图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,236
图片 105,172
书籍 19,472
相关文件 97,346
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Meyrem Xan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Meyrem Xan

Meyrem Xan
Meyrem Xan
İkram Oguz

Dîroka deng û dengbêjîyê dîrokek kûr û dûr e.
Deng û bêje…
Du peyv ya jî du gotinên bi hev girêdayî û li hev xemilandî…
Çawa ku di Încîla Yûhennayê da tê gotin, ku di destpêkê de gotin hebû ye, gotin bi Xwedê ra û gotin Xwedê bû ye.
Di destpêka dîroka kurdan da jî dengbêj hebû. Dengbêjî parçeyek ji jîyana kurdan, dengbêj jî kurd bû.
Loma, bi guhartina demê ra dengbêjî wenda nebû. Heta ku kurd hebin û deng ji wan derbikeve, dengbêjî jî bi wan ra dijî û didome.
Dengbêj bi xwe wenda bibe û neyê naskirin jî, deng û sewta ku jê derketibe û olan dabe, tu car wenda nabe.
Wek mînak, gelek dengbêjên kurd hene, ku kîngê û li kû jîyane, nayê zanîn, lêbelê bi deng û sewta xwe, bi kilam û stranên xwe, di mala her kurdekî da dijîn.
Meyrem Xan jî ji wan dengbêjan yek e.
Di derbarê jîyana Meyrem Xanê da gelek agahî hene û hatine naivîsandin. Lêbelê ji wan hinek hevdu nagrin. Dema ku mirov wan agahîyan dibihîze û li çavkanîyên wan mêze dike, nizane kîjan agahî rast ya jî kîjan nerast e.
Agahîya ku di hemû çavkanîyan da wekhev cîh digre, ew jî dema jidayîkbûn û mirina wê ye.
Loma li kû hatîyê dinê û jîyanek çawa jîyaye, hê îro jî sedîsed nayê zanîn.
Lê rîwayeta herî xurt ew e, ku Meyrem Xan, di sala 1904’an da, li Dêrgola Botanê ya li ser Şirnexê ji dayîk bûye û qîza Mihemedê Ehmedê Botî ye.
Meyrem Xan, di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekemîn da keçikeka 10 salî ye. Li ser axa ku ew lê dijî, şer he ye û xwîn diherike. Di tevlihevîya şer da, ji alî dewleta Osmanî va koka Ermenî û Asûryan tê qelandin. Di heman demê da Kurd jî di nav berxwedanê da, herêm jî di bin zulm û zodarîyek bê pîvan da ye.
Di rewşek wisa da Meyrem Xan, di nav şîn û şahîyên civakê da cîhê xwe digre û mezin dibe. Bi dengê xwe yê zîz, di rêya bêrîyê da, di şahîya dawetan da distirê. Heta tê îdiakirin, ku di divana dengbêjan da straye.
Di 20 salîya xwe da ji herêma Botan koçber dibe.
Di derbarê çûyîna wê da jî du rîwayet hene.
Ji wan yek, tê gotin, ku Meyrem Xan bi ser Çemê Dicleyê ra derbasî Musilê dibe. Li wir bi pîlotek Ereb ra dizewice û di nav jîyanek bextewar da dijî.
Xwedîyê vê rîwayetê Hurşit Baran Mendeş e, ku Mendeş di derbarê jîyana Meyrem Xanê da pirtûkek nivîsandîye û ew pirtûk bi navê “Meyrem Xan- Hayatı Sanatı ve Şarkıları – Meyrem Xan – Jîyan, Huner û Stranên wê” û di nav weşanên Avestayê da hatîye weşandin.
Mendeş di pirtûka xwe da îdia dike, ku ew demek dirêj li Tur Abdin û Botan li şopa Meyrem Xanê gerîya ye. Bi gelek eqrebayên wê yên nêzîk ra axifîye û di derbarê jîyana wê da gelek agahî bi dest xistîye.
Mendeş wiha dibêje, „Meyrem Xan di 20 salîya xwe da, ji Botanê bi ser Cemê Dicle ra derbasî dibe. Li Musilê bi pîlotek Ereb ra dizewice û di nav jîyanek bextewar da dijî. Mixabin ew jîyana wê ya bextewar zêde nakudîne, mêrê wê yê pîlot di qezayek da dimire, Meyrem Xan jî bî dimîne. Piştî mirina mêrê xwe, berê xwe dide Bexdayê û diçe li wir bi cîh dibe…”
Rîwayeta din jî ew e, ku Meyrem Xan ji herêma Botan derbasî Rojava û li Qamişloyê bi cîh dibe. Li wir hinek kesên ji malbata Mîr Bedirxan nas dike, ku ji wan yek jî Celadet Mîr Bdirxan e. Li mala Celadet Bedirxan, ji malbatê xortekî bi navê Mihemed nas dike û pê ra dizewice. Meyrem Xan jinikeka dengbêj, mêrê wê Mihemed jî mîr û ji malbata Bedirxanîyan e.
