图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 521,438
图片 105,413
书籍 19,626
相关文件 98,397
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Destana Rizgan û Nûrê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Destana Rizgan û Nûrê

Destana Rizgan û Nûrê
Hîma vê destanê li ser evîneke negihîştî û azarkêş hatiye afirandin. Aliyekî hezkirineke mezin û fedakar lê li aliyekî din bedbextbûneke kesernak û wêranker tê dîtin. Çavkaniya vê destanê jiyana me ya rojane ye ku her ro li herêmekê rastî me tê. Di vê destana klasîk û xelkî de motîfên sereke eşq, evîn, hevnegihiştin, êşkişandin, bêrî, hêvî, fedakarî, berxwedan, tirs û mirin in.
Di destanê de em dibînin ku çînên serdest, hêzdar û dewlemend çînên bindest û kedkar biçûk dibînin, qîzên xwe layiqî wan nabînin.

Dengbêjên me vê destanê di meqama klamkî de û bi awayekî kurt vedibêjin lê çîrokbêjên me ji gellek aliyan û bi detayî ji me re neqil dikin. Rehmetî meta min çîrokbêjek pirr jêhatî bû, dikaribû bi saetan ji we re qala destan û çîrokên curecur bikira. Ez ê hewl bidim ku ji devê meta xwe vê destanê ji we re binivîsim.
Rizgan û Nûrê aşiqê hev in û bi salan e hev hez dikin lê Rizgan şivanê gund e, feqîr e, belengaz e, bê mal û milk e, xortekî camêr û dilsoz e. Ne neheqiyê dike ne jî neheqiyê qebûl dike, merivekî dilgeş û adil e.
Nûrê qîzeke bedew û xweşxûy bû, husn û cemaleke wisa lê hebû dema meriv çav pê diket te digot qey horî ye ji bihûştê reviyaye hatiye li kêleka Rizgan rûniştiye. Meriv dêna xwe bida wek ava kevserê bû, dilê xortan pê tev kûl û birîn bûn.

Bavê Nûrê serdestê gund e, dewlemend e, dixwaze qîza xwe bide mirovekî zengîn û wekî xwe bi nav û deng. Li ber çavê wî, merivên feqîr rût û tazî bûn, xêr jê nedihatin, ew xwe bikuşta jî qîza xwe nedida feqîrekî.

Occo kurapê Nûrê ye, girêdayî erf û edetên xwe ne, herî zehf nêçîran hez dike bi taybetî nêçîra kêvroşkan. Occo jî wekî apê xwe merivekî dewletî û hêzdar e. Ji zartiyê heta xortaniya xwe bi Nûrê re mezin bûye, bi salan e dil berdaye Nûrê. Sibê zû radibe ji vê deştê bigire heta vê qûntarê, Nûrê berê xwe bide kuderê şev û roj li pey Nûrê mîna siyekê digere, bi dizîka çavdêriya wê dike. Occo naxwaze ku Nûrê bi Rizgan re bizewice. Merivekî çavsor, hesûd û zalim e.
Çend caran malbata Rizgan ji bo xwezginiyê diçin mala bavê Nûrê lê di her çûyînê de bi destvala vedigerin. Bavê Nûrê Rizgan biçûk dibîne, dilê wî tune ku qîza xwe bi şivanekî re mêr bike. Rizganê belengaz çi dike çi nake nikare bigihîje miradên xwe.
Rizgan bi rojan difikire, dawiyê biryar dide ku wê Nûrê birevîne şikefta Qûlî. Biryara xwe dibêje Nûrê lê Nûrê naxwaze Rizgan wisa bike ji ber ku qîzrevandin işê namûsê bû li gorî kevneşopiyên civakî dawiya revê kuştin û mirin bû.

Nûrê bi lavayî bang dike Rizgan:
Bê de lolo lolo lolo…
Rizgan ez bi qurban nizanim bextê min bû yan talihê te bû?
Berfanî berfa nerm e.
Heyrano rûkê erdê kiriye wekê çerm e.
De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe Şikefta Qulî.
Şikefta Qulî şikeftekî cihê bê warî, cangê kurapê min nêçîrvan e.
Sibê zû radibe, pey kevrûşka digerine.
Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.
Lo te jî ser da axx?”
Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano Bê de lolo lolo lolo…

