图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,056
图片 106,673
书籍 19,294
相关文件 97,290
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XV
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XV

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XV
KOMPLO Û KOMPLOGERÎ

Komplo û komplogerî ji destpêka dîroka şaristaniyê heyanî şaristaniya kapîtalîst, di destê desthilatdariyê de weke amûrekî ya domdarîkirina desthilatdariya xwe hatiye bikar anîn. Tevahî qral, împarator, wezîr, xanedan û serokên dewletan ev yek ji bo destgirtina destihaldariya xwe bikar anîne. Komplo û komplogerî weke berhemên ku ji hêla kesên serdest ve hate dîtin, bikar anîn û pêşxistin. Tevahî deng, reng û kesên ku li hemberî wan radibin bi rêya komployê hatiye qutkirin, bêdengkirin. Her wiha tevahî lêgerînên azadiyê jî hatiye dewisandin. Armanca hêzên desthilatdar, metînger, hêzên hegemonîk, emperyalîst û pergala baviksalarî ew e ku civakên nirxên ehlaqî-polîtîk dihewînin bikin kole û ji metîngeriyê re vekirî bihêlin, her wiha ev civaka rast a ku nûnertiya ehlaqê azadiyê dike îmha bike û ji holê rabike.
Di dîrokê de yek ji gelê ku bi komplo û komplogeriyê re rû bi rû maye gelê Kurd e. Yek ji van komployên dîrokê îxaneta Kyros a bi Harpagos re li hemberî qralê Medan Astyag pêk aniye ye. Mînakên di dîrokê de derketine pêş dide diyarkirin ku dîroka şaristanê dîroka komployan e. Lê rûxmê tevahî êrişên tunekirinê û komployên hatine pêkanîn jî taybetmendiyên ehlaqî û polîtîk ên civaka xwezayî li cihên weke çiya, cihên asê yên kûrahiya çiyayan de hebûna xwe domandine. Li hemberî van tiştê ku di Rêbertî de pêkhatiye nasnameya civakekî ehlaqî ya girêdayî azadî, wehkevî, edalet û parvekirinê ye. Ango Rêbertî di civaka Kurd de zanistiyekê nû ya azadiyê daye qezenckirin. Li ser vê bingehê jî di bin Rêbertiya Rêber APO de tevgera azadiyê, tunebûna gelê Kurd a ku ber bi pêkhatinê ve diçû hatiye sekinandin û gelê Kurd li Rojhilata Navîn û ji bo tevahî gelên azadîxwaz pêşengtiya têkoşîne kir.
Sedema bingehîn a ku hêzên navdewletî û nûkeran ber bi komploya navdewletî ve bir, rastiya birdozî û felsefeya ku bi Rêbertî re vegotina wê tê kirin e. Di Rêbertî de vegotina rastiya dîrokî, birdozî û felsefî, bi tevahî heqîqeta xwe ve tê jiyîn. Rêber APO bi van gotinan rastiya komployê dide diyarkirin; “Tevahî armanc tasfiyekirina min û ya PKK’ê ye. Komplo di şexsê min de tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina mi û niyeta kesên di vê de rok girtin ne bi dawîkirina terorê û çareseriyê bû. Dixwestin bingehê şerekî ku sedsalekî din berdewam bike, kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min jî firsendek îdeal dida. Bê guman, heya dawiyê dixwestin vê firsendê bikar bînin.”
Dema ku dîrok 9’ê Cotmeha 1998’an nîşan dida Rêbertî ji Sûrî derket û destpêkê çû Atînayê. Piştî ku ew ji Sûrî derket, rêveberiya Sûrî li Edenê ji berpirsên Tirkiyê re got ‘Ocelan êdî ne li Sûrî ye’ û bi vê awayê di navbera her dû dewletan de hevpêyvîna Edenê ku gav bi gav bigehê komployê ava dikir hat îmzekirin. Amadekirina pergala îşkence ya Îmraliyê di 4’ê Sibata 1999’an, hîn beriya ku Rêbertî ji Kenyayê were revandin hatibû pêkanîn.
Rêbertî hîn di balafirê de, di ferqa vê komploya mezin de bû, bi pêşdîtinên xwe dît ku hêzên navdewletî dixwazin Rojhilata Navîn vegerînin topek ji agir û bi vê pêşdîtinê jî hîn di seatên destpêkê yên 15’ê Sibata 1999’an de li dijî komployê dest bi berxwedanê kir. Rêber APO ku pergala Îmraliyê weke Guantanama pênasekir ji bo pergala Îmraliyê wiha got; “Pergala İmralî weke qadekî lawazkirina îrade ku hiquk û zagon bandora xwe li ser vir nake û pergala cîhanê ya kapîtalîzmê ji bo min taybet daye avakirin e. Hi bi derfetên zindanê, him jî bi hîma bi awayekî ji derveyî hiqukê revandin a ku li hemberî min hatiye pêkanîn, ez dikarim bêjim ku zindana Îmraliyê weke Guantanamo yê yekemîn ketiye dewrê.”
