图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,682
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Cihê helbestê û pirtûka Payîza Pelweşan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cihê helbestê û pirtûka Payîza Pelweşan

Cihê helbestê û pirtûka Payîza Pelweşan
Gelek helbestvan û edebnasên biyanî, derbarê giringî û wateya helbetsê nivîsî ne. Pirsa helbest çiye? kirine cihê niqaşê, kurbûnê û lêkolînan. Analîzên wan, bi çavkanî û nimûnên rengîn bala me kişandiye. Her yek ji hêla xwe ve, bilindiya helbestê, cîh û giringiya wê ji bo ziman, çand, tore, bawerî û dîrokê aniye zimên. Bersivên wan, rê ji pêşketin û dewlemendiya edebiyatê re vekirî ye.

Gelo kirasê dirûtine, bi pîvan û tefsilandina xwe li edebiyata kurdî tê, an na? Analîzên wan bersiva, pirsa helbesta kurdî çiye?, dide, an na?
Belê, ji gelek hêlan ve têr dike û dide. Lê divê mijar, berfirehtir bê girtin. Pêwîst e, cîh, nirx û wateya helbesta kurdî bi pênûsa edebnas û helbestvanên kurda û bi kurdî jî bersivên xwe ên xweser biafirîne.

Bê dewletbûna kurda, pirsgirêka herî mezin e. Her dewlet ji bo pêşketîna karên çandî û hunerî, alîkariyê dike. Edebnas û helbestvanên xelkê, bi berhemên xwe, him tên nasîn, rêz û hurmetê dibînin û him jî bi mafê weşanê dewlemend dibin û jiyana xwe xweş dikin. Li nik me berevajî ye. Pêşketina edebiyata Kurdî, bi qedera gelê kurd, azadiyê û fedekariya şexsî ve girêdayî ye. Edebnas û helbestvanên me, ji bo parastina ziman, edebiyatê kedek mezin didin. Nasdariya wan dikare bibe bela serê wan û bên girtin. Ji hatina mafê weşanê bêhtir, divê qala fedekariya şexsî ji bo nivîsîn, çapê û belavkirina berhemê bê kirin. Rewşa gelek helbestvan û nivîskaran ji hêla aborî ve zêde ne baş e. Lewre, wateya helbesta kurdî li benda lêkolînên piralî ye.

Gelo, ji bo kesên mîna min, evîndarên edebiyatê, helbest tê çi wateyê? Nirxandinên min, di çarçoveya ”rojnamegeriya çandî-edebî”, divê çawa bê pêşwazî kirin?

Cameran, şarezayên edebiyatê, pirs ronî kirine. Pîvanên wan giring in. Çarçova xebata rojnamegeriya çandî-edebî diyar e. Divê tesîra berhemê, teşwîk kirina ”nivîsîn û hizirkirina bi kurdî” jî neyê jibîrkirin. Û rexnegiriya dostanî bibe ”pira dilan”, di nav min û helbestvanan de.

Helbest, hevjîna min a dema tenêbûnê ye. Hekîmê Lokmanê dilê xembar û westan e, melhem dide êşa welatê xerîbiyê. Azadiya paca dilê min î bi deh kilîla xilkandî û zimanê minî di qeyd û bendan de ye. Dîroka hebûna min e.

”Payîza Pelweşan” giringiya helbesta kurdî anî bîra min. Bi xwendina helbestan re, dil sînor nas nekir, mêjî di nava fanstasî û xeyalan de winda bû, çû. Stêrikan bixêrhatina min kir, zerî û hûriyan dêriyê mêvandariyê vekirin. Di xewa ser ewrên şîn û seyrana welatê rojê de, bi dengê naqos û zengilê ”Melekê Mewtê” şiyar kir. Ez ketî û serxweşê helbestê bûm. ”Payîza pelweşîn”ê, ez kirim êsîr, evîndar û kuştiyê bi destê helbestê.

Divê ez eşkere bêjim: Ez ji nivîskarê kitêbê, Kadir Çelik hinekî bi gazin im. Çapa ”Payîza Pelweşan”ê, hinekî bi derengî xist, ji zû ve li bende bûm. Min çend ji helbestên wê jiber kiribû. Li nik min bibûn wek stranên Mihemed Şêxo, ”ay lê gulê” û ”nayêm dil derman nakim”. Dişibin fîlmek e kevnare, reş û spî, xatiratên min ên dema zaroktî û ciwaniyê bi rih û can dikin. Eşqa zaroktiyê dihênin bîra min. Li hêlekê, nezanî û xeşîmiya min, li hêla din, naza nazenînê. Şop û siya hêviya min a ramûsana pêşî ji hinarkên sêvesorî ye, dide perdeya spî, tê nîşandan. Ji heyecana evîndariya ziman û edebiyatê ne xalî ye, ew fîlm. ”Payîza Pelweşan”ê, beşek ji jiyana min, eşqa zaroktiya min dihêne zimên:

”De were! Em peyvên eşq û evînê di nav hev de bineqişînin
De were! Em ji kubariya zimanê dilan helbesta xwe bihunînin
De were! Bila destên te, dermanê dil li ser brînên min bigerînin
Bila hatina te êşên min tev bitevizînin.”

