图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 521,483
图片 105,433
书籍 19,642
相关文件 98,416
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helîm Yûsiv

Helîm Yûsiv
Tu çi li vir rûniştiyî, diponijî û behsa gotinên mezin û bê wate dikî bavê min? Geh tuyê behsa mafê mirovan bikî, geh tuyê behsa mafê çarenûsî yê gelan bikî. Geh tuyê bêjî Emerîka, geh Rusya, geh Ewropa, geh nizanim kê, bi me re xiyanet kiriye û xwedî li sozên xwe derneketiye.
Ev çi pitpita te ya vala ye bavê min?
Mîna gêjekî ku şev lê geriya be di nav sûk û bazarên siyasetê de li dora xwe şaşmayî dizîvire li te hatiye. Normal e bavê min, madem tu #kurdî# û bê dewletî normal e. Her tişt normal e. Berî ku tu ji min bipirsî û bêjî çima, ez ê bersiva te bidim.
Tu tim dibêjî ez netew im, çima cihê min di nav Yekîtiya Neteweyan (UN) de tune ye. Normal e, ji ber ku ev rêxistin yekîtiya dewletan e û tu jî bê dewletî, tuyê bê cih bî li wir. Ez ya qeşartî ji bavê xwe re bêjim:
- Mane tu bê dewletî naxwe normal e.
Wekî din, gava li welatê te di teqînekê de bi dehan kurd bên kuştin, serokên dewletan li hemû cîhanê serxweşiya serokekî kurd nakin. Ew serxweşiya serokê dewleta ku welatê te girtiye bin destê xwe, dikin. Dema rojnamevanek tê û dipirse hûn çima wiha dikin, dibêjin ew dewletan tenê muxatebên xwe dibînin. Tu jî bê dewletî, tuyê çawa ji wan re bibî muxateb?. Ji ber vê normal e gava sed kurd bên kuştin û birûskên sersaxiyê ji serokê serdestê te re herin. Dibe ku wî bixwe ew kurd dabin kuştin, dîsa jî normal e. Yê xwedî dewlet ew e û ne tuyî. Madem serokê dewleta tu lê dijî ew e û tu bixwe bê dewletî normal e bavê min. Divê tu xwe ji ber van tiştan aciz nekî.
Gava tu bi zimanê biratiyê mafê xwe dixwazî, normal e ew qerfên xwe bi te bike, ji ber ku wî ew maf bi devê tivingê ji te stendiye û ne bi zorê be wê nede te. Lê gava tu jî bi devê tivingê û bi zorê mafê xwe dixwazî, normal e ewê te wekî terorîst binavbikî, ji ber ku tu bê dewletî û tu çekan li hember dewletê hildidî. Wisa jî normal e dema ew te wekî terorîst nîşan bide, hemû dewletên hevalbendên wî te terorîst nîşan bidin. Wisa jî xwîna te ne tenê li welatê te, lê li hemû cîhanê helal dibe û her kes li herderê dikare te bigre, te bikuje, te erzan bifroşe, normal e bavê min. Her tişt normal e.
Wisa jî welatekî wekî Almanya yan Swêd di şeveke tarî de û dûrî çavên kamîreyan dikarin te mîna berxikekî ber kêrê transferî dewleta te bikin û te bidin dest desthilatdarên wê dewletê. Dema tu biqîrî û bibêjî ez kurd im û welatê min Kurdistan e, ewê bi xwîneke sar li te vegerînin. Erê, lê ka ji me re bêje di pasaporta te de çi hatiye nîvisandin û navê kîjan welatî li sere. Mebesta wan dewlet e, tu ayidî dewleteke din î ku ne peyva kurd û ne jî peyva Kurdistan tê de heye. Tuyê neçar bimînî serê xwe bi xemgînî berdî ber xwe, ji ber ku tu dizanî ewropayî ne ji axavtina merivan, lê ji dokument û agahiyên nivîskî bawer dikin.
Normal e bavê min, yan wê te bidin dest wan, yan ewê bixwe te bigrin, yan jî wê navê te li cem xwe di lîsta reş xînin û wê te nekin hemwelatiyê xwe û wê tu alîkarî jî bi te re nebe. Ew jî normal e, ji ber ku ew alîkariya bi te re bibe wekî alîkariya bi terorîstan re dibe, tê hesibandin. Ji ber tu bê dewletî sitara te tune, pişta te tune, cihê bi ewle ji bo te tune, ji ber vê normal e çi bê serê te bavê min. Tu neçar î ku tu zimanê xwe daqurtînî û qebûl bikî. Normal e tirk te ji Rusan bi çend teneke genimê ûkranî bikirin, wisa jî normal e Nato xwîna çend hezarekî ji kurdan bifroşe wan, da ku Swêd û Finlanda bibin endam. Wisa jî normal e, Swêdî yan Finlandî yan alman çend libekî ji we bidin dest hevalbendên xwe yên tirk. Bazara cîhanê ya siyasetê mezin e û her ku tevgera kirîn û firotinê germ dibe, berî her kesî kurd tên bîra wan. Jixwe ya herî normal ev e bavê min, tu dewlet hemwelatiyên xwe nafroşe kesî û yê ne hemwelatiyê tu dewletan tenê tuyî. Ji ber vê madem tu kurd î naxwe normal e tu bibî cihê bazara kirîn û firotinê, talankirin û malwêrankirinê, jiholêrakirin û qirkirinê. Hemû normal e. Dewleta te hebûya wê ew xwedî li te derketibûya. Madem dewleta te tune, normal e dewletên din goştê we bixwin û hestiyên we li hevdu parvebikin. Her tişt normal e bavê min.
Ji xwe ji berê ve hûn wekî terorîst hatine naskirin. Kurd maşellah ev çil salên wan e dibêjin em çil mîlyon in, yanî bi kêmanî pêncî şêst mîlyon hene û ji roja roj ve têne kuştin. Ma wê dinya xerabibe çend libek ji wan bibin qurban ji bo parastina van welatên ewropayî yên demokrat. Ma ne normale gel o?
Li şûna ku di şerên li ser wan çiyayên dûr de bê qîmet herin, hema bi kêmanî li vir ev dewletên demokrat hinek qîmet didin kurdan, dema wan li hember tiştekî, li hember daxwazên xwe, difroşin serdestên we.
Mane tu kurd î û bê dewletî, naxwe normal e tu bê radestkirin, tu bê girtin, tu bê kuştin, tu bê firotin, çermê te bê selixandin û ji kûçikan re hestî bêne parvekirin. Normal e tu di qorzîkeke teng a kolanekê de bê sekinandin û Ewropaya demokrat û xweşik serê te bitewîne û hem bi ser serê te de û hem jî bi ser dîroka xwe de bimîze û te radestî kujerê te bike. Dikare her tişt bibe, mane tu kurdî, naxwe normal e bavê min.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览731
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
挂钩项目: 2
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 11-07-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-08-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-08-2022
此产品最近更新( سارا ک ):08-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览731
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 521,483
图片 105,433
书籍 19,642
相关文件 98,416
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!