Ev komploya ku bi destê hêzên navdewletî ve hat pêkanîn, bi awayekê xuyayî dişibe efsaneya Prometheus. Lewra di vê derbarê de Rêbertî wiha dibêje; “Efendî û giregirên hemu parzemînan destên xwe dan hevdû û bi gitina wan bi komployekî min zevt kirin û dema radestî girêva Îmraliyê kirin efsaneyek ku xwe nû dikir hat bîra min. Ew jî ev bû, Xwedayê Yewnan Zeus, ji nîvxwedayan Prometheûs bi zinarên çiyayê Kafkasan ve girê da û cegera wî bi qertelan da xwarin. Çawa ku Prometheûs ji bo azadiya mirovahiyê, ji xwedayan agir dizî û cegera wî ya ku qertelan dan xarin xwe nû dikir; efsane weke ku di şexsê min de bi cih were xwe nû dikir û dibû rastî.”
Bi giştî pêvajoya ku di navbera 9’ê Cotmeha 1998’an heyanî 15’ê Sibata 1999’an hatiye jiyîn bi her awayê lîstokekê mezin ku dihat xwestin li ser Kurdan were lîstin bû. Lewra dema ku Rêbertî vê pêvajoyê dinirxîne van gotinan dibêje; “Pêvajo, amadekirina çarmix ango darbestê bû. Yên li Moskovayê, bizmaran hişk lê didan. Cara yekemîn min dîmenên ku di rûyên xwe de cih nadin dostaniyê didît. Diyar e ku biryar ji jor hatibû dayîn û mîsoger bû. Bizmara yekemîn li Moskovayê hat lêdan; min sermaya maran a îxanetê jiyan kir. Bizmara dûyemîn li Roma’yê hat lêdan, li hemberî lîstokên zirav ên kapîtalîzmê min dest ji rûmetê berneda. Bizmara sêyemîn li Atînayê hat lêdan, li hemberî îxanetekî li dijî dostaniya ku nehatiye jiyîn adeta zimanê min lal bû. Bizmara çaremîn li Naîrobî hat lêdan. Di encama komploya Çarmix’ê de, min xistin girtîgeha yek kesî ya girava Îmralî (goristana Hades’ê), di nav çarmix’ê de min xistin nav bendewariya mirinê (darvekirinê). Lewra ez ne mehkûmê Tirkiyê, mehkûmê komploya navnetewî me.”
Rûxmê hemu plansaziyên hêzên navdewletî jî Rêbertî bi nirxandinên xwe yên demê vê pêvajoya ku hat xwestin Kurd ebed di bin tarîtiyê de bimînin, vala derxist. Li girava Îmraliyê rûxmê hemu bêderfetiyan bi paraznameyên xwe van rojên reş û komploya dîrokî ya li ser gelê Kurd hatiye pêkanîn nirxand. Ev nirxandinên ku binesazî û bingehê Komploya Navnetewî ronî dikir, bû vala derxistina komployê. Rêbertî van şertên giran û vala derxistina komployê wiha nirxand; “Bi pêvajoya çareseriya demokrasî û aşitiyê ku li Îmraliyê min pêş xist, min hemu planên wan ên îmhakirinê vala derxist. Cezaya darvekirinê hat rakirin, lê heya mirinê di derfetên giran ê tecrîtê de mayîn, li korîdora mirinê yê ji darvekirinê xirabtir ku wê hêdî hêdî bibe mirinê û belavî demê bibe de mayîn wê berdewam kiriba. Di bin van şertan de jî bi paraznameyên xwe ku bi nirxandina derfetên qasî serê derziyê pêşxistiye, minê bûyîna bersiv serxistiba. Bi vê awayê komploya navdewletî, di asta teorîk de ronakkirin, teşhîrkirin û vala derxistin hatibû pêkanîn, lê di pratîkê de minê hewildanên aşîtî û çareseriyê berdewam kiriba.”