Helbestvan Kadir Çelik, ji kurdên Anadoliya Navîn e, li Swêdê dijî. Hesreta welêt, yarê, nas, dostan û êşa welatê xerîbiyê bandor li helbestên wî kiriye. William Shakespeare di ”Romeo û Juliet”ê de, êşa sûrgûnê wek mirinê binav dike. Peyvên Kadir Çelik jî wiha. Ew windabûnê jî li vê êşê zêde dike:

”Em li ku derê winda bûn
Bi ber kîjan bayê reş ketin
Kîjan destê bêbext
Bi kîjan qelemên reş nivisand ew qeder li ser eniya me
Di nav rûpelên kîjan dîrokê de ji bîr bûn rabirdûyên me
Di nav diranên kîjan guran de man dilên me.”

Mîna gelek helbestvanan, Çelik jî dide pey şopa Ehmedê Xanî. Mem û Zînê dike kaniya evîndariyê. Bi zimanê xwe î xweş û dîmenên zindî, hilmek e nû dide edebiyata nûjen:

”Ger tu av bî te venaxwim/ Ji eşqa te dil bi dax im
Bê pergal û bê qonax im/ Êdî neçarê te me
Ger şer bikî li hember jînê/ Binalî tim ji bo evînê
Mîna Memê li pey Zînê/ Êdî ne şervanê te me...”


Berhema giranbuha ”Payîza Pelweşan” berî niha di nav weşanên ”J&J” li Amedê derket. Mamoste Azad Zal edîtortiya wê kiriye. Birêz Kadir Çelik bersiva pirsên me da. Em hevpeyvîna pê re, parvedikin.

Di helbestên te de sê niqte bala min dikşînin. Evîn, Hesret û xurtiya zimên. Di nav wan niqetan de girêdanek xurt heye. Lê pir xwezayî ye. Evîn û hesret bi zimanek bilind dikeve ser kaxezê. Carna, hêvî, gazin û westana ji yarê ye, carna jî girêdana bi xweza û cihê xwe ye. Nêrîna te li ser eşqê çiye?
Kadir Çelik: Bê guman hestên wekî evîn bêrîkirin êş û dûrmayîn mijarên sereke ne ku hemî dem û zemana helbest meyandine, mêjandine û têr kirine. Bi taybet jî ku meriv endamê cîvakeke mîna cîvaka kurd be ku ji her alî dilê xwe de birîndar e wê demê ev hestên kur zêdetir derdikevin pêş û dibin mijarên sereke yên helbestê. Bi nav kirin û nirxandina evînê qet ne mijareke hêsan e. Çerçeweya eşqê wiha bi hêsanî nayête danîn û pêwîst e ne ewqas hêsan be jî. Bi ya min ya herî pêwîst ne ewe ku meriv bibe evîndarê yekê/yekî; ya giranbuha ewe ku meriv li ba yekê/yekî bibe evîn bi xwe. Em dikarin bêjin ku dema te di dilekî de ji xwe re cîhekî afirandî be hîngê te bi destê evînê jî girtîye.

Evîn jiyîneke li derveyî pîvanên heyî ye ku bi ya min yek ji taybetmendiyên ku evînê dike evîn jî ev e. Raperîneke ku hemî dîwar û çeperên li der û dora xwe hildiweşîne.

