图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,996
图片 106,683
书籍 19,298
相关文件 97,307
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XVI
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XVI

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XVI
SEPANÊN ŞERÊ TAYBET
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#

Şerê taybet weke stratejiyekî, ji aliyê DYE ve tê pêşxistin. Lê çawa ku DYE mîrasa dagirkeriyê hilgirtibe, şerên dagirkeriyê yên emperyalîst jî hilgirtiye. Ji bo berdewamkirina serweriyê serî li kîjan rêbazan dabe, DYE vana jî hilgirtiye. Vana bi anîna gel hevdû digihîne stratejiyekî ku hîn pêkan û encamgir. Yek ji welatên ku DYE di pêkanîna şerê taybet de hîn bêhtir sûd jê werdigre jî Tirkiye ye. Ji Îttihat û Terakkî û şûnde, tê dîtin ku rê ûrêbazên şerê taybet ên li Tirkiyê tê pêşxistin hi DYE tê girtin. Rastiyekê bi vê rengê yê Tirkiyê heye. Tirkiye ku xwedî rastiyekê bi vê rengê ye, bi têkiliyên wî yên ku piştî salên 1950’an bi DYE re ketiye nav de, bi awayekê xwezayî wê Tirkiye bike welatekî ku şerê taybet ê ku DYE weke stratejiyekî pêş dixe ji herkesî zêdetir bikar tîne.
Tirkiye sala 1950’an bûye nûnerê NATO’yê. Artêşa Tirk li gor standartên NATO’yê hatiye birêxistinkirin. Heta gelek daçûnên artêşa Tirk, ji aliyê NATO’yê tê pêşvazîkirin. Bi vê awayê TSK, gehiştiye rewşa artêşekî ku li gor standartên NATO’yê hatiye birêxistinkirin; Civata Vekolîna Seferberiyê ya ku wê bingehê Navenda Şerê Taybet ava bike jî di sala 1952’an de hatiye avakirin. Erka vê di rewşên awarte de pêkanîna seferberiya gel, pêkanîna birêxistinbûna bin erd ango veşartî ya ku gel bikşîne eniyê ye. Ev yek li welatên din bi awayekî veşartî tê birêxistinkirin. Di nav artêşê de Vezareta Tekiliyê Bi DYE Re hatiye avakirin. Di bin vê sîwanê de taktîk ango sepanên ku DYE di bingehê şerê taybet de taktîk ango sepanên ku DYE di bingehê şerê taybet de pêşxistiye di nav artêşê de jî diteyîse.. Ango gavên şênber ên destpêkê yên têkiliyên di bingehê dagirekeriya nû ya di navbera Tirkiyê û DYE yê, di nav artêşê de bi vê vesazbûna nû ya di bingehê şerê taybet de derketiye holê. Saziya Lêkolînê Ya Seferberiyê û di nav artêşê de avabûna Wezareta Têkiliyên bi DYE re, gavên şênber ên di vê wateyê de hatine avêtin e. Piştî wê pêvajoyê li DYE perwerde dîtina generalên Tirk, li bîrîmên herî bibandor ê artêşa Tirk de bicihkirina generalên ku tesvîpa DYE girtine, ketiye rojevê. Ev di nav artêşa Tirk de pirsgirêkan avakiriye. Di darbeya 27’ê Gulana 1960’an de, dema ku subayên bûrjûva biçûk ên Kemalîst serhildanekê wisa pêş dixin, rolekî mezin ê ev vesazbûna di nav artêşê de heye. (Di pêvajoyên destpêkê yê Darbeya Gulanê de general nîn in. Hîn bêhtir albayên di asta jor de hene. Piştre general ji vê yekê re pêgirtî bûne.) Ango di asta bandorker li ser artêşê cih girtina generalên ku li Emerîqayê perwerde dîtiye, ji doktrîna Kemalîzmê dûr ketiye, bi temamî amadeye ku ji bo derfetên dagirkeriya nû xizmetê bike, di nav artêşê de bûye sedemê hîn bertek û serî rakirinan. Di 27’ê Gulanê de serhildanekê bi vê awayê pêşketiye. Lê yên ku vê serhildanê pêkanîne, piştre ji hêla generalan ve hatine