图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,940
图片 104,837
书籍 19,328
相关文件 97,650
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Komeleya Şêx Seîd giliyê Umît Ozdag dike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komeleya Şêx Seîd giliyê Umît Ozdag dike

Komeleya Şêx Seîd giliyê Umît Ozdag dike
Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, Kasim Firat ragihand ku ew dê li dijî Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku sivikatî bi Şêx Seîd kiribû, gilî tomar bikin.
Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag duh li ser hesabê xwe yê Twiterê heqaret li rêberê kurd Şêx Seîd kiribû.
Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, Kasim Firat ku bi xwe jî nêviyê Şêx Seîd e, ji Rûdawê re ragihand ku ew dê giliyê Umît Ozdag bikin.
Kasım Firat da zanîn ku wan bi rêveber û parêzerên komeleyê re, li ser vê rewşê axivîne û dê sibê ligel Baroya Amedê li dijî Ozdag giliyên xwe tomar bikin.
Firat bertek nîşanî Ozdag da û wiha got: Em nizanin çima wiha diaxive. Mêş biçûk e, lê mehdê mirov li hev dixe. Lê em dê li ser rêya xwe berdewam bin.
Li ser hesabê xwe yê twitterê jî Firat bi rengî nerazîbûna xwe nîşan da “Behr bi devê kûçikan naherime. Kesên ku zimandirêjiyê û heqaretê li Şêx Seîd Efendî dikin, divê bizanibin em qet ji zalimên zordar û hevkarên wan netirsiyan, serî netewand. Şêx Seîd Efendî rûmeta gelê Kurd û bawermendan e. Ez bawer im ku ew ê bersiva pêwîst bidin faşîstên dijûnker.”
Çi bibû?
Parvekirin Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku tê de heqaretê li Şêx Seîd kir, rastî bertekeke mezin hat. Di bersiva parêzer Sitki Zîlan ê ku li ser medyaya civakî li ser posta Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag şîrove kir, Ozdag heqaretê li Şêx Seîd kir.
Ozdag nexşeya bajarên Tirkiyeyê yên ku Sûriyeyî lê dijîn li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û got “Eger hûn van 2 nexşeyan bi baldarî lêkolîn bikin, hûnê bibînin ku Tirkiye bûye Filistîn. Filistîniyan bi gotina 'tiştek nabe' erdê xwe firotibûn. Li Tirkiyê heman pêvajo dijî. Partiya Zafer partiya ku li dijî filistînîbûna Tirkiyê li ber xwe dide. Dê serkeftin bibe ya Gelê Tirk.”
i ser vê parvekirina Ozdag parêzer Sitki Zîlan jî bi vî rengî şîrove kir “Cihû li Filistînê xwedî maf bûn. Pêxember Mûsa bi fermana Xweda zarokên Îsraîlî ji Misrê wergirt bir Filistînê, beriya wê Pêxember Îbrahîm li wir bicih bûbû. Kurd û Ereb jî li Tirkiyê xwedî maf in, li cihê beredayî xwe ne westîne; yan li cihê xwe bêdeng rûnê, yan here Japonyayê!. Bila rojhilatê Feratê ji me Kurdan re be, rojavayê wê jî bibe sê par; Tirk, Ereb û Kurd bi hev re bijîn. Me wê roje biryar da; Em wek kurd bi firehiya 100 km erd li ser xeta Diyarbekir-Edeneyê bistînin, divê em xwe bigihînin deryayê. Jixwe ji niha ve Mêrsîn ne bajarê Kurd û Ereban e?”
Li ser şîroveya Sitki Zîlan heqaretê li Şêx Seîd kir û got “Kalê min ê rehmetî Lîwa Mikaîl, kûçikê Şêx Seîd ê ku vê digot bir Amedê. Ocalan ê ku herî dawî got, li Îmraliyê diçêre.”
Ji siyasetmedaran heta rojnamegeran gelek bikarhênerên Twitterê yên kurd bertek nîşanî Ozdag ê ku heqaret li nirxên Kurdan dike, dan û xwestin ku hesabê wî bê ragihandin û der barê wî de serlêdana sûcê bê kirin. Bikarhêneran li ser medya civakî hashtagên #şêx seîd# rûmetameye, şêx seîd gele vekirin û wêneyên Şêx Seîd parvekirin.

Komeleya Şêx Seîd li ser hesabê xwe yê twitter bi awayekî tund bertek nîşanî Ozdag da û tê de ragihand “Kesê ku daxuyand ku ew kurê koçberê bervale Mikaîl û Mûzeferê darbekar e ku zimandirêjiyê li Şêx Seîd Efendî kiriye, Şêx Seîd rûmeta gelekî ye. Em wî navî di devê te yê bi gilêz de nadin çûtin, hoşt wir de here bervale Umît Ozdag.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览751
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | rudaw.net
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 人权
书: 报告
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( سارا ک 15-08-2022
本文已被审查并发布( هەژار کامەلا )on16-08-2022
此产品最近更新( هەژار کامەلا ):15-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览751
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,940
图片 104,837
书籍 19,328
相关文件 97,650
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!