图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,367
图片 105,182
书籍 19,478
相关文件 97,472
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efsane û Çîrokên Me Yên Gelêrî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efsane û Çîrokên Me Yên Gelêrî

Efsane û Çîrokên Me Yên Gelêrî
Gava em li van çêrok û efsaneyan binêrin, em ê bibînin ku di şêwe û dîmenên xwe yên çêrokî de giş çêrokên rojhilatî ne, bi wateya ku hîç hikariya çêrok û efsaneyên rojavayî „Europî“ li wan çênebûye, ji ber ku çêrokbêjî û efsanebazî pir ji zû ve di nav gelên rojhilatî de hene. Berî ku Europî bên herêmê. Kurd jî wekî neteweyeke rojhilatî, ya xudan keleporeke efsanî ya mezin û kevnar e. Lê tew naye jibîrkirin, ku hikariya ola Îslamê bi hêzdarî li çêrok û çêrokbêjên Kurd ji zû ve çêbûye.

Di çêrok û efsaneyên kurdî yên kevin de –bo nimûne– navê Xwedayê Mîdî „Vayo“ (Bi wateya Bayo) tew naye zimên, û gava „Xwedê“, ku ji „Xod“ (wekî: Gott) hatiye, mebest ji vî navî „Ellah“ e, ku di Îslamê de tenha ew Xwedê ye, kesek ji wî pê ve nîne, û di hîç efsaneyeke kurdî de pirxwedayî nemaye, heta di memleketên ajal û goştxuran de jî, wekî ya Şahmaran, dîsa jî pirxwedayî ya kevin berşê û winda bûye. Hema dîsa jî, em dibînin ku efsaneyên wekî Şah Meymûn, Sultanê maran, Teyrê Sîmir, Rustemê Zal û hinekên dî, ji demên gelek kevin de mayîne, û nijd bi nijd û pişt bi pişt, di nav gelê me de hatîne hewaldan û çanda me ya çêrokbêjiya devkî maldar kirîne, ji ramanên pirxwedayî, an yên Filletî û Cihoyî, hatîne paqijkirin.

Di nav çêrokên kurdî de, yên ku bêtir hikariya olî didine xuyakirin, û niha ditên bîra min, çêroka „Mem û Zîn“ (Mebest ne ya Ehmedê Xanî û ne jî Memê Alan e), „Hespê reş“, „Nihala Sîsebanê“, „Leyl û Mecnûn“, „Seyfulmuluk“, „Yûsif û Zelîxa“ û „Zembîlfiroş“ in, ku hemî jî wekî „Beyt“ an „Epos“ hatîne nivîsandin û belavkirin.

Di „Hespê reş“, de, ku min ew û „Cimcimê Sultan“ û „Nihala Sîsebanê“ jî bi tîpên kurdî yên nûjen amade kirîne, U’mer Bin Xettab, paşayê „Xelîfeyê“ duwemîn ê Busirmanan diçe nav gawiran, da ji pêxemberê Xwedê re –Selewat û silav lê bin – hespekî reş ê pir navdar e ji „Gawiran“ bistîne, hema ewana hespê xwe nafiroşin û dixwazin zora wî bibin, pevçûnek di navbera wan de çêdibe û ew pevçûn dibe egera cengekê di navbera Gawir û Musilmanan de, û çêrokbêj bizava xwe dike, pesindariya herdu mezinên Muslimanan U‘mer Bin Xettab û Îmam Elî –Xwedê ji herduwan razî be– bîne zimên û wan herduyan wekî hevdu cîhbilind bide xuyakirin. Eve jî diyar dike, ku Kurdan xwastine xwe ji pevçûna olî û siyasî ya di navbera Sunne û Şîîe‘ de biparêzin…Mixabin, hem cîhê bûyerên çêrokê û hem jî lehengên wê ne Kurdî ne, ne jî lehengên çêrokan.

Di „Nihala Sîsebanê“ de jî pevçûneke mezin di navbera Musilman û Gawiran de bi egera keçeke Filleh a pir xweşik û ciwan çêdibe. Ew keçik bo kesekî, ku hatiye destê wê dixwaze, dibêje: “Here ji min re seriyê pêxemberê Musilmanan û peyrewên wî ji min re li şûna qelengê min bîne.“

Di „Cimcimê Sultan“ de, mirovek pêrgî kelexoyê miriyekî tê, wekî di „Hamlet“ a Shakespeare de, bi kelxoyê, ku pir ji zû ve ketiye axê re dipeyive, û çêrok dixwaze gelek wate yên olî di seriyên çêrokhezan de biçîne, wekî tirsa ji Xwedê, jibîrnekirina mirinê, tewat û dilnermî, û gelek bîr û baweriyên dî.

Di „Zembîlfiroş“ a Mele Bateyî de, ku hinek terzên wê yên cihê-cihê hene, Lawekî hejar, ê ku zembîlan çêdike û difiroşe, dikeve dava xanimeka mêşeng „SEXY“, hema ew ji ber tirsa Xwedê xwe digire, destê xwe di wê nade, tevî ku ew pir devşiliyê li ber wî dike. Gava ew lawik rê û çareyan nabîne, ew xwe ji burca koçka wê ve davêje xarê, hema Xwedê wî ji mirinê diparize…Eve çêroka pêxember Yûsif –Silav lê bin– û jina Fîrewnê Misirê, ku di Qurana pîroz de hatiye, tîne bîra me. Mebest jê xweparistina mêran e ji wan jinên har û mêrhezin.

