图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,004
图片 106,689
书籍 19,301
相关文件 97,311
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XVII
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XVII

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XVII
ŞERÊ JI BO XAKA NIŞTIMAN “TÛFEGUL

#Rojhelatê Kurdistanê# gelek jinên bi nav û deng derketine ku di civaka Kurd de xwedî rolek girîng bûne. Nemaze hin jinên ku di serhildanên Kurdan ên li dijî dagirkerên axa Kurdistanê de, li cih û erdnîgariya berfireh a Kurdistan ê, li çiyayên asê yê welat de şer kirine û dengê berxwedaniya wan li ser zinarên asê heya roja îroyîn jî olan dide. Bi taybetî herêma Xorasanê ku xwedî dewlemendiyek berfireh a çandî ye. Gelek jinên Kurd di pêşxistina çand, wêje û zimanê kurdî de rolek girîng lîstine. Nexasim di nav şert û mercên hertim bi şer yê welat de; çi ji hêla siyasî be û çi jî ji hêla leşkerî debe, gelek jinên pêşeng derketine û ji bo parastina nirxên civaka xwe mil bi milê bav û birayên xwe têkoşiyane. Wan beştarî şer kiriye, birêve biriye û rê û nîşan pêşanê civaka xwe kirine. Yek ji wan jinan jî, jina Xorasanî Tûfegul e ku li dijî Şahê Îran û dagirkerên axa xwe, Rûsan şer kiriye.
Serî rakirina li dijî dagirkeriyê
Di navbera salên 1889-1890’î de, li herêma Şîrwan, gundê Fîrûze wê di pêşengtiya Serdar Êwezxanê Celalî de raperînek bihata destpêkirin. Jixwe di wan deman de dîsan li herêmê şer û pevçûn gûr bibûn, Kurd wê dîsan di navbera hêzên Şahê Îran ê û dagirkerên axa xwe Rûsan de bimana. Di wan deman de welat jixwe bi tirkmenan re di nav şer de bû, hikûmeta Şah hewl dida wan bi dewleta navendî re girê bide, lê ev polîtîkaya wan bi ser nakeve. Rûs ji vê rewşa pevçûn û aloziyan feyde verdigirin, Şahê Îranê jî di encama “peymana axal” a di sala 1893’yan de gundê Fîroze jî di nav de herêmek berfireh a ku Kurd lê dimînin radestê Rûsan dike. Di aliyekê de Şah bi polîtîkayên xwe Kurdên herêmê ber dide hev, ji aliyeke din de jî Kurdan ji herêmên ku tê de dimînin mişext dike. Di encama polîtîkayên Şah Nasredîn Qaçar de Kurd hertim di navbera hêzên desthilatdar de dimînin û ji bo ku axa xwe biparêzin şer dikin. Helbet her wekî ku me di dîrokê de gelek mînakên bi vî rengî dîtiye, dîsan wê Kurdên herêmê biban qorbaniyên siyaseta Şah û hêzên dagirker. Lê, li hemberî van polîtîkayan Kurd jî wê bêdeng nemaban, xasma jî jinên Kurd ku herê zêde ji van polîtîkayan, ji mişextkirin, şer û talanê bandor dibûn. Ji bo wê jî girîng e mirov rola jinê di serhildana Serdar Êwez Xanê Celalî de bibîne ku di sala 1890’î de, li dijîzilm û zordarî, dagirkeriyê serî radike. Polîtîkayên mişextkirinê Her bihostek axa rojhelatê Kurdistanê xwedî qehremanî û dengvedana jinên wêrek ên axa bi bereket e. Carnan li meydana cengê, carnan li deşt û çiyayên welat bi dengê xwe yê zîz çarik li serê rondikên xwe risandine. Hîna jî dengê xweş û zelal yê van jinên dilêr li deşt û çiyayên welat olan dide. Xasma herêma berfireh û dewlemend a vê axa bi bereket ku di dem û dîrokên cihê de bûye navenda şer û pevçûnan. Dîsan gotegotek belav dibû;şer li ber derî bû, herkes bi çek bibû û roj roja xîretê bû ji bo Kurd an. Jinên eşîrê jî wê tevî jina pêşeng Tûfegulê xwe ji bo şer û pêşîgirtina dagirkeriyê amade bikiran: Di wan salan de li herêma Şîrwana Xorasanê