图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 521,973
图片 105,596
书籍 19,660
相关文件 98,503
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dara Zeytûnê -1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dara Zeytûnê -1

Dara Zeytûnê -1
Navê Zanistî: Olea europaea
Navê Îngilîzî: Olîv e
Malbat: Oleaceae
Navê Kurdî: Cerbûsk û Lêlûn û ya gelemper Zeytûn e
Warê resen yê dara zeytûnê û hebûn û belavbûna wê ya li cîhanê
Tê bawer kirin ku dîroka vê darê vedigere di navbera (6000-5000) sal berî zayînê de, warê resen herêma başûrê Qofqazê (Kafkasya an Qafqasiya) û bilindahiyên Mezopotamyayê (ango erdnîgariya #Kurdistanê#) ye û ji van deveran di riya Asyaya Biçûk re, berfireh bûye û gehiştiye qulteyna Derya Spî, ji aliyekî din ve, di lêkolîneke berfireh de, ya zanyar Daniyêl Zoharî ve hatiye kirin, ku dibe warê resen yê dara zeytûnê vedigere rohilatî deryaya navîn, bi taybetî devera di navbera Edeneyê ya îroyîn de li Tirkiyê, û bakurê roavayê Sûriyê ya îroyîn, û ev yek nîşan dide ku yekemîn warê resen yê dara zeytûnê Kurdistan e, û bi taybetî Çiyayên Toros û çiyayên Zagrosê, ku warên resen yên genim û tenên din bû.
Kartaciniyan (xelkê Kertacê ya li Tûnisê) û Fînîkiyan (xelkên kevnar yên perava rohilatî Derya Spî ) bûn ku dara zeytûnê derbasî bakurî Afrîkayê, Ispanya, Îtalya û başûrê Fransa, û Romiyan çandiniya wê li bakurê Îtalyayê berfireh kirin, hem jî Girîkan (Yewnaniyan) û Fenîkiyan ew li nîvgirava Îberyayê belav kirin.
Hin lêkolînên Kevneşopî (arkeolojîk) û Ciyolocîk (jeolojîk an zanistiya Eredê) ên ku li herêma Ebla li başûrê Idlibê li Sûriya îroyî, ya beşek bû ji keyîtiya Hûrrî û paş re Horrmîtanî bû, ya pêşiyên kevnar ên kurdan, hatin kirin, nîşan didin ku darên zeytûnan li wê herêmê ji bêtirî 6000 sal ve hebûn. Li Ispanyayê, kevintirîn ji 5000 sal hatibû dîtin, li gundê Karsil li Almeria. Herweha beriya 5000 sal li girava Girîtê (Kirît) zeytûn bi awayekî bazirganî hatiye li karxistin.
Her wiha jî, vedîtinên kevneşopî (arkeolojîk) ên bêtirî ji yek şûnwarên kevneşopî li herêma Girava (Cizîra) Sûriyê nîşan didin ku Guvaşgehên zeytûna hebûn, weke Girê Taban û Girê Tinînîr û yên din.
Di serdema piştî Serdema Navîn de, bi 50 salan, bi taybetî di sala 1560 de, dagîrkerên Ispanî dara zeytûnê veguhestin cîhana nû, ku çandiniya wê li Pîro û Çîlî geş bû, li Pîro (Antonio de Rivera), dara zeytûnê yekemîn ji Ispaniya li Lîma paytexta Pîro yê çandibû û çandiniya zeytûna belav bû li geliyên berûberî peravên derya Pasîfîk ên Emerîkaya Başûr, ku geşa wê weke ya Deryaya Navîn e.
Ispaniyan dara zeytûnê di sedsala 18an de li Kalîforniyayê derbas kirin, pêşî di sala 1769an de ji hêla şanda San Diego de Alkala ve hate çandin û paşê çandiniya wê di sala 1795an de li seranserê herêmê belav bû, piştî ku çandiniya dara zeytûnê ji sala 1860an û pê ve bû karsaziyek pir serketî.
Li Japonyayê, yekem çandiniya serkeftî ya darên zeytûnan di sala 1908 de li girava Şodo, ya bûye dergûşa çandina zeytûnan.