Çêroka „Mem û Zîn“ a ku hozanvanê mezin şêx Ehmedê Xanî wekî helbesteke çêrokî hûnandiye, di pêşgotina wê ya helbestî de heme bîr û baweriyên xwe yên felsefî, olî, neteweyî, ramyarî û zaneyî xistine di nav de û anîne zimên, kesayetiya Kurdî ya çiyayî piçekî hatiye nermkirin. Di stranbêjiya devkî ya gelêrî de, ku bi navê „Mem ê Alan“ e, û ji aliyê Roger Lescout ve, ji dev stranbêjin kurd û bi taybet Mişoyê Berazî û Sebriyê Mihacir li Beyrûtê (Lubnanê) hatiye girtin û nivîsandin ne wilo ye, Mem di wê de hartir û xorttir e, û Çeko hîn bêtir, gava dixeyide ew dibêje: „Ez Çeko me, ez ne î dîn im, gurê çile, zikbirçî, dev bi xwîn im…“ Li ba Albert Socin û Eugen Prym, wekî metnê straneke gelêrî, ya bi navê „Mem û Zîn“ heye, dîsa nermkirina kesayetiya Kurdî bi terzekî olî çêbûye.

Di „Mem ê Alan“ de, welatê Memê bi navê „Mixrîb“ e, Mixrib welatekî bakurê Afrîqa ye, lê gundekî Kurdan jî bi wî navî li bakurê Kurdistanê heye, hema di Memê Alan de qala bajêrekî mezin tê kirin, ne gundekî piçûk. Navê apekî Memê Alan „Temer beg“ e, ku navekî kurdî ye. Baweriya paqijiyê ji aliyê olî û civakî ve bêtir hatiye xortkirin, li gel heme nirxên civakî yên kevnare di civaka kurdî ya derbegî û axatî de, wekî wêrekî, camêrî, dostaniya dirist, paristina êl û malbatê, hezkirina bê nêzîkbûna govdeyî, baweriya mekin a bi Xwedê, fêlbaziya kesên deselatdar wekî wezîrê „şalyarê“ Mîr Zeyniddîn, bavê Zînê, bi wî terzî ku „Beko yê Ewan“ wekî „Mêfêsto“ yê Faust hatiye xuyakirin.

Bêguman, ne tenê şanoya va çêroka kurdî ya pir navdar li Kurdistanê ye, li navenda wê, ku Cezîra Botan e, kesayetiyên wê jî Kurd in, û piraniya wateyên wê, berî hatina Îslamê jî di nav civaka me de xort bûn. Hozanvanê mezin Ehmedê Xanî, ku ev çêrok bi guhartin di bin navê „Mem û Zîn“ de nivîsandiye, hem civaka kurdî û hem jî ola Îslamê baş dizanî, lew re „Mem û Zîn“ bi terzekî olî-felsefî, li gor rewşa Kurdistanê ya li ber çavên wî bû, û ketibû bin basikên „Sofîtiyê“ li qelem daye.

Em dîna xwe didinê, ku di navbera „Memê Alan“ û „Leyl û Mecnûn“ a Şêx Mihemmed Can de, cudahiya şanoya bûyerên wan heye. „Leyl û Mecnûn“ çêroka evîna mîrekî Ereb bi keçeke Ereb re ye, li welatê Ereban çêbûye, bi şêweya helbesteka çêrokî „Epos“ ji hezaran malik, wekî „Mem û Zîn“ a Ehmedê Xanî, an „Seyfulmuluk“ Siyapûş, bi Kurdî ye, hema Mem ê Alan, tenha bi bajarekî pêjinî yê gelek mezin û bi navê „Mixribê“ destpêdike, lê teviya çêroka, ku hem wekî helbest, hem wekî çêrok û hem jî wekî straneke gelêrî ya taybet bi Kurdistanê ye, di nêv gelê me de maye. Ew Mixrib wekî welatekî fantaziyê di çêrokê de hatiye, tevî ku di rastîniyê de heye, li bakurê Afrîqa ye.

Hema gava em li çêrokên me yên kevintir binêrin, wekî „Şah Meymûn“, „Rustemê Zal“ û „Şahmaran“ a ku ew jî bi hinde terzên ji hev cuda heye, û hinek ji wan versiyonan ji aliyê hêja Lokman Polat ve, di pirtûkekê de hatîne danîn, an jî „Hespê Boz û Şehzade“, emê bêtir ji civaka kurdî ya kevin ve nêzîk bibin û hinek dîmenên wê binasin. Ev çêrok jî ji aliyê dostê me yê hêja L. P. ve di pirtûkeke dî de hatiye nivîsandin.

Min çêroka kurdî ya kevnare „Sê gul û sê bira” wekî novêlekê / romanekê amade kiriye, hema ta niha nehatiye çapkirin. Di vê çêrokê de lehengê wê ji aliyê du birayan ve tê xapandin, ew di binê çalekê werdibe, li rêya azabûnê digere, dawî qulekê di dîwarê çalê de dibîne, wê dikole, û derbas dibe cîhaneke fantaz a dêw û ejderhan, pişt re ew li pişta beranekî suwar dibe, keçeka ku di wê jêrzevînê de girtî bû, bi xwe re azad dike, ew li pişta bazekî suwar dibe û di ser ewiran re difire, û ber bi welatê xwe ve vedigere, ku rastî nerastiyê binpê bike û zorbazê deselatdar bi bin keve.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,431
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Xedeng
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 20-07-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传奇
书: 文学
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 20-07-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on20-07-2022
此产品最近更新( ئاراس ئیلنجاغی ):20-07-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,431
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.195 KB 20-07-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,367
图片 105,182
书籍 19,478
相关文件 97,472
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!