图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,174
图片 104,652
书籍 19,254
相关文件 97,497
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Em guhê xwe bidin çîroka karxezalekî 57 salî: Karmamiz
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

(Romana Elî Hesenyanî (Hawar

(Romana Elî Hesenyanî (Hawar
Hevpeyvîn: Îhsan BÎRGUL
Rêyek. Sê rêwî. Sê rêwiyên vê rêyê. Wirya, Hawar û Muhsîn. Yek lehengê rê û romanê, yek nivîskar û şirîkê êşa lehengê romanê, yek jî li ser rê û şopa her duyan û vegotanê çîroka her du lehengan. Pireya di navbera her du zaravayên bira û pismaman...
Belê gelek berhem hene, bi qasî naveroka xwe xwediyê serpêhatiyeke balkêş in jî. Wekî vê romana Elî Hesenyanî ango Hawar. Em dikarin bi rihetî bêjin çîroka nivîsa vê romanê jî xwediyê çîroka naveroka romanê ye.
Bêguman çîroka heyata Hesenyanî jî bi qasî her du çîrokên din balkêş û bi ketin û rabûnê domiye û dawî bûye. Çîroka wî emrê li Pamnara taxa Tehranê dest pê dike û Kopenhaga Danîmarkayê diqede...
Me jî ev hersê çîrok ji wergerê romanê yê kurmancî werger û nivîskar Muhsîn Ozdemîr û Dr. Zagros Hesenyanî yanî lawê Hesenyanî pirsîn. Ka çi ye çîroka “Karmamiz” ango Karxezalê. Çima ev pirtûk 57 salî ye…
***
Wexta em bêjin Muhsin Ozdemir kî ye, em ê bersiveke çawa bibihîzin?
M. OZDEMIR: Wekî di nasnemeya min de jî diyar e, ji gundê Zivinga Şikakan ya bi ser Findika Botanê ve hatime dinyayê. Li gorî xizm û lêzim û nasyarên derdor, mirovekî jêhatî û nesekinî û tim di geriyanekî de ye, li gorî hevalên min ên dibistanê şekleke din, ji bo hevalên min ên di têkoşînê de em bi hevre mayîn bi awayekî din, di van dehsalên dawiyê de jî her çiqas wekî romannivîs hatibe nav qada wêjeyê jî, lê hino hino wekî wergêr tê bihîstin.
Berî em derbasî serpêhatiya vê pirtûkê bin, em pêşî li serpêhatiya wergerê guhdarî bikin. Niyeta wergera vê pirtûkê ji ku derket û pêvajoyek çawa derbas kir?
M.OZDEMIR: Di sala 2014'an de, li Facebookê hevaleke min ji rojhilat -ku ew jî mamoste û helbestkar e- ji min re helbesta “Cellad” a Elî Hesenyanî şand ku wergerînim. Min jî wergerand û li ser hesabên xwe yên torên medyaya civakî parve kir. Rojek bi şûn de, Zagros Hesenyaniyê kurê Elî Hesenyanî bi messengerê li min geriya, xwest min bibîne. Min got, xêr e, got ew helbest a bavê min e û dixwazim te bibînim û dîwana wî jî wekî diyarî ji te re bînim. Piştî heyemake kurt Dr. Zagros Hesenyanî hate Wanê û dîwan (Gunah) û romana “Karmamiz” a çapa Holanda ji min re anîn. Me hev nedît, lê piştre min du pirtûkên Hesenyanî wekî diyarî wergertin. Min ji gelek kesan re behsa vê pirtûkê dikir. Hetanî 2018'an min di hesabê xwe de parve kir ku min dil heye berhmemên Elî Hesenyanî wergerînim. Li ser vê parvekirinê Dr. Zagros li min geriya û got ez ê hemû berhemên Elî Hesenyanî ku nû hatine çapkirin ji te re bînim. Vê carê jî wekî set her pênc berhemên Elî Hesenyanî bi xwe re anîn Stenbolê û ji wir jî teslîmî hevalekî min kir ku ji min re bişîne. Piştî ku min diyariyê xwe wergertin bi şûnde min Karmamiz xist nav berrnameya xwe ku wergerînim. Ji ber pandemiyê hinekî dereng ket. Ji bo weşandinê jî ez bi weşanên NA'yê re axivîm, min doza mafê wergerê jî nekir... me xwest surprîzekî li Dr. Zagros bikin. Wisa jî çêbû. Dema ku ji çapê derket û gihîşt weşanxaneyê, Dr. Zagros jî amade bû. Me bi hev re ev kêfxweşî pîroz kir. Spasiya xwe pêşkêşî weşanên NA û dr. Zagros dikim ku ez bi tenê nehiştim. Hêvîdarim ku xwînerê kurdî jî vê pirtûkê bi tenê nehêlin.
