图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,208
图片 104,658
书籍 19,254
相关文件 97,517
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan rûpelên 11 salên mayîna Barzanîyê Mezin li Sovyetê ronî dike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mela Mustefa Barzanî

Mela Mustefa Barzanî
Gotareke delal ji kovara BERBANGê bo bîranîna Rêberê gelê kurd
Têmûrê Xelîl,
sêkrêtarê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed
Bi dehan salan jîyana Rêberê gelê kurd Mela #Mustefa Barzanî# û weke 600 pêşmergeyên wî ya 11 salan li Yektîya Sovyetê ne ronî bû, ji ber ku wek sura dewletê dihate hesibandin. Hemû malûmatîyên derheqa wan da di arşîvên taybet û yên girtî da bûn, ku destûra hîç kesî tunebû bikeve nava wan arşîvan. Lê profêsorê ji binemala Bedirxanîyên Mezin – Ezîzê Zîyo Bedirxan biryar kir jîyana Rêberê gelê Kurd ya zêdeyî deh salan derxe ronahîyê û bi şerezatîya xwe, bi zanebûnên xwe, bi dostanîya serokan ra, bi welatparêzîya xwe ew hemû arşîv bi awayekî batinî da vekirinê û salên jîyana Barzanîyê Mezin li Sovyetê kir berhemeke delal, bi rûsî çap kir. Min jî bi dilxweşî ew berhema delal wergerande kurdî, li Weşanxaneya DOZê li Stembolê çap bû, dû ra me ew kire kurdîya bi tîpên erebî jî û niha li du cîyan, li Başûrê Kurdistanê çap dibe.
Van dawîyan min bi vîdeoblogg a malpera RIATAZA ser wê berhema delal bernameyek çê kir. Ew bername û berhema Ezîzê Zîyo gihîştîye ber destê lawê Barzanîyê Mezin – rêberê gelê kurd Mesud Barzanî û nevîyê wî, serekwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Ewana bi saya vê berhemê û vîdeobloggê ser bavê xwe û kalê xwe gelek tiştên nû hesiyan, ku berê nizanibûn. Pir kêfxweş bûbûn. Bi hêvîya em rojekê bernameyeke wisa bi awayekî zindî, bi amadekarîya miletê me li paytextê welatê me – Hewlêrê çê bikin.
Ezîzê Zîyo binemalên Bedirxanîyan û Barzanîyan nêzîkî hevdu kir
Ser Barzanîyê Mezin gelek hatîye gotin û nivîsar. Lê ev pirtûka delal taybet e, ji ber ku derheqa jîyana Barzanîyê Mezin yê li komarên Yekîtîya Sovyet e, ku zêdeyî deh salan kişand. Malûmatîyên balkêş hene derheqa seredanên Barzanî li Ûzbêkistanê, Ermenîstanê, Azirbêcanê, derheqa mayîna wî a demdirêj li Moskvayê, ku xanîyê lê maye îro bûye mûzêya ser navê wî. Hema li Moskvayê biryara alîkarîkirina kurdan hate dayîn û Sovyetê piştgirîya têkoşîna kurdan li Başûrê Kurdistanê kir.
Di vê berhemê da ewledekî ji malbeta kurdan ya binavûdeng behsa ewledekî kurdan yê di cihanê da pir navdar tê kirinê, ku herdu binemal jî ber dilê her kurdekî welatparêz ezîz in.
Rola Zîyo Bedirxan di hevdîtina Mustefa Barzanî û Nîkîta Xrûşçov da
Hinek bûyer weke bombeyeke neteqandî ne. Haya kesî jê tune. Lê dema ew bombe diteqe, her kes behsa wê dike. Dema Barzanîyê Mezin bi 500î zêdetir pêşmergeyên xwe va xwe li çemê Erez xist, derbazî ser axa Yekîtîya Sovyet bû, ew şandine Ûzbêkistanê, li warekî bi cî kirin, rê nedidan tu kes ji wî warî derkeve û tu kes jî seredana wan bike. Nasnameyên tu kesî jî tunebû. Di vê rewşê da Barzanîyê Mezin ji warê xwe derdikeve, li balafirê siwar dibe û xwe digihîne Moskvayê, diçe Kremlînê û Xrûşçov ew qebûl dike. Hilbet, bo pêkanîna vî karî nas-dost, xêrxwaz, cesaret, pere, mêrxasî, welaparêzî û h.w.d. lazim bû.
