图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,098
图片 104,944
书籍 19,381
相关文件 97,716
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ZEWACA REŞ A GULÎZARÊ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

MALMISANIJ

MALMISANIJ
Gulê digo: #Hecî Mûsa# Bego qurban, ez gune me,
ez gune me
Ez axçîk im, ez file me
Ez pûlik im, bêfayde me
Ez ne liyaqê Hecî Mûsa Begê xwe me
Gulê digo Hecî Mûsa Bego qurban, tu min serjêkî bi dûzanan
Tu goştê min rakî bi kelbetanan
Ez tu car nayêm ser dînê musulmanan
Gulê digo Hecî Mûsa Bego qurban, ez Gulê me, Gula dîn im
Ezê rabim dawa xwe li nava xwebilefînim
Rêka Istanbûla şewitî bigirim, bikudînim
Ezê textê Sultan Reşad bigirim, bihejînim
Ezê heft diwêlê ecnebî bi xwe
û Hecî Mûsa Begê bihesînim”
Gulîzara keça Axacan Egop ko ez dixwazim li vira behsa wê bikim, di wexta xwe de di nav kurdan de bi navê Gulê navdar bû. Di
1889’an de, yanê sed û heşt sal berê Mûsa Begê lawê Mîrza Beg şevekê sed û pêncî merivên xwe şandine ser gundekî Êrmenîyan, Xartzeyê. Xartze di navbera Mûş û Exlatê de, li deşta #Mûşê# bû. Merivên Mûsa Beg di tarîya şevê de avêtin ser gund, tifing bera wan dan, li wan xistin, hinek birîndar kirin, malên wan talan kirin û Gulîzar jî revandin birin teslîmî Mûsa Begî kirin. Ji birîndarên êrmenîyan çend kes wê şevê mirin.
Berî vê hedîseyê jî Mûsa Begî tahde li êrmeniyan dikir. Ji ber vê tahdeyê, ji êrmeniyan Ohan û apê Gulê, Mîhran (Mîro) gilîyê Mûsa Begî li hukmatê kiribûn. Piştî vê gilîkirinê, Mûsa Beg şevekê Ohanî dişewitîne dikuje.
Wexta ko wê direvînin, Gulê hê keçeka çarde salî bûye. Piştî revandinê, merivên Mûsa Begî wê teslîmî wî dikin. Her çendî ew digrî û dixwaze ko wê berdin, lê çi fayde ko Mûsa Beg wê bernade û dixwaze pê re bizewice. Digel ko Mûsa Beg xwedîyê çar jinan bû jî, dixwest vê keçika tern û ciwan jî bi zorê bigire.
Gulê keçeka bi rik û qerardar bû, Mûsa dike nake ew naxwaze. Mûsa dixwaze ko ew bibe misilman jî. “Ez” dibêje Gulê, “heke ez sed sal jî li ba te bimînim, ez êrmenî [xiristyan] me. Tu dixwazî min bi saxî bişewitîne …”
Rojekê apê Mûsa Begî Mihemed dibêje “Mûsa, çar jinên te hene. Ev keçika ji te re ne minasib e. Wê bide birayê xwe Cezayîrî.” Lêbelê Mûsa qebûl nake. Dawîya dawî ?êxê Kufra û eşîra Belekan dikevin nav meselê û Mûsa Begî razî dikin daku ew Gulê bide birayê xwe Cezayirî.
Gulê bi zorê didin Cezayirî. Nêzî sê mehan li cem wî dimîne. Dibe jina wî. Zaf ezîyetê dibîne. Him maddî û him jî psîkolojîk. De hesab bikin ko ew keçika tern û ciwan bi zorê revandiye, ji xwe re kiriye jin, tahde lê kiriye û bi ser de dixwaze wê bi zorê bike musulman. Heta navê wê jî guhertiye, kiriye Fatma.
