Di çarçoveya xûla lîga duyem a futbolê ya Iraqê de, duh Duşembê tîma #Duhok#ê di penaltiyan de li beramber tîma Nasiriyê ya Iraqê biserket û 3 puanên giring bidest xistin.
Duh lîstika tîma futbolê ya Duhok û Nasiriyê li stadyuma Medîne ya Bexdayê birêve çû, di dema asayî ya lîstikê de herdu tîm bi encama 2-2 wekhev bûn, lê tîma Duhokê karî di penaltiyan de serkeftinê bidest bixe.
Di destpêka lîstikê de tîma Duhokê bihêz derket û çend derfetên golavêtinê ji dest da. Di xûleka 15ê de Welîd Selman karî gola yekem a tîma Duhokê tomar bike, herwiha tîma Duhokê li ser givaşên xwe bo ser tîma Nasiriyeyê berdewam bû û di xûleka 22an de Kerîm Dalî gola duyem ji tîma Duhokê re qezenc kir.
Lê belê xweşiya gola duyem a tîma Duhokê zêde dirêj nekir û di xûleka 25 de Hisên Raliv gola ewil a tîma Nasiriyeyê tomar kir û nîva yekê ya lîstikê bi wê encamê bi dawî bû.
Di nîva duyem a lîstikê de, yarîzanên tîma Duhokê hinek kontrola lîstikê ji dest dan, û tîma Nasiriyeyê êrîşên xwe li ser gola wan zêdetir kirin. Piştî çend hewldanan, di xûleka 75an de yarîzan Hisên Talib gola duyem a tîma xwe jî qezenc kir û encam bi 2-2 wekhev lêhat.
Di dema asayî de, lîstik bi wê encamê bi dawî hat û di penaltan de tîma Duhokê karî serkeftina xwe misoger bike.
Niha tenê lîstikek li pêşiya tîma Duhokê maye ku eger wê lîstikê qezenc bike, dê careke din derbasî xûla superlîga Iraqê bibe.
Tîma Duhokê dibê di lîstika mayî de li beramber tîma Emane bilîze û 3 puanên wê lîstikê qezenc bike, daku serkeftina xwe bo superlîga Iraqê misoger bike.[1]