Tarîfa hesret, bêrîkirin û hêviya di dilê xwe de ji me re bike.
Kadir Çelik: Di helbesta min de êş û berîkirin du mijarên bigêhîn in. Ez hîna zarok bûm ji dê û bav û malbata xwe veqetiyam. Ev bûyer heya îro jî weke birînekê bi min re ye û tu caran nakewe. Bi gotina din ez hîna di temenê zarokiya xwe de fêrî bêrîkirinê bûm û bi wê re girêdayî bi êşkêşiyê re rûberû hatim. Lewma jî ev rastî em herin ku derê wê li ser helwest, berhem û ramana me bandorekê bike. Ji hêla din ve em weke cîvak ji dîrokê heya bi îro birîndar in û hê jî di dilê me de birîn li ser birînê vedibin. Bajarên me tên wêran kirin. Ber bi çavên mirovahiyê em tên qetilkirin. Her ku li welat gorek tê kolan dilê me vedigere goristanên bê ser û ber. Her ku zarokek tê kuştin ji dilê me çemên xwînê diherikin. Her ku cîwanek tê kuştin di dilê me hemî hest û hîs li kêliyên xwekuştinê kom dibin. Ev rastî wê çawa bandorê neke li ser hunerê û bi taybetî jî li ser helbestê. Ger ku rastiya me kuştin û mirin û wêrankarî û koçberî be, wê çawa helbest reş girênede û şînê negerîne. Ger ku ev gela di bin barana xwînê de verize wê çawa helbest neêşe û negrî û nenale. Bê guman bêrîkirin şaxekî girîng e ji dara hezkirinê. Bi gotina din ji bo ku hesret/bêrîkirin hebe pêwîst e hezkirin hebe. Em bêriya kes û tiştên ku li ber dilê me hêja û xwêdî nirx in dikin. Bêrîkirin encama hezkirinê ye. Bêrîkirin hemî caran êşa di çepê sîngê me de ye.

Bêrîkirin hezkirina ji hezkiriyên xwe sêwî ma ye. Bêrîkirin bi bîranîn û hewandina ew kes tiştên ku ji te dûr in lê di heman demê de di her kêliyê de bi te re ne ye. Bêrîkirin hezkirina êşbar û dilsoj e.

Tu ji kurdê Anadola navîn î, lê zimanê pir xurt e. Di edebiyata kurdî de, tu xwedî dîtin î. Rêz û hurmeta ji fikrê te re, mezin e. Tu vê yekê çawa dinirxînî?
Kadir Çelik: Ez kurdekî ji Anatolya Navîn im. Li gundekî kurdan li deşta Konya yê hatim dinê û heya zarokatiya xwe li wir jiyam. Wê demê jiyan li heremê ji serî heya bi binî kurdewar bû. Ziman tenê Kurdî bû. Bişaftina ziman û çande lawax bû û ji ber wê jî nasnama kurdî û stûnên konê çanda me gelek xwirt bûn. Dengbêjî, çîrokbêjî û zêmarbêjî pêşketî bû. Govend û dîlan û şîn û şahî jî kurdewar bûn. Zimanê jiyana rojane tenê kurdî bû. Bê guman em jî di vê serdemê de û bi rastiyê mezin bûn. Bavê min zanayekî dema xwe bû. Di mala me de her dem gotûbêj û vegotinên li ser mijarên cûrbecûr rûdidan. Bavê min xatibekî jêhatî bû. Vegotinên wî di serê min de mîna wêneyên zelal rûdiniştin û sînorên xeyalên min yên zarokî berfireh dikirin. Wekî hemî zarokên kurd min jî heya dest bi dibistanê kir ji kurdî pê ve bi tu zimanên din nedizanî. Ez di salên cîwaniya xwe de derketim derveyî welat. Li derveyî welat derfetên gelek baş hebûn ji bo ku ez li ser ziman û wêjeya kurdî hûr bibim. Min gelek zû biryar da bû ku bi lezgînî fêrî kurdî bibim. Ji demekê bi şunde him di warê xwendin û him jî di warê nivîsandinê de bi pêşketim û pê ve girêdayî gelek salan karê wergeriya di navbera Kurdî/Swêdî/Turkî de kir. Helbest di hemî qonaxên jiyanê de bi min re her hebû. Di her kêliya ku tengav dibim de helbest stargeheke ji bo min. Rengê jiyanê yê ku bîntengiya min radibirîne helbest e. Her cara dixwazim êşên xwe, birînên xwe an jî şabûnên xwe vebêjim xwe dispêrim helbestê. Xewn û xeyalên xwe di helbestê de bi rastdigerînim. Ji hêla din ve helbest şîngerandina min e li ber êşên welatê min. Ez bi helbestê axînên miletekî dinalînim. Bi helbestê radihêjim darbestê cîwanên çavbelek. Bi helbestê diqîrim ji nav dimenê dûmana li ser bajaran bilin dibe û dibêjim; Tu evîna min î welato, Tu birîna min î welato, Tu jan a li bin sîngê min î welato !![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,420
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | CÎHANA WEŞANA
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 06-03-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 95%
95%
添加( سارا ک 15-06-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on16-06-2022
此产品最近更新( ئاراس ئیلنجاغی ):15-06-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,420
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.124 KB 15-06-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,682
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!