Rizgan guh nade Nûrê, bi hespê xwe yê qemer û qewî wê direvîne şikefta Qûlî. Şikefta Qûlî cihê aşiq û evîndaran e, ji gund dûr e, ewle ye. Her evdê Xwedê nikare derkeve serê şikeftê, li ser zinarekî bilind û asê ye.
Piştî revê herdu dilketî û evîndar diwestin, Rizgan gazî Nûrê dike:
Rizgan go Nûrê, wa Nûre, were qasekî çoka xwe bide erdê,
Ezê serê xwe bidim ser çokê ye.
Nûre çoka xwe dide erdê, Rizgan serê xwe dide ser çokê ye.
Kete xewê û xewnê ye.
Ji xewa şêrîn bazda go Nûrê, wa Nûrê! Mala bavê lê xerab bûyê!
De rabe minê xewnekî dîtiye.
Ezê xewna xwe bibêjim, tu porkura Xwedê xewna min şirove bike axx.
Ê de go; “min dîtibû darekî li derê mala bavê te şîn bûye.
Wê darê du çiqil, her çiqil sêvekî, her sêvê kewekî gozel li ser e.
Minê bala xwe dayê teyrê qereqûşê jor de li serê herdû kewa gozel difirî ax.”
Rizgan bi tirs ji carekê ve behsa xewna xwe dike, Nûrê xewna wî dibihîse diricife, tirs û xofeke mezin û bêhempa dikeve dilê wê. Qîzrevandin karê mêran e lê dawiyê kuştin û mirin e. Dizane ku bavê wî niha ji bo dîtin û kuştina wan, kurapê wê Occo peywirdar kiriye. Occo zalim e çavsor e, ew ê xwîna wan birijîne bo namûs û mêraniyê.
Bang dike Rizgan, tirsa xwe jê re şîrove dike:
Nûrê go; Rizgan ez bi qurban, Xwedê xewna te bi xêr ke.
Dara derê mala bavê min ji bejna min e.
Herdû çiqilê pêva bext û mirazê min û te ne.
Herdû sêvê li ser, memikên min in.
Herdû kewê gozel eslê rihê me ne.
Teyrê qereqûçê Occo’yê kurmamê min ê nêçîrvan e.
Sibê zû radibe, pey kevrûşka digerîne.
Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.
Lo te jî ser da axx.
Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano… Bê de lolo lolo lolo…
Rizgan dibê netirse Nûrê aş be, heke Occo mêr be ez jê mêrtir im. Çima destê Occo bi çek e yê me bi text e.
Nûrê tê cem Rizgan, dikeve hembêza wî ya êgir, dilê xwe dike nermenerm. Lêvên xwe datîne ber qeraxa devê Rizgan laşê xwe dike germegerm. Hev şa dibin pev şa dibin kelekel. Dikevin xew û xewneke giran heya ber sibê. Nûrê bi qebqeba kewan hişyar dibe.

Sibe bû, kubara sibê ye.
Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye.
Dinêre Occo xuya ye jêr de tê ye.
Nûrê diçe pêşiyê Occo.
– “Occo ezê bextê te de me,
Were Rizgar nekuje xortek heyf e, take tenê ye.
Were min porkura Xwedê bikuje,
Poz û guhê min jê ke, têke cêva xwe de.
Sibê ro nava eşîrê derxe. Him te re nav e, lo him namûs e ax.”
Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano…
Teyrê qereqûşê Occoyê zilimkar, bi fermana bavê Nûrê hatiye ji bo kuştina herduyan. Occo Nûrê guhdar nake, bi sîle û şeqamên nexêr canê wê diêşîne, berê Nûrê dikuje pişt re Rizganê di xew û xewnê de ye….
Destana Rizgan û Nûrê bi trajediyeke mezin bi dawî dibe. Nahêlin herdu evîndar bigihîjin miradên xwe û bi bextewarî jiyanek ava bikin. Di destanên evînî de taybetiya sereke hevnegihîştina aşiq û dildaran e. Tucarî derfeteke gengaz peyda nabe ku pevre emrê xwe derbas bikin.

Cudahiyên çînî, civakî û takekesî di vê destanê de pirsgirêkên herî mezin in. Malbatên dewlemend merivên kedkar, karker û feqîr biçûk dibînin naxwazin qîzên xwe bidin wan. Ji ber vê yekê her meh bi dehan civanên Kurd ji bo mehneya namûsê tên kuştin. Heke em derdora xwe baş mêze bikin em ê bibînin ku li Kurdistanê bûyerên bi vî şiklî her ro diqewîmin, gellek Rizgan û Nûrê di civaka me de bi pisgirêkên wisa re rû bi rû dimînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览659
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Xedeng
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 18-07-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 20-07-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on20-07-2022
此产品最近更新( ئاراس ئیلنجاغی ):20-07-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览659
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1100 KB 20-07-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 521,438
图片 105,413
书籍 19,626
相关文件 98,397
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!