Ka em mêze bikin di pirtûka Ezîzê Zîyo Bedirxan ya bi sernavê “Lehengê efsaneyî” da (dû ra dema ew pirtûk bi kurdî hate wergerandin, navekî din lê kirin: -M. Mustefa Barzanî li Yekîtîya Sovyet), ku ser 110 salîya bûyîna Barzanîyê Mezin e, çawa bi awayekî sergirtî behsa vê yekê tê kirinê û ji wê tê fêmkirin ku ew welatparêzê mezin kî bûye, ku xwe bi her awahî daye ber karê seredana Barzanî li Moskvayê û rasthatina wî bi Xrûşçov ra. Ew apê Zîyo Bedirxan bûye.
-Bavê xudanê vê pirtûkê, aqilmendekî kurdan yê binavûdeng, Zîyo Bedirxan, gelek caran behsa rasthatinên xwe bi pêşmergeyên barzanîyan ra kirîye, ku li rex Taşkendê diman, û herdem jî bi dilgermî ew bîr dianîn. Berî 60 salan Zîyo Bedirxan bi çend hogir û hevalbendên Barzanî ra bû nas. Ew rasthatin heta-hetayê di bîra wî da man, wek bîranîneke here xweş di jîyana wî da. Bavê xudanê vê pirtûkê nikaribû helwesta wan a germ û dilvekirî di hindava merivan da ji bîr bikira. Ji wan kesên mêrxas û xwebexş paqijî û dilxweşî dibarî, û ew helwest tesîreke mezin li ser Zîyo Bedirxanê genc kirîye.
Dû ra di eynî kitêbê da tê gotin:
-Mustefa Barzanî dema behsa mirina Stalîn dibihîse (5ê adarê sala 1953an), biryar dike, ku êdî dema wî hatîye. Ew di meha nîsanê bi surî ji Taşkendê çû Moskvayê. Nasekî wî yê kurd, binecîyê wan deran jê ra nasname, peyda kir, bilêta balafirê kirî û ew bi awayekî serketî gîhande Moskvayê.
Di dawîyê da em dixwezin serpêhatîya wêneyê Barzanîyê Mezin û N. S. Xrûşçov ku li Kremlînê bi hevra girtibûn, raberî we bikin:
Dema Barzanîyê Mezin hatibû radyoya Kurdî ya Yêrêvanê, wî ji bavê min – Xelîlê Çaçan Mûradov – pirsî: -Em çi dikarin bo radyoyê bikin? Bavê min nameyeke bi rûsî amade kiribû ku Barzanîyê Mezin bikaribe bide Xrûşçov bo zêdekirina wextê radyoyê. Ji ber ku radyoya me ne ya Ermenîstanê tenê bû, lê ya Yekîtîya Sovyet bû. Ango serokê bavê min serokê radyoya Moskvayê bû. Piştî çend mehan sêkrêtarekî Xrûşçov ji Moskvayê têlêfonî bavê min dike û gazî bavê min dike, bavê min diçe Kremlînê. Li wir jê ra dibêjin, ku wextê radyoyê du caran zêde dikin, ango ji 45 deqeyan dikin 90 deqe. Û wî sêkrêtarî wêneyê Barzanî û Xrûşçov daye bavê min.
Û Barzanîyê Mezin 2 qelûnên (miştikên) darîn, yên bi destê xwe çêkirî dabû bavê min, bavê min yek ji wana dabû wî sêkrêtarî, ku bide Xrûşçov. Tê bîra min yek ji wan miştikan ya pêşmergeyan bû, ango cixare dikete navê, dora miştikê gelek qul hebûn, ku dûyê cixarê jê derkeve, lê agirê cixarê şev xuya ne dibû, ji ber ku miştik girtî bû. Eger xuya bibûya, dijmin wê agirê sor yê cixarê bidîta û êrîş bikira.
Ez bi xwe ne dîndar im, lê Barzanî bo min Xwedê bû. Min ev yek ji xwedîyê vê berhema delal – doktor, serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê BERBANGê texmîn kir. Ji ber ku gelek ji dil û ser dereceyeke pir bilind hatîye nivîsar. Berheme ha tenê wê demê dikare bixuliqe, ku tu keseekî efsaneyî wek Xwedê jê hez bikî.
Min xwest bi vê gotarê gelê me bi riya kovara BERBANGê rûpelên jîyana Barzanîyê mezin di salvegera rojbûna wî da bihesin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览480
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | krd.riataza.com
挂钩项目: 2
图书馆
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 15-03-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
书: 文学
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 前苏联
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 19-08-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on19-08-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):19-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览480
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.162 KB 19-08-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,208
图片 104,658
书籍 19,254
相关文件 97,517
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!