图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,940
图片 104,837
书籍 19,328
相关文件 97,650
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Koma Defjenên Heskîfê: Em diwazin girîngiya erbaneyê bi civakê bidin zanîn
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Koma Defjenên Heskîfê

Koma Defjenên Heskîfê
Hevpeyvîn: Îhsan BÎRGUL
#Heskîf#a xwediyê dîroka 12 hezar salî, erbaneya kurdan û jin. Jina ku li vê erdnîgariyê her afirîner bûye lê her gav jî hatiye piştguhkirin. Îro ev hêrsê hêma gihîştine hev. Bi rîtm û newayên stranên vê axê. Li ser vê axa dergûşa şaristanî û mirovahiyê...
Koma Defjenên Heskîfê navê vê hevdîtîna çand û hunerî ye. Komeke ji 15 jin û 5 mêrên her yek wan ji beşeke civakê ne û xwediyê taybetmendiyên xwe ne. Hatina cem hev a 20 kesî ne tiştek hindik e, berevajî tiştek muhîm e û kedek mezin e. Ew her yek karek dikin. Hin mamoste, hunermend, tenduristkar, karker û hwd. in lê hemû jî dildarê çand û erbaneyê ne; ew erbaneya ku xwediyê mîrateyeke kevnera ye. Ew îro li Batmanê bi dengê erbane û stranên xwe sekn û helwesta xwe nîşan didin. Dibin dengê Heskîfa mîna bûkeke miraz di çavdemayî bi nav bûye..
Me jî îro dora gotinê da çar endamên komê, yên avakar û bersirsiyar. Wekî piraniya jinan ya di komê de, di axaftinê de jî jin pirtir bûn. De kerem kin guh bidin gotinên organizator û avakara komê, şanoger, lîstîkvan û pêşkêşvan Çîçek Tekdemir (Kulîlka Heskîfê), mamosteya erbanê û avakara komê Nesrîn Şîmşek, mamosteyê komê defjen Metîn Kaya û tenduristkar û defjen Ebru Geylan. Me pirsî wan bersiv da.
Fikra avakirina koma defjenan ji ku derket û çima we ev nav lê kir?
Çiçek Tekdemir: Projeyeke avakar û mamosteyê Ahura Ritm Toplulugu birêz Samî Hosseînî hebû. Li heremê perwerdehiya erbaneyê dida. Xwişka min Nesrîn jî li Batmanê hîndekariya erbanê dikir. Li ser pêşniyara wê me xwest mamoste Samî were Batmanê û perwerdehiyê bide me jî. Min ev daxwaza me ragihande mamoste, wî jî ev daxwaza me bi kêfxweşî qebûl kir. Got ez mehê carekê dawiya heftê werim perwerdehiyê bidime we û me wiha destpê kir. Organizasyona me bi pêşengiya min û alîkariya hevalên me berdewam kir. Perwerdehiya me dê çar mehan bûya. Meha çaran de pandemiyê destpê kir û me jî ji neçarî perwerdehî betal kir. Piştî destpêkirina pandemiyê me li ser înternetê di koma xwe ya medya civakî de bi mamostetiya Nesrîn û Metîn xebatên xwe bênavber domandin. Piştî van xebatan me xwest em navekî li xwe bikin û hunera xwe bi vî navî bidomînin. Navê “Koma Defjenên Heskîfê” fikra mamoste Samî bû. Û bi erêkirina hemû hevalan. Heskîf dîroka mirovahiyê ya di bin avê de mayî ye. Jixwe erbane jî enstrümaneke kevnar û dîrokî ye. Ji ber wê jî Heskîf û erbane pir li hev hatin
Hûn dikarin behsa pêvajoya avakirina komê bikin?
Nesrîn Şîmşek: Belê. Jixwe ev demek dirêj bû li Êlihê hêzeke xurt a defjenan hebû lê her yek li aliyekî bû. Bi xêra mamoste Samî Hosseini em gihîştin hev. Di sala 2019'an de li bajarê me workshopek li dar xist û gelek hevalên dil dabûn erebaneyê tev lê bûn. Ya rastî mamoste Samî bixwe ev kom ava kir û berpirsiyariya wê jî da me. Armanca wî ya sereke li her bajarekî kurdan komek erbaneyê ava bike û wekî diyariyekî pêşkêşî wan bike. Ji bo me naskirina wî şansekî mezin bû. Lewre gelek teknîkên nû û sererastkirinên notasyonan de alîkariyek gelek mezin da me. Heta niha tu kesî xebat bi vî rengî li welatê me nekiribû. Ev jî ji bo kêfxweşî û serkeftinek bû. Piştî çûyîna mamoste Samî bi hewldana hemû hevalan kom li ser piyan disekine û berdewamiya xebatên xwe dike. Niha wekî hûn jî dizanin nexweşiyek global berdawam dike û em jî wekî hunermend di bandora wê ya neyînî de man. Ligel hemû astengiyan jî me dîsa klîpa xwe ya bi navê ŞAHMÎRAN ya ku Seyda Goyan ji devera Şirnexê berhevkiriye derxist, li ser kanala YouTube û gelek malperên din de hate weşandin û ji aliyê derdorê ve jî gelek hate ecibandin. Koma me piranî ji jinan pêk tê. Ev jî ji bo me serbilindiyeke mezin e....