şerê di navbera Şah Nasredîn û Tirkmenan de gûr bibû, Şah li pey dek û dolaban bû ku wan bi awayekê bi xwe ve bide girêdan, lê belê ev polîtîkayên Şah Nasredîn bi ser neket û di encama van şer û polîtîkayan de Kurd dîsan dibin derbider. Di rewşeke wiha de hêzên dagirker jî êrîş dikin û dixwazin Kurdan ji axa wan mişext bikin. Sînorê bakur û bakurê rojhelat ku bi gelemperî civaka Kurd lê cî û war bibû, radestê Rûsan tê kirin. Û yek ji cihên ku Kurd lê diman jî gundê Fîrûze bû ku di encama vê peymanê de radestê hêzên dagirker hatibû kirin. A bibû nesîbê Kurdan jî dîsan derbiderî û mixetkirin bû. Wek her car Şah Nasredîn jî dixwest bi siyaseta dij Kurd hem Kurdan ji axa wan bike, hem jî Kurdên ji eşîrên cuda li dijî hev sor bike. Parastina av, ax û çandê Civaka Kurd a li vê herêmê bi cotkarî û ajaldariyê re mijûl dibûn. Jixwe cengawerên kirmanc ên ji eşîra Celalî li vî gundê xweş bi cih bibûn ku dovre wê ev gund jî bi ser Tirkmenistanê ve bihata girêdan. Bi qasî ku cengaveriya vê eşîrê bi nav û deng bibû, cengawerî û wêrekiya jinên vê eşîrê jî li herêmê nav dabû. Ew ji bo ku dest ji axa xwe bernedin serî li her rê û rêbazê dan, bi gelek eşîrên din ên Kurd re hevdîtinan çêdikin, lê mixabin li kîjan deriyê didin, ew derî bi ser wan de tê girtin. Giregirên Fîroze diçin cem Şah û jê re qala rewşê dikin, her wiha didin diyarkirin ku ew naxwazin dest ji axa bav û kalên xwe berdin. Şah Nasredîn dibêje; “Ev peymaneke ku hatiye girtin û hûn neçarin gundê Fîrûze terk bikin.” Ji bo wê, eşîra Celalî di pêşengtiya Êwez Xan de wê rêya raperîneke mezin vekiriba. Jin û zilamên dilêr ên Fîrûze biryar digrin ku xwe bi çek bikin û bi artêşa Rûs re şer bikin. Serdar Êwez Xan û eşîra xwe heya kêliya dawî û bi qehremanî tevî civaka xwe li dijî dagirkeran şer dike, av û axa xwe diparêze. Di encama vî şerî de Êwez Xan û yên pêre tên qetilkirin, lê Tûfegulê wê rê nedaba ku gel bê hêvî bibe û zû dest ji hertiştekê berde. Ji bo wê jî Tûfegulê berpirsyariya gelê Fîrûzeyê digre ser milê xwe û wan birêve dibe.
Berxwedana Tûfegûl ê Tûfegul kê bû?
Ew hevser û hevrêya Êwez Xan bû ku di her şert û mercî de mil bi milê zilamên Kurd li her qadekê de deng û rengê wê xûyanî bû. Ew heybet, cengawerî û wêrekiya wê dijmin û dagirkerên welat jî heyîrî hiştibû. Tûfegul jinek dilêr û cengawer a herêma Şîrwan, gundê Fîrûzeyê ye. Ew piştî serhildana hevserê xwe ku di encama wî şerê li dijî dagirkeran de tê kuştin, dest bi birêvebirina gelê Fîrûze dike û ew jî bi awayek herê baş hem birêve dibe, şer dike û di oxira parastina axa xwe de têdikoşe. Tûfegul li dijî polîtîkayên Şah û dagirkeriya Rûsan serî natevîne, her wekî Êwez Xan ew jî bi awayek herî zelal û baş civaka xwe birêxistin dike û li dijî polîtîkayên mişextkirinê diparêze.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,138
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
挂钩项目: 37
小组: 文章
Publication date: 19-05-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 18-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on19-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):18-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,138
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,004
图片 106,689
书籍 19,301
相关文件 97,311
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!