Bê guman komploya navdewletî ya hatî pêkanîn ne tenê li ser gelê Kurd bû. Di şexsê gelê Kurd de lîstokekê pir mezin li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn hat pêkanîn. Di vê derbarê de Rêber APO wiha dibêje; “Li hemberî lîstokên ku li ser me û gelê Tirkiye tê lîstin, me hewil da ku em xeta hiquqa demokratîk û feraseta parastina rawa bidin rûniştin. Li ser vê bingehê ez Kurdan vedixwînim yekîtiyê, wan dawetî gotin û hêzê dikim. Divê Kurd ne ku tenê min bifikrin, xwe bifikrin, komployê baş fêm bikin û hesabên vê pirs bikin. Em di nav lîstokê de ne, divê hûn di vê zanistiyê de bin. Komplo ne tenê ji bo PKK’ê, ji bo hemu Kurdan girîng e. Yê ku di asta pê êşandinê de ye ez im, gelê me ye; yê ku divê were parastin mafê kesî/ê (ango yê Ocalan) nîne, mafên kollektîf a gelê me ye. Ast û erka şênber ê herkesî/ê heye. Ne ji ber ku ez wisa dixwazim, divê ji bo erkên xwe yên azadî û welatparêziyê bixebitin. Ti wateya jiyana fîzîkî nîne, ji xwe roj bi roj seat bi seat em dimirin. Lê ji bo welat; li Tirkiye, Mezopotamya û Kurdistanê eşqa min a jiyana azad heye! Eşqa jiyanek wisaye ku, bi kêm derfetên vê derê ku weke bi derziyê bîr were kolandin, ez hewil didim ku tarîtiya komploya navdewletî ya dîrokî ronîn bikim, bi xeta çareseriya demokratîk û azadiya bi rûmet komployê vala derbixim. Em bi komployekê dîrokî re rû bi rû ne, yekane rêya vala derxistina komployê rûxmê hemu hewildanên dijminatiyê yekîtiya demokratîk a gelan pêşxistin e.”
Ya rastî tiştên ku di navbera 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an hat jiyîn, ji bûyerên ku wê piştre hatiba jiyîn re rê vedikir. Li gor armanca hêzên navdewletî û komplogeran, qaşo bi awayekî lez û bez wê dadgehek hatiba sazkirin Rêber APO di vê dadgehê de hatiba darizandin, Rêbertî li girava Îmraliyê hatiba hiştin û birîna Rojhilata Navîn a çareseriya pirsgirêka Kurd heya dawiyê hatiba bêdengkirin. Lê ev daxwazên hêzên navdewletî pêknehat. Piştî 15’ê Sibatê bi daxuyaniya berpirsên hikumeta Tirk ê di 16’ê Sibatê de hat dayîn, di serî de Bakûrê Kurdistanê, li her çar aliyên Kurdistan û derveyî welat dengê çalakiyan bilind bû, lewra li Kurdistan û derveyî welat bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ dengê çalakiyan bilind bû, her der veguherî qadekî ji agir. Rêber APO ji bo berxwedan û serhildana gel wiha got; “Bi berxwedaniya ku gelê me meşandiye, ev komplo vala hat derxistin. Ji ber vê ez carekê din spasiya xwe pêşkeşî gelê me dikim. Tiştê ku bi vê komployê hat xwestin ku were pêkanîn tunekirina min bû. Bi pêkanîna vê, projeyekî bi kaos û bi xwîn dê hatiba jiyîn. Min li vê derê bi zorê ji bo vala derxistina komployê hewil da ku ez xwe bidim jiyankirin.”
Ev komploya ku ji aliyê komplogeran û hêzên global ve di 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêbertî berdewam kir bi her awayê heya roja me ya îro ku faşîzma AKP’ê MHP’ê bi hemu hêza xwe yê heyî êrişî her çar aliyê Kurdistanê dike û dixwaze vîna gelê Kurd a bi Rêber APO re vejîn bû tune bike. Hêzên komploger di bingeha armancên xwe yên kîret ên li ser Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn de hemu hêzên xwe seferber dikin û bi xebitandina her cûre rêbazê li hemberî Rêbertî, tevgera azadiyê, xeta azadiya jin û li dijî hebûna gelên azadîxwaz êrişekê qirkirinê dimeşînin.
Di pêvajoya derbasbûyî planên êrişên ku hatine ser ziman bi dehan caran vala hat derxistin. Îro jî bi berxwedana ku ji Îmraliyê destpê dike û şewq dide tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemu gelan dihewîne vala tê derxistin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,087
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
挂钩项目: 37
小组: 文章
Publication date: 16-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 18-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on19-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):18-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,087
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,056
图片 106,673
书籍 19,294
相关文件 97,290
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!