Mesela Gulê dûr û dirêj e. Pişt re merivên Gulê gilîyê Mûsa Begî û birayê wî Cezayirî li hukmatê kirin. Mesele gehişt Îstenbolê jî. Hinek êrmenîyên Îstenbolê li Gulê xwedî derketin. Ji alîyekî jî hinek elçî û temsîlkarên dewletên Ewropa li ser vê meselê rawestiyan. Welê bû ko dawîyê walîyê Bedlîsê jî li ser meselê rawestiya û xwest ko Gulê biçe Bedlîsê, mahkemê. Cezayir naxwaze Gulê bişîne, lêbelê Gulê taktîka xwe diguherîne û Cezayirî dixapîne, dibêje heke ez biçim mahkemeyê jî ez dev ji te bernadim. Ez êdî ji te hez dikim, ez jina te me û ez bi dilê xwe li cem te disekinim, ne bi zorê. Ez êdî musulman im. Heke ez biçim mahkemeyê jî ezê îfadeya xwe wenî bidim.
Piştî vê yekê, ew Gulê dişîne mahkemeya Bedlîsê. Li wir Gulê çi di dilê wê de heye wê dibêje. Yanî rastîyê dibêje, dibêje ko wan ez bi zorê revandim, ez Cezayirî naxwazim, ez dixwazim ko hûn min teslîmî diya min bikin. Mahkeme mecbûr dimîne, wê teslîmî diya wê dikin.
Piştî demekê li Îstenbolê jî mehkeme vedibe. Gulê diçe Îstenbolê. Di 26’ê Hezîrana 1889’an de Mûsa Beg jî diçe Îstenbolê, li wir mahkeme dibe. Pêşî mahkeme nikane sûcê wî tesbît bike, ji ber wê jî cezê naxwe, lê belê bi alîkariya êrmenîyên Îstenbolê Gulê ji nû ve lê gilî dike. Mehkemeya Gulê û Mûsa Begî sê salan diajo, di pey re hukmat cezayê surgûnîyê dide Mûsa Begî û wî surgûnî Mekkeyê dikin.
Mûsa Beg di nav kurdan de bêtir bi navê Hecî Mûsa Beg tê naskirin. Welê tê fêm kirin ko piştî ko surgûnî Mekkeyê dibe, dibe hecî. Hecî Mûsa Beg salekê li Mekkeyê li surgûnîyê dimîne û paşê vedigere welêt.
Cezayir jî du salan di hefsa Mûşê de dimîne û li wir dimire.
Di pey mahkemeya Îstenbolê re Gulê vedigere Mûşê û bi Kéram der Garabêdyanî re dizewice.
Di 1908’an de Kéram dibe mebûsê Meclîsa Dewleta Osmaniyan. Ji Kéram û Gulê re keçek çêdibe: Arménouhie Kévonian. Arménouhie ko mezin dibe,
dibe nivîskar û rojek tê ew bîranînên diya xwe Gulîzarê (Gulê) dinivîse. Bîranînên Gulîzarê bi êrmenîkî di 1946’an de li Parîsê çap dibin. Di 1993’an
de wergera fransî ya van bîranînan derket. Agahdariyên ko min li jorê dane, min ji vê kitêba fransî girtine. Bêguman agahdariyên ko min dane kurt in, lê kesê ko bixwaze di vî warî de bêtir agahdar be, divê ko vê kitêbê bixwîne.
Gulê di bîranînên xwe de behsa Behrî Paşayekî dike ko li Îstenbolê alîkarîya Mûsa Begî kiriye. Li hin ciyan dibêje “son oncle Bahri Pacha”, yanî “apê xwe” (yan jî “xalê xwe”), li hin ciyan jî dibêje “proche parent de Moussa bek” “merivê Mûsa Begî yê nêzîk”. Ez ne emîn im, lê îhtîmal heye ko ev kes Behrî Paşa yê Bedirxanî be. Her wisan behsa Kamil Begekî jî dike û dibêje merivê Mûsa Begî ye. Li vir jî Kamil Bedirxan tê bîra min, lêbelê ev tenê texmînek e.
Meseleya Gulê û Mûsa Begî di wexta xwe de gelek deng dabû. Hinek rojnameyên êrmenî û ewropîyan jî li ser vê meselê nivîsîbûn. Bi piştgirîya ewropîyan li ser vê meseleyê gelek propaganda kiribûn.
Tiştekî din ê balkêş jî ew e ko him fotografê Mûsa Begî û him jî yê Gulîzarê wek kartpostal derketibû. Di binê fotografê Mûsa Begî