabe ji 34 tîpan pêk tê. Ev tîp digel Latînîya wan ev in:
? =Ab
? =Bb
?=Pp
? =Tt
? =Ss
? = Cc
?=Çç
? = Hh
? =Xx
? =Dd
? =Zz
? =Rr
? =Zz
? =Jj
? =Ss
? =Şş
? =Ss
? =Dd
? =Tt
? =Zz
? =‘
? =Ğğ
? =Ff
? =Vv
? =Qq
? =Kk
?=Gg
? =Ll
? =Mm
? =Nn
? =Ww
? =Hh
??=La
? =Yy
6) Alfabe digel mînak û agahiyên cûrbecûr ji 27 rûpelan pêk tê. Naveroka rûpelan wiha ye:
a) Rûpela yekemîn qapax e. Tê de navê xebatê (Elîfbayê Kurdî), navê nivîskar (Xelîl Xeyalî Motkî), navê çapkirox (Kurdîzade Ehmed Ramîz) û sala çapê (1325) cih digire.
b) Di rûpela duyemîn de 34 tîpên alfabeyê hatine nivîsandin ku me van tîpan digel Latîniya wan li jor da nîşandan.
c) Di rûpelên sêyemîn, çaremîn û pêncemîn de navê van tîpan û rewşa nivîsandina wan di ser û nav û dawiya bêjeyê de hatiye nîşandan.
d) Di rûpela şeşemîn û heftemîn de li ser rewşa dirêjkirina tîpan, tîpên bênuqte, tîpên biyeknuqte, tîpên bidunuqte û tîpên bisênuqte hatiye sekinandin.
e) Nivîskar di rûpela heştemîn de li ser bilêvkirina tîpan li gor ser û cer û ber yên erebî ku ji wan re “hereke” tê gotin sekiniye. Mînak: Be,bi,bu; te,ti,tu.
f) Di rûpela nehemîn de nivîskar behsa “tenwîn”a erebî kiriye û bal kişandiye ku di zimanê kurdî de tenwîn nîne. Çawa ku tê zanîn tenwîn di dawiya navdêrên erebî de cih digire û wekî du seran, du beran an jî du ceran (“..en”, “..in”, “..un”) tê bilêvkirin. Ji bo nimûne tîpa ?=Byê gava di dawiya navdêrek erebî de cih bigire wiha tê xwendin: Ben, bin, bun. Di rûpelên di pey re mînakên cûrbecûr cih girtine.
g) Di rûpelên 23 û 24an de di bin sernavê “Îbare” de nivîskar bi şiklê şê’rê hinek nesîhet kirine. Mînak: Ders bixwune, zimanê Kurmancî hûbe.
h) Nivîskar di rûpelên 24, 25 û 26an de hinek du‘ayên erebî nivîsandine.
i) Di rûpela dawîn de di bin sernavê “Rica “de wiha hatiye nivîsandin:
“Behayê vê (elfabeyê) ji bo tebi’kirina (çapkirina) kutubê (pirtûkên) Kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfoloji=peyvsazî) û nehv (rêziman)a zimanê Kurmancî jî dê tebi’ bibe (were çapkirin). Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya Kurmacan e. Meqseda me ji zarokê Kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye”.
7) Tiştek balkêş jî ev e ku Xelîl Xeyalî bêjeya “Kurmanc” wekî “Kurmac” bi kar anî ye. Ango cih nedaye tîpa “n”yê. Berê me got qey viya kêmasiyeke çapî ye. Lê me dît ku Cemal Reşîd Ehmed di kitêba xwe ya bi navê “Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx” de dibêje ku di dema Mîrektiya Erdelan de Mîrê kurd yê bi navê Xusrev b. Muhemmed di destnivîsek xwe de bêjeya “Kurmanc” wekî “Kurmac” bi kar aniye û ev destnivîsa han di sala 1984an de li Moskovayê hatiye çapkirin. Wê demê me fêm kir ku di nav hinek nivîskarên kurd yên berê de navê “Kurmanc” wekî “Kurmac” jî hatiye xebitandin.
1-Zinar Silopî, Mes’eletu Kurdistan (Doza Kurdistan), Pêşkêşkirox: İzedîn Mistefa Resûl, çapa duyemîn, Beyrut, 1997, r.33-35
2- Rojî Kurd, 1913, hejmar:3, r. 21-22 (Amadekar: Cemal Xeznedar).
3- Seîdê Nûrsî, İki Mektebê Musîbet (Di nav “Asarê Bedî‘iye” de), r.334 -335.
4- Binêrin Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, wergerandina bo kurdî: Omer Dewran, Weşanên Bîr, Diyarbekir 2007, r. 24-25.
5- Mehmet Bayrak, Açık-Gizli Resmi-Gayr-ı Res mi Kürdoloji Belgeleri, Enqere, 1994, r.462-505.
6-Hogir Tahir Tewfîq, el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye, çapa yekem, Erbîl, 2005.Ji bo agahiyên der barê Xelîl Xeyalî û elfabeya wî di vê kitêbê de binêrin r.23-40.
7- Elîfbêya Kurdî, muherrir (nivîskar): Xelîl Xeyalî, Çapxana Hîvda , çapa yekem, Stenbol, 2004.
8- Cemal Reşîd Ehmed, Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx , Erbîl, 2003, I, 61.
Nîşane: Halil Hayali, kürtçe, kürtçe alfabe, Xelil Xeyali, Ziman[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览782
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Blogger.com
挂钩项目: 3
小组: 传记
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Badlees属性
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
Place of Residence: Kurdistan
人键: 语言
人键: 学术
人键: 作家
性别:
方言: 土耳其
方言: 阿拉伯语
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 08-04-2022
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on08-04-2022
此产品最近更新( زریان سەرچناری ):08-04-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览782
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.123 KB 08-04-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,047
图片 105,777
书籍 19,704
相关文件 98,646
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!