图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,049
图片 106,472
书籍 19,319
相关文件 97,302
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şêwekar Xeco Îsa Bi Wêneyên Xwe Dîroka Jinê Xêz Dike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şêwekar Xeco Îsa Bi Wêneyên Xwe Dîroka Jinê Xêz Dike

Şêwekar Xeco Îsa Bi Wêneyên Xwe Dîroka Jinê Xêz Dike
Şêwekar ew kes e ku bi firçeya xwe tebloyên bedew xêz dike û di heman demê de dîrokzan e. Çimkî bi tabloyên xwe dîrokê xêz dike, bi taybetî jina şêwekar bi wêneyên xwe êş, berxedan û azadiya jinê ji civakê re radigihîne dike û li dîroka jinê xwedî derdikeve.

Şêwekar Xeco Îsa (23) ku li gundê Gewrikê yê girêdayî bajarê Kobanê ji dayîk bûye, di temenekî piçûk de dest bi hunera şêwekariyê kiriye. Xeco ji ber ku pir ji xêzkirina wêneyan hes dike heta niha hunera xwe didomîne û li kêleka wê jî xebata mamostetiyê dike. Herwiha bi tabliyên xwe yên bedew tevlî gelek pêşangehan bûye. Di şerê Kobanê de jî tevî zor û zehmetiyên şer û jiyana koçberiyê, ji hunera xwe dûr neket û bi xêzkirina wêneyên xwe êş û hestên gelê xwe derdixist holê.

`Heskirina min ya wênexêziyê pêşketinên pir mezin bi min re çêdike`
Şêwekar Xeco Îsa diyar kir ku ji zaroktiya xwe ve, ji xêzkirina wêneyan hes dike û wiha got: “Ez ji xêzkirina wêneyan pir hes dikim. Xwîşkên min jî şêwekar in. Em çar xwîşk di malê de karê şêwekariyê dikin. Min hêz û heskirina şêwekariyê ji xwîşkên xwe girt. Dema xwîşkên min bi keyf û eşq wêne xêz dikirin, ev huner bi min jî didan heskirin. Herwiha me bi hev re wêne xêz dikirin û wêneyên hev dinirxandin, heman demê me moral ji hev digirt. Malbata min jî hêz û alîkariyeke mezin dida me. Ji bilî xwîşk û malbatê, mamoste Mihemed Şahîn jî ez fêrî kursên wêneyan kirim û heskirina wênexêziyê di dilê min de mezin kir. Ji ber wê hêz û heskirina min ya vî karî zêde bû. Niha jî bi vê hêzê hunera xwe dewam dikim û rojbiroj pêşketinên pir mezin bi min re çêdibin.”

Xeco Îsa da zanîn ku li kêleka hunera şêwekariyê karê mamostetiyê jî dike û axaftina xwe wiha domand: “Min Peymangeha Wêjeya Kurdî li Kobanê xwend. Niha jî li Kobanê mamostetiyê dikim û wêneyan jî xêz dikim. Di vî alî de hin astengî derdikevin pêşiya min. Çimkî karê şêwekariyê demê dixwaze. Xêzkirina her wêneyî nêzî hefteyekê dirêj dike. Ez herî zêde di rojê betlanê de wêneyan xêz dikim. Hin caran li dibistanê jî xwendekaran fêrî xêzkirina wêneyan dikim.”

`Ez çand û dîroka jinê xêz dikim`
Xeco got, piraniya wêneyên min rengê jinê didin diyarkirin û wiha pê da çû: “Nêzî 30 tabloyên min hene. Wêneyên ku xêz dikim piraniya wan li ser jinê ne, hin ji wan jî li ser koçbberî û civakê ne. Lê herî zêde ez çand û dîroka jinê xêz dikim, da ku jin ji nû ve vejînim. Ez gelek caran bi wêneyên xwe beşdarî pêşangehên li Qamişlo û Kobanê bûme. Di pêşangehan de gelek şêwekar beşdar dibin. Çimkî bi pêşangehê şêwekar kar û xebata xwe pêşkêş dikin. Em bi vê pir kêfxweş dibin, pêşangeh hem şêwekar hem jî çanda civakê pêş dixe.”
Xeco zehmetî û xweşiya karê xwe bîr xist û got, karê şêwekariyê hem zehmetî û hem xweşiya wê heye. Hin caran astengî derdikevin pêşiya me, lê dema kar serkeftî be mirov wan astengî û zehmetiyan ji bîr dike. Herwiha dema ez xêzkirina wêneyê temam dikim û encameke baş derdikeve pir kêfxweş dibim.

`Armanc pêşketina çanda şêwekariyê ye`
Xeco da xuyakirin ku armanca wê ji hunera şêwekariyê ew e ku çanda şêwekariyê pêş bixe û wêneyên xweşik pêşkêşî civaka xwe bike. Herwiha got, xwedîderketina li hunera şêwekariyê gaveke pîroze û dihêle ku civak jî li çanda xwe xwedî derkeve. Çimkî şêwekarî rewşa civakî ji her alî ve diyar dike.

`Koçberiyê bandorê li hunera min nekir`
Xeco bîr xist ku di şerê Kobanê de û êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser bajarê wan de hunera xwe dewam dikir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Kesê hunermend yan jî şêwekar pêwîst e di her rewşê de dewama kar xwe bike. Koçberiyê bandor li hunera min nekir, çimkî rewşên wisa hêzeke mezin dide mirov, ku dîroka gelê xwe xêz bike. Ji ber wê jî di şerê Kobanê de min wêneyên li ser rewşa koçberiyê û êşa gel xêz kirin.”[1]

`Mirov bi heskirinê serkeftî dibe`
Şêwekar Xeco Îsa di dawiya axaftina xwe de got, ez bi hêvî me jinên me yên xwedî mewhîbe, tev li mewhîbeyên xwe xwedî derkevin û hewl bidin di demên pêş de bibin pêşengên nifşên nû û karekî serkeftî pêşkêşî civaka xwe bikin. Çimkî mirov bi heskirinê serkeftî dibe
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,690
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Ronahi
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 29-05-2022 (2 年份的)
书: 文化
城市: Qameeshly
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 31-05-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on31-05-2022
此产品最近更新( ئاراس ئیلنجاغی ):31-05-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,690
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.199 KB 31-05-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,049
图片 106,472
书籍 19,319
相关文件 97,302
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!