tasfiyekirin. Li Tirkiyê di nav artêşê de jî vesazbûna şerê taybet, bi esasî weke stratejiyekê pêkanîn û pêşxistina şerê taybet piştî pêvajoyên 1960’an pêk hatiye. Daîreya Şerê Taybet di sala 1965’an de hatiye avakirin. Di nav artêşê de Wezareta Daîreya Têkiliyên Bi Emerîqayê Re, di wê pêvajoyê de ketiye bin venêrîna Alparslan Turkeş, bi vê awayê li gor feraseta Daîreya Şerê Taybet hatiye vesazkirin. Bi Daîreya Şerê Taybet ve unsûrên bin erd hatiye rêzkirin, dîsa piştî salên 1960’an, Tugayên Komando yên li Tirkiyê ku îro jî heye, piştî wê pêvajoyê hatiye avakirin. Li cihên wekê Kayserî, Bolu, Isparta, Egirdir tugayên Komando hatine avakirin. Ev komando wekê hêzên ku li hemberî şerê ku îhtîmalek pêşbikeve, berpirsiyarin ku şerê di nav artêşê de bidewisîne hatine destgirtin. Lê beşên ku weke unsûrên bin erd ên Daîreya Şerê Taybet tê binavkirin, tê birêxistinkirin piştî wê pêvajoyê û şûnde li hemberî têkoşîna meylên demokratîk, çepgir ku êdî li Tirkiyê destpê dike, weke hêzekî ku xebatên eşkere dimeşîne cihê xwe yê li ser dîka siyasetê girtiye. Pêvajoyên piştî salên 1960’an, dibe pêvajoya ku li Tirkiyê şerê taybet, şerê taybet ê ji hêla DYE ve tê birêxistinkirin û pêşxistin, weke stratejiyekê dikeve meriyetê. Li Tirkiyê şerê taybet çawa bûye rojev? Li ser rejîmê çawa bibandor bûye û dest bi pêkanînên çawa kiriye? Darbe çawa hatine pêşxistin?
Em dibînin ku bi aybetî piştî salên 1960’an şerê taybet ê ku weke stratejiyekê rê bidestgirtin û pêkanîn, di xwesertiya Tirkiyê de bi her awayê tê sêpandin. Li Tirkiyê pergal xwe li gor şerê taybet bişêwe kir, heman demê hemu rêbazên şerê taybet ê ku weke stratejî tê bidestgirtin û pêkanîn bi awayekî şênber li Tirkiyê ketiyê meriyetê. Ji bo meşandina şerê bê nîzam, bîrîmên kontrgerîla ên ser erd û bin erd hatiye avakirin. Ji bo meşandina şerê taybet Wezareta Têkiliyên Bi Civakê Re hatiye avakirin. Ev, li Tirkiyê ji deh salan carekê dihige rewşekî eşkere. Piştî salên 1990’an jî, ev darbe dibe yek ji amûrên herî bingehîn ên bi şêwazê cûda tê şixulandin. Ango her sê lingên şerê taybet ê ku weke stratejî tê bidestgirtin, bi her awayê li Tirkiyê şênber dibe.
Unsûrên ser erd û bin erd ên şerê taybet heye. Evana, hîn bêhtir di nav artêşê de an jî di nav hêzên leşkerî yên nasnameya wan vekirî de birêxistin dibin. Li Tirkiyê bi şêwazê tugayên komando şênber dibin. Ev tugayên komando bi temamî hêzekî ku li dijî gerîlla, li dijî şerê hindur bi rê û rêbazên şerê taybet hatiye perwerdekirin û arastin e. Ev heman demê weke ‘dendikê ji pola’ yê artêşa Tirk jî tê qebûlkirin. Erkê vê yê esasî, di rewşekî şerê hindurîn de, serkutkirina hêzên şerker e. Di warê Tirkiyê de jî, hêzên ku weke xeterî û potansiyela şerê hindur tê dîtin, heye. Ev hêz, Kurd, Elewîtiya li Anatoliya ye, beşên ku weke çepger-demokrat tê zanîn e. Hêzên şerê taybet ên li Tirkiyê jî vana hedef digre. Komando hîn bêhtir bi operasyon, pêkutî, êrişên ku li Kurdistanê tê pêkanîn rîsta xwe diliyze. Ji ber ku hemu Kurd, weke potansiyel û xeteriyekê serhildanê tên dîtin. Û ji bo tepisandina vê potansiyelê jî ew tugayên komando, weke hêzekî ku dikare di her kêliyê de bikeve tevgerê, amade tê girtin.