Hejmara darên zeytûnan li cîhanê nêzî 865 mîlyon dar heye (hejmarên sala 2005an), piraniya van daran li welatên Deryaya Navîn in, her çend deverên din ên cîhanê ne bêtirî (%25ê) ji rûbera ku zeytûn lê hatine çandin, helberîna wan ne bêtirî (10%) ji tevaya hilberîna cerb an zeyta cihanê ye.
Lê li Kurdistanê hejmara darên zeytûnan wiha têne texmînkirin:
Başûr roavayê Kurdistanê (Sûriye):
Li herêma Efrînê (ware resen yê darê) nêzîkî (20) milyon dar,
li Ezazê, Kobaniyê û gundên kurdan li herêmên rohilatê Helebê: Sifîrê, Babê, Minbicê, Girgamêşê (Cerabulusê), nêzîkî (3) milyon dar hene. Hêjayî gotinê ye ku hejmara guvaşgehên zeytûnan digihêje (500) guvaşgeh.
#Bakurê Kurdistanê#:
Çandiniya zeytûnan li parêzgehên: Kilîs, Xatiya (Antakya an Hatayê) li çiyayên Gewr an Amanos, Entabê (Dîlok) û Mêrdînê li herêma Dêrika çiyayê Mazî belav dibe, lê mixabin min nikarî bû hejmara wan bizanim tevlî lêkolîn û lêpirsînê di tora Intenetê de.
Başûrê Kurdistanê:
Li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ji bo çandina zeytûnan tevgereke çalak heye, û li gorî jêderên ferweriya herêmê niha hejmara darên zeytûnan gihiştiye (4) milyon dar, û (6) guvaşgehên nûjen hatine avakirin. Yek ji wan li Hewlerê ye û ya din jî li Helebceyê ye.
Rohilatî Kurdistanê (Îran):
Lê mixabin tevî lêkolîn û lêgerîn, min nekarî bû hejmara darên zeytûnan li wir bizanibim.
Zeytûn di çandên gelan de
Zeytûn di gelek çandan de cihekî girîng digire û li hin deveran xwedî nirxên durişmên girîng e, di nav de şaxê zeytûnê wekî durişma aştiyê ye, dara zeytûnê di çanda Girîkan (Yewnanan) de jî wekî sembola hişmendiyê hatiye binav kirin, li gor mîtolojiya Girîkî ya dibêje: ku Athena dara zeytûnê wekî rewikekî kedî pêşkêşî mirovan kir, û xwedawenda aştiyê ya Girîkî Êrîna, keça Ziyos, her dem şaxek zeytûnê hilgirtiye, û cerba (zeyta) zeytûna wek diyarî dihate pêşkêrin ji keyan û palewanên werzîşê re, her weha jî, tacên ji şaxên dara zeytûnê ya pîroz ku Herakleyos li (Olympia) çandiye, li ser serê wan dihate danîn, wekî ku ji hêla Girîkiyên (Yewnaniyên) kevnar ve hatiye gotin, di helbest û nivîsarên wan de.
Pelik û şûnwarên Firewnî, ên dîrokî û mumya destnîşan dikin ku Misiriyên kevnar di gelek warên jiyanê de zeyt bikar anîne, tê bawerkirin ku zeyta zeytûnê jî yek ji wan e, di derbarê çandiniya wê de jî tê bawerkirin ku ev çandiniya wê, berya 4000 sal de, di dema desthilatdariya Xanedaniya Hijdehan de (1.580 – 1.320 B.Z.) dest pê kiriye û zeyta zeytûnê jî di serdema Firewniyan de hatiye bikaranîn ji bo ronîkirina perestgehan, yekemîn şaristaniyên ku zeyt bi mekanîzmayên mekanîkî yên xwezayî derdixin, şaristaniya Firewniyê ye, ku hema bêje li gor heman rêbazên îroyîn e, di serdema navbera (980 – 715 B.Z.) de tacên ji şaxên darên zeytûnê li ser serê mûmyayan dihatine danîn. Di gorên Firewn ên wekî “Taca Dadê an Edaletê” ya ku li ser serê Tutanexamon hatiye danîn de hatiye dîtin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览905
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | riataza.com
挂钩项目: 2
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 08-07-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 农业
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( سارا ک 08-08-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on08-08-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):08-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览905
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1149 KB 08-08-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 521,973
图片 105,596
书籍 19,660
相关文件 98,503
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - K. D. P.

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!