Piştî zewacê Mihemed li dijberî dengbêjîya Meyrem Xanê derdikeve û naxwaze ew wek jineka zewicî di dîwanan da bistirê û dengbêjîyê bike. Sedem vê yekê Meyrem Xan bê çare û di navbera dengbêjîya xwe û evîna xwe da dimîne. Lê di encamê da biryara xwe di alî dengbêjîyê da dide, ji Mihemed vediqete. Lê salan şûnda jî li ser evîna xwe ya bi Mihemed ra kilama Mihemdo Ronî derdixe.
Dîsa gor vê rîwayetê, Meyrem Xan piştî veqetandina xwe ya ji Mihemed, di sala 1924an da bajarê Qamişloyê jî terk dike û derbasî Zaxoyê dibe. Qasî 10 salan li mala Ûsivê Şemseddîn Axa da dijî. Demek ewqas dirêj çima li Zaxoyê sekinîye û di mala Ûsivê Şemseddîn Axa da jîyaye, nayê zanîn.
Lê li Zaxoyê kilam û stranên li ser xem û xeyalên xwe derdixe, distirê. Piştî deh salan ji Zaxoyê derbasî Musilê dibe, du salan li Musilê dimîne, di sala 1936an da jî berê xwe dide Bexdayê…
Sedemê çûyîna wê ya ji Musilê, tê gotin, ku Meyrem Xan li wir dibihîze, Îngilîzî li Bexdayê kilam û stranên Farisî, Ermenî, Kurdî û Erebî berhev û qeyd dikin. Loma ew jî tere Bexdayê û li mala dotmama xwe Elams Xanê da bi cîh dibe. Gor heman çavkanîyan, Elmas Xan bi Înglîzekî dewlemend ra zewicîye û mala wê jî wek wargeha siyasetmedar û hunermendên wê demê ye. Meyrem Xan di wê malê da Mihemed Arif Cizirî, Hesen Cizirî, Nesrîn Şerwan, Elî Merdan, Tahir Tefîq, Seîd Axayê Cizirî û Fewzîyê Mihemed nas dike. Di civata wan da cîh digre û distirê. Demek şûnda bi şîrketên muzîkê ra dikeve têkilîye, dengê xwe dide qeydkirin û plaqa wê ya yekemîn derdikeve. Bi vî awayî Meyrem Xan di dîroka kurdan da wek hunermend a jin a yekemîn e ku dengê wê hatîye qeydkirin, cîh digre.
Di sala 1939an da Radyoya Bexdayê tê damezrandin û di rojê da 15 xulek jî bi kurdî weşanê dike. Ji bo hunermendên ku di radyoyê da kar bikin pêşbazîyek tê li dar xistin û di wê pêşbazîyê da Meyrem Xan bi dengê xwe yê zîz, wek hunermenda yekemîn di radyoyê da dest bi kar û xebatê dike. Heta dawîya emrê xwe di radoyê da dixebite, qasî 200 kilaman berhev dike û distirê.
Mihemed Arif Cizrewî, di hevpeyvînek xwe da ji bo Meyrem Xanê wiha dibêje: “Meyrem Xan bi cil û bergên xwe jinikeka modern, bi ruh û jîyan û hunera xwe va jî kurd bû. Ji dil va distira û bi hestên xwe di nav kilamê da dijîya…
Mixabin, Meyrem Xan di sala 1949an da, di 45 salîya xwe da, hemû kul û keserên xwe li paş xwe dihele û koça xwe ya dawî dike.
Dotmama wê Elmas Xan di derbarê mirina wê da wiha dibêje; “Gurçikên wê diêşîyan. Li Nexweşxaneya Mîr Îlyasî da tedawî didît û emelîyat bibû. Lê ji nexwaşîya wê ra tu çare nedihat dîtin û êşa wê kêm nedibû. Meyrem Xan di dawîya jîyana xwe da tenê û di nav xemgînîyek giran da bû…”
Jiyana wê ya ku di sala 1904an da li gundek Botanê dest pê kiribû, di sala 1949an da li Bexdayê diqede. Termê wê bi merasimek mezin, di goristana Şêx Marûfî da tê defin kirin. Nas û dostên wê yên nêzîk, yên wek M. Arif Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Mamosta Bakozî, Fewzîyê Mihemed, xebatkarên Radyoya Bexdayê û hezkiriyên wê beşdarê merasimê dibin û di koça wê ya dawî da wê tenê nahêlin.
Meyrem Xan wek jin û hunermenda kurd e, ku yekemcar bi zarava kurmancîya Bakur stran tomar dike. Di kar û xebata xwe ya hunerîda zehmetekî gelek mezin dikişîne. Jiber ku Meyrem Xan, di demek wisa da dengbêjî kirîye, ku di wê demê da pirranîya dengbêjên kurd mêr in û di civatê da dengbêjîya jinan jî wek şerm tê dîtin.
Loma Meyrem Xan, bi deng û sewta xwe ya taybet, di nav kurdan da hat hezkirin û hê jî tê hezkirin.
Meyrem Xan, bi kilam û stranên xwe di dil û mala her kurdekî da dijî û nayê ji bîr kirin…
Lêbelê dema ku qala Meyrem Xanê were kirin, kilama wê ya bi navê “Girê sîra bi sîr e…” û “Mihemedo Ronî” tê bîra min…