Li Tirkiyê, darbeya 12’ê Adara 1971’an pêk tê. Ev, beşa şerê taybet a ku em weke ‘Tevgera Bi Îstîqrar’ binav dikin, ava dike. Li Tirkiyê bi sêpana şerê taybet, darbe hatiye pêkanîn. Li Tirkiyê di çarçoveya sepanê şerê taybet de darbe hatiye pêkanîn. Di vê darbeyê de hêzên polîsan hîn bêhtir dixwazin venêrînê pêk bînin; hêza hişk a artêşê hîn navendên diyar ên bajaran digre bin venêrîna xwe; bi êrişên ku li ser Kurdistanê tê pêkanîn tugayên komandoyan dikeve meriyetê. Evana, li ser gundan êriş pêk tînin, li navendên gundan îşkence li ser gundiyan dikin, kesên ku bi îşkencê re rû bi rû mane tê girtin. Ev hemu, parçeyên diyar ên şerê taybet ku di wê pêvajoyê de li Kurdistanê tê pêkanîn e.
Îlankirina rêveberiya awate, tê wateya dereng xistina îdareya sîvîl. Dema ku îdareya sîvîl tê derengxistin, îdareya leşkerî îdareya bajar û navçeyan kî digre destê xwe. Bêyî destura leşkeran, ji firandina çûkekî re jî destûr nayê dayîn. Saziyên şerê taybet ên li Kurdistanê tê sepandin, rêveberiya awarte, dadgeh û fermandariya wê ya ku tê îlankirin e. Bi darizandinên ku li dadgehên rêveberiya awarte hatiye lidarxistin, gelek kes hatine girtin. Li gundan operassyon hatine pêkanîn. Evana bi awayekî herî zelal û vekir3i di pêvajoya 12’ê Adarê de sepanên şerê taybet ê li Kurdistanê hatiye pêkanîn e.
Li kêleka vê sepanên şerê taybet ên li tevahiya Kurdistanê hatiye pêşxistin hene. Sepanên şerê taybet ên li bajaran hîn bêhtir bi şêwazên operasyonan, girtinan, îşkenceyan xwe nîşan dide. Bi şêweyên sînordarkirina xebatên partiyên siyasî, girtina rojname û komeleyan, rakirina mafên çalakiyan, girtina sendîkayan, ango ji holê rakirina tevahî qadên demokratîk ên derfetên birêxistinbûnê ava dike, şênber dibe.
Beriya darbeya 12’ê Adarê li Tirkiyê derfetên ku hatina 12’ê Adarê amade dike, hatiye avakirin. Derfetên ku pêkanîna darbeya 12’ê Adarê ama dike, sepanên ku di bingehê şerê taybet de hatine pêşxistin e. Ên ku di wê pêvajoyê de ketin meriyetê, kesîmên ku dixwestin li Tirkiyê aloziyan ava bikin û civakê ji bo darbeyê amade bikin bû. Ev kesîmên ku qala wan tê kirin, hêzên ku birêxistin kirine dixin nav tevgerê. Hîn hedef li pêşiya van hêzan tê dayîn û ev hêz li hemberî van hedefan dest bi êrişê dikin. Di pêvajoyên beriya 12’ê Adarê de, di amadekirina darbeya li Tirkiyê de rîstekî mezin a van hêzan heye. Di wê pêvajoyê de muxalefeta şoreşger-demokrat pêş dikeve. Dema ku tevgerên ciwanên xwendevan jî pêş dikeve, li hemberî van êriş jî destpê dike.
Di pêvajoya ku li hemberî Fîloyên 6’emîn ê DYE ku tên Tirkiyê tevgerên xwendevanan bi çalak in, darbeya 12’ê Adara 1971’an pêk tê. Wê demê şerê taybet ê ku him li Kurdistanê him jî li Tirkiyê tê meşandin, êdî weke şêweyekî stratejîk tê bidestgirtin dikeve meriyetê. Di nav vê sêpanê de tevgerên ku hîn bêhtir tevgerên ku em dikarin weke tevgerên leşkerî binav bikin dikeve meriyetê. Ev tevgerên leşkerî bi aliyekî nûnertiya darbeyê dikin, di aliyê din ve jî êrişên li hemberî kesên demokrat-şoreşger îfade dike. Li Kurdistanê jî bi şêwazê pêkutiyên tugayên komando yê li ser gelê Kurd şênber dibe.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览931
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
挂钩项目: 37
小组: 文章
Publication date: 04-05-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 18-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on19-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):18-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览931
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,996
图片 106,683
书籍 19,298
相关文件 97,307
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!