Ev pirtûk çima 57 salî ye û ji bilî 57 saliyê çi taybetmendiya wê heye ango taybetmendiyeke wê ya din heye?
M. OZDEMIR: Taybetmendiya vê pirtûkê ew e ku hetanî hingê berhemeke nûjen wekî roman bi kurdî li ser jiyana kurdewarî çap nebûye. Elî Hesenyanî sala 1964’an di zindanê de bi farisî romaneke bi navê “Rûnak Ahûyê Kohestan” dinivîse. Ku ev roman hingê di zindanê de nehatiba desteserkirin û tunekirin, ew ê bi kurdî jî ya yekemîn bûya. Lê mixabin, piştî tunekirina vê romanê, Hesenyanî tim di wê hizrê de ye ku romana xwe û çîrok û helbestên xwe binivîse û bidomîne. Çendîn caran dinivîse, lê dîsa tê tunekirin an ji dest diçe. Cara diduyan li quntara çiyayê Qendîlê guhdariya serpêhatiya pêşmergeyekî dike û serpêhatiya lehengê romana xwe ya xeyalî digihîne hev û Karmamizê dinvîse. Vê carê jî tevî gelek nivîsên wî dikevin ber ava çemekî û tune dibin. Cara sêyemîn jî dîsa dinivîse û diqedîne. Ji ber jiyana pêşmergetiyê nikare bi xwe re bigerîne û li gundekî datîne. Îca topeke neyaran li odeya ku daniye dikeve û dîsa gelek nivîsên wî tevî vê romanê tune dibin.... Piştre dîsa dinivîse û li Kawlana Mehabadê diqedîne...
Taybetmendiya vê romanê ew e ku kurdewarî ye, jiyana kurdewarî, evîn, têkoşîn, bindestî, feodalî û hêvîyê digire dest û li welat bi xwe hatiye nivîsandin.
Niyet an jî projeyeke we ji bo wergerandina pirtûkên Hesenyanî yên din heye?
M. OZDEMIR: Helbet min dil heye tevahiya berhemên Hesenyanî wergerînim. Ji bo wergerandinê jî min destûra wergerandin û çapkirinê ji Dr. Zagros wergertiye. Piştî Karmamiz, ew ê romana Dêrwêş were wergerandin û me li ser wê li hev kiriye. Ya rastî nehata çapkirin jî min ê her dê wergeranda... lê niha hê xweştir û rastir biryar heye.
Pîvana Muhsîn Ozdemîr ya wergerê çi ye?
M. OZDEMIR: Helbet ji bo wergerandina her berhemekî pîvanên cuda hene. Li gorî helbest û pexşanên edebî hinekî mirov dikarê wekî werger însiyatîfê bikar bîne û guhertinan çêbike. Di metnên wisa de li gor qalib û kodên kurdî tevdigerim ku werger ne peyv bi peyv be. Lê ku metnên olî bin, yan teknîkî û bijîjkî û hwd. bin, ev însiyatîf nikare were bikaranîn. Wekî rêbaz, ez destpêkê metnê çend caran dixwînim ku girêdana serî û nav û dawiyê baş were dariştin. Heke helbestên kêş û newa bin xwe dûr digirim ku ez di vir de ne ew qasî hosta me. Ku kareke wisa jî hebe, her divê bi çend pisporan re wekî hevbeş ez wî karî bikim.
Pirseke magazînî! Gelek wergerên cenabê te hene. Lê çima hemû ne cihekî, li cur bi cur weşanxaneyan hatine hatine çapkirin?
M.OZDEMIR: Di vir de heke proje ya min bi xwe be, di heman weşanxanê de ez dixwazim wergerên xwe biweşînim. Lê car heye proje ne ya min e, yan jî ya weşanxaneyekî ye, li gorî peymanê bi wan re didim wan. Ji ber wê piraniya berheman ji weşanxaneyên cuda derketine. Ev ne di destê min de ye. Tew gelek werger hene, yên ji bo saziyan in, bi heqdest hatine kirin. Yên bi vî cureyî jî pir in. Êdî ew li ku çap bikin, ew karê wan e.
Herî dawiyê ji bo vê hevpeyvînê spasiyên xwe pêşkêşî te û malpera Diyarnameyê dikim bi hestiyarî.
***
Em niha jî berê xwe bi çend pirsan bidin Dr..Hesenyanî. Ka çi bersivan dide me….