Parçeyek ji gotinên Mihemedo Ronî:
De loy loy Mihemedo Ronî
Mi çi goto tu xeyîdî
De gîyayê mêrga li min û Mihemedê mi seridî
De heçî navbeyna min û Mihemedê min da fesadîkê bike
De heke mêr bê rebî nezewicî
De heke jin bê rebî newelidê
De heke keç bê rebî ciwanîka xweş ya nebî
Ax de loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy de loy loy
Mihemedo Ronî loy loy ax…
De loy loy Mihemedo Ronî
Ciwanika Mihemedê min î çal e
Di her çar lingê wî bê nal û bê bizmar e
Wezê bazinê destê xwe bistînim
De wezê ciwanîka Mihemed derdûkê min nal û bizmar e
De wezê pora serê xwe biqurtînim
Wezê ciwanîka Mihemed derdûkê min sed sal e
De wekî lawikê min çûn hatin xerîbiyê
Da kesekî nebêje çi kalekî bê fersal e
Loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy
Ax de loy loy Mihemedo Ronî loy loy…

Lînka stranê:
youtube.com/watch?v=Tu1Ahs0YPyg

Çavkanî:
1.Hurşid Mendeş, Meryem Xan – Hayatı Sanatı ve Şarkıları (Jîyan, Huner û Stranên wê), Avesta
2.Kenanê Nado, Awaza Tenêtî, Xerîbî Huzn û Kederê Meryem Xan. https://www.academia.edu › Awaza…
3.Ülkesini ruhunda, aşkını sesinde taşıdı (Welatê xwe di gîyanê xwe da, evîna xwe di dengê xwe da hilgirt) : Meryem Xan, Gazete Karinca
4.Kakşar Orama, Meryem Xan, Pêşenga karwanê stranbêjiya jina Kurd, Azadîya Welat
5.Hatice Özhan, Dengbêj Geleneğinin Mihenk Taşı (Kevirê Bingeha Kevneşopîya Dengbêjîyê), Gazete Duvar.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,079
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | navkurd.net
相关文件: 1
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 22-10-2021 (3 年份的)
书: 艺术
城市: Şirnax
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 28-04-2022
本文已被审查并发布( ڕۆژگار کەرکووکی )on28-04-2022
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):28-04-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,079
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.153 KB 28-04-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,236
图片 105,172
书籍 19,472
相关文件 97,346
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!