Şanoya Kurdên Gurcistanê
Cih: Tiflîsa Gurcistanê
Sal: 1980
Navê Şanoyê: Sinco qîza xwe dide mêr, Eskerê Boyîk
Hin kesên di wêneyê da:
Mirazê Ûzo, Têmûrê Çildergûşî, Zîna Evdo, Tengizê Memê, Naza Xastî û Şalîkoyê Miraz.
“Zarîniya Çiya di sala 1988an de hat nivîsar; di dema destpêka hilweşîna Yekîtiya Sovyêt de, dema nijadperestî li hemû komarên Yekîtiya Sovyêt de serê xwe bilind kiribû. Gava ku min ji bavê xwe re ev şanoname xwend, hêsir li çavên wî barîn, ew giriya û got: “Erê, lawo, me (kurdên êzîdî) du bav ji cîkî çal nekiriye”. Şano di derbarê wê yekê de ne, ku bi çi awayî kurdên Êzîdî yên bakûrê welêt, di sala 1918an de, bi mecbûrî dev ji bingeha kalûbavên xwe berdidin. Koçberiya wan, zulm û zehmetiya wan li ser riya koçberiyê dîtî, ewqasî bi êş û azar bûye, ku çiyayên welet jî li pey lawên xwe dizarin, digirîn. Ewan pişta xwe didin çiyayên xwe, welatê xwe û berê xwe didin Welatê Ûris. Welatê Ûris paşê dibe Yekîtiya Sovyêt. Di Yekîtiya Sovyêt de terora Stalînîzmê dest pê dibe. Gernasên me yên şanoyê tên girtin, dikevin heps û zindanan. Di heps û zindanên Yekîtiya Sovyêt de, zulm û zordariya gernasên me li ber çavên xwe dibînin, hîn jî ji zulm û zordariya wan li welêt de dîtibû girantir û bi şewattir bû... Tiştê here giran û here xeter ew bû, ku Êzdîxane wek çenge garis li nav Yekîtiya Sovyêt de belav dibe. Riya helandinê, asîmîle bûnê dikeve pêşiya êzdîxanê. Ev tişt ji bo gernasên me ji mirinê jî xerabtir bû. [1]