Ehmed Kaya bi stranên xwe, dengê xwe di dilê hemû kesan de zindî hîştiye. Stranên wî nêzî dilê xelkê bû û xwedî şêwazeke serdest û vekirî bû. Ew di sala 1957’an de li Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ehmed Kaya hîn dema ku şeş salî bû bi temûra xwe dest rêwîtiya jiyana hunerî û mûzîkê kir. Ji ber feqîrî û belengaziyê berê xwe dide Stenbol.
Alboma xwe yekemîn a bi navê ‘’Aylem Bebeyim’’ ango ‘’Negrî Yara Min’’ li wir derxist. Bi alboma strana ‘’Berbang’’ bi tirkî ‘’Şepakturk’’ li tevahiya welêt deng vedide û ji wir dibe xwedî hunermendekî navdar. Her mirov dikare bêje ku serkeftinên wî tiştên nebaş jî anîn serê wî, bi gelek hicetan doz lê hatin vekirin û albumên wî hatin qedexekirin.
Herî dawî Ehmedê Kaya di sala 1999’an de di şeveke ku diviyabû xelat ‘’Baştirî hunermendê sale ‘’ werbigirta, ew çû ser sehnê û diyar kir ku ew bi eslê xwe kurd e, û dê bi zimanê dayîka xwe, bi zimanê kurdî albomekê biweşîne.
Beşeke mezin ji xelkên ku di salonê de rûniştî êrîşî wî kirin û gotinên xerab jê re gotin û dev avêtinê. Ji bo van gotinên’’Ji ber ku ez kurd im’’ hin kesan ew kir dijminê welatê xwe û neheqiyek lê hate kirin.
Piştî çend rojan doz li dijî Ehmed Kaya tê vekirin û ber axaftinên wî 12 sal cezayê zîndanê jê tê xwestin. Hunermendê me yê navdar neçar dimîne ji ber van gotin û sedeman berê xwe bide xerîbiyê, ji welatên bav û kalan bar bike.
Di 16’ê mijdara sala 2000’î de, dema ku xebata alboma xwe ya bi navê ‘’Bi xatirê te Çavên Min’’ li Parîsê diçe ser dilovaniya xwedê. Bi dehhezaran kes xwe gihandin merasîma oxira wî ya dawiyê. Wî jî bi hezaran xwezî û hesret bi xwe re birin nav axa sar. Piştî mirina wî Gulten Kaya dest bi berhevkirina stranê wî dike û di albomekê de bi cih dike, dixwest ji dijmin re bêje ku Ehmed Kaya navekî nemir e.
Ehmed dema ku li Ewropayê bû her tim digot: ‘’ Ji vir û şûn de, ez ê stranên xwe yên herî xweş ji gelê xwe re bixwînim’’. Ew dilşkestî û pir bi hesret bû. Li rojên xwe yên derbasbûyî poşmam bûbû. Ji bow ê jî her tim wiha digot: ‘’Ez dereng bixwe hesiyam, lê belê êdî ezê heya mirinê ji gelê xwe re bistirêm û li rex wan bimînim.’’
Ew çû, lê deng û ramanên wî nemirin. Ehmed Kaya bû sembolek ji sembolên azadîxwazên kurdistanê û hemû gelên bê welat.
Ew jî mîna Yilmaz Guneyî bi hesretmayî ji nav jiyanê bar dike. Hevjîna wî di roja mersîma veşartina Ehmed Kaya de bi dengekî bilind wiha dibêje: ‘’Heta li welatê te ziman û muûzîka te azad nebe, ez termê te nabim welat’’.
Stran û dengê Ehmedê Kaya hîna jî di guhên dîrokê de bilind dibin û hemû gelên Kurd, Ereb û Tirkî li stranên wî guhdar dikin û bandoreke gelek mezin li milet kiriye. Û ji me re hejmaran stranên xwe yên şoreşgerî, civakî, evîndarî û jiyanî ji me re hîşt.[1]