Têkiliya rêzdar Hesenyanî bi Komara Kurdistanê ya Mahabad re çêbûye? Eger çêbûbe di çi astê de ye?
Z. HESENYANÎ: Di dema Komara Kurdistanê de Hawar wekî temen pir biçûk bû. Wisa dixuye çalakiyeke wî bi Komara Kurdistanê re nebûye. Hingê Hawar 5-6 salî ye ku Qazî komarê li Mehabadê dadimezirîne. Lê ew hewaya ku hingê heye li ser wî bandor kiriye û piştre tevlî Partiya Demokrat dibe.
Bi qasî tê bîra cenabê te helwest û hewladana rêzdar Hesenyanî ya ji bo tifaqa netewî çi bû?
Z. HESENYANÎ: Têkariya ku li ser yekîtiya neteweyî kiriye ew e ku Hawar kurdekî rasteqîne bû, pir rasteqîne. Xuyaye hay ji her partî, grûp û desteyên kurd ê li Kurdistanê hebûye, bi taybet li rojhilatê Kurdistanê. Wê demê li Kurdistanê gelekî gendelkarî hebû, ez di temenê deh-duwazdeh salî de bûm, Hawar bi kurdayetiyekî sade bi pirsgrêkan re eleqeder bûye. Naxwazim behsa gelek tiştan bikim. Ji bo yekîtiya neteweyiya her çar-pênc parçeyan ya ku jê hatî, teqsîr nekiriye, jiyana xwe jî di vê rêyê de daye. Kar û xebat û ehtûbara xwe tev xistiye bin vê xizmetê. Kesekî wisa bû ku heke li pey kurdayetiyê neketiba cihê wî di civaka Îranê de pirtir bilind dibû ji rewşa ku tê de bû. Lê ya ku dixwest bike, ya ku di sînorê hêza wî de bû ku dixwest pêk bîne, bi nihênî kiriye û nexwestiyê herkes pê bizanibe. Li pey meqam û berjewendiyên şexsî neketiye ku pileya wî di wê civaka Îranê de bilind bibe. Bi tu hawî li pey tiştên wisa neketiye.
Sedama terkkirina welêt ya rêzdar Hesenyanî çi bû gelo?
Z.HESENYANÎ: Sedema derdikeve derveyî welat jî ew bû ku, Hawar bi Partiya Demokrat re bû, endamê wê bû. Gelek kêşe û pirsgirêk bi ser de hatin. Ev jî mijareke bi serê xwe ye... Ji bo ku were Mehabadê û Partiya Demokrat wî dûr bixe, çend salan li Mehabadê dimîne. Partiya Demokrat wekî qazî –dadgeh biryar dida û pêşgirî û astengî jê re derdixin, lê wexta ku haya wî ji vê çêdibe berê xwe dide derveyî welêt bi wê mebestê li derveyî welat kovarekî-rojnameyekî çap û belav bike diçe Fînlandiya. Li Fîlandiyayê mixabin ku tiştekî pir seyr û balkêş e, dibêjin ew tiştê ku tu di kovarê de bi kurdî belav dikî, divê bi zimanê fînlandî û tirkî jî belav bikî. Ev daxwaz û doza fîlandiyan jî dibe sedem ku ji Fînlandiyayê derkeve û biçe Danîmarkayê û daxwaza penaberiyê bike. Ji ber ku li Fînlandiyayê penaberiya wî hatibû qebûlkirin, li Danîmarkayê jî mecbûr dimîne bi navê Azad Sasan xwe bide nasandin û mafê penaberiyê bixwaze. Mixabin mirina pêşwext rê nade ku ew kovara çandî, wêjeyî ya tenê bi kurdî ku hesreta wî bû belav bike.
Gotina cenabê te ya dawîn?
Z. HESENYANÎ: Di dawiyê de jî spasiyê xwe pêşkêşî nivîskar û wergerê kurd Muhsîn Ozdemîr dikim ku yekemîn berhema Hawar (bavê min) kurmancîze kir, her wiha spasiyê xwe pêşkêşî xwediyê Weşanên NA’yê Berfo Barî dikim ku barê weşandin û belavkirina vê berhêmê girtin ser xwe.
Nîşe: Gotinên Dr. Zagros Hesenyanî jî ji aliyê Muhsin Ozdemir ve ji Soranî hatine kurmancîzekiri
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,136
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 14-07-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-09-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on06-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):06-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,136
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.139 KB 06-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,174
图片 104,652
书籍 19,254
相关文件 97,497
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!