Kom ji çend kesan pêk tê? Û niyeta we ya zêdekirina endaman heye?
Metîn Kaya: Koma me ji 20 kesan pêk tê. Bêguman armanceke me ye sereke jî zêdekirina endamên komê ye. Ji ber ku dema em bibêjin def tenê amûrek muzîkê neyê bîra we. Def 1000 sal e li Mezopotamyayê û herêma me wekî çandekî tê zanîn û tê bikar anîn. Armanca me ew e ku ev çand û huner li tevahiya Mezopotamyayê belav bibe.
Heta niha ji bilî klîba we ya bi navê Şahmîranê çi xebatên we çêbûne?
Metîn Kaya: Koma me di sala 2020'î de ava bû. Em dikarin bêjin komeke nû ye. Lê xebatên me bênavber didomin. Piştî bi awayekî serkeftî amadekirina klîba Şahmîran me berê xwe da xebatên din yên cuda. Bi hatina biharê û xilasbûna pandemiyê (hêvî dikim) re emê xebatan xurt û berfirehtir bikin.
Klîba we bertekek çawa dît? Û çima straneke heremî, folklorîk?
Çiçek Tekdemir: Gelek bertekên erênî dît û pir hate ecibandin. Stranên heremî pir li erbaneyê tên. Erbane ahengeke pir xweş dide stranên folklorîk. Loma me jî xwest strana koma me ya yekemîn straneke gelerî be. Her wiha cil û bergên di klîbê de jî gelerî ne. Her wiha berhevkarê strana Şahmîranê kek Seyda Goyan jî di klîba me de cih girt û bi me re strand.
Hedefa koma defjenên Heskîfê çi ye. Hûn dixwazin encama xebatên xwe bigihînin ku?
Nesrîn Şimşek: Hedefa me ya yekemîn em dixwazin komekê mayînde be. Wekî hûn jî dizanin hilgirtina komê ne hêsan e. Ji ber ku mirov ne bi yek kesî re dan û standinê dike. Ev xebateke kollektîf e. Divê mirov bi zanebûn û hostatî tevbigere. A niha em gihîştine atmosfereke gelek baş û di navbera hemû hevalan de ev kollektîfî heye. Ev jî ji bo me avantajeke baş e. Ya duyemîn em dixwazin li derveyî Êlihê jî xebatan bikin. Mînak konseran pêk bînin. Wekî konserên gelî. Bi van konseran xwe bigihîne hezaran welatîyên xwe. Ya sêyemîn jî em dixwazin bi zêdekirina endamên komê re girîngiya erbaneyê ya di çanda me de bi civaka me bidin zanîn. Her erbaneyê li hemû cîhanê bidin naskirin û hezkirin...
Hûn wekî kom ji cihekî piştgiriyê digirin? An jî hûn li benda piştgiriyek çawa nin?
Ebru Geylan: Di armanca avakirina koma me de tu car destkeftiyeke aborî çênebûye. Bes me xwestiye bi erbaneya yek ji wan nuveya çanda me ye sereke ye, li hemberî talan û xirabkirina ekolojîk sekneke hunerî nîşan bidin. Jixwe heta roja îro kom bi derfetên xwemalî yên endamên komê hatiye.
Lê belê ji bo ku em karibin proje û xebatên mezintir bikin, hewcedariya me bi alîkariya sponsoran heye. Kesên di vê mijarê de wekî me difikirin û xemxwurê ziman û çanda xwe bin, dikarin li ser esesê rêgezên parastina çand û hunerê alîkariya me bikin.
Rojekî derfet çêbe, koma we dixwaze li kîjan bajarî konser bide?
Ebru Geylan: Wekî ji navê komê jî diyar dibe, me xwest bi deng û amûrên hunerî seknekî nîşanê talana li hember dîrokeke 12 hezar salî tê kirin bikin. Jan û keserên Heskîfê bi sekneke hunerî û legal bidin bihîstin. Sed mixabin em nebûn asteng li pêşiya vê talanê. Lê me dîsa jî dest jê nekişand. Û em dixwazin bi konsereke li Heskîfê hem rêzdariya xwe nîşanê wê bikin hem jî bi lorîkan şîna wê bikin...
***
Klîba yekem a komê: ŞAHMÎRAN
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览338
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
相关文件: 2
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 24-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-09-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on06-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):06-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览338
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.169 KB 06-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,940
图片 104,837
书籍 19,328
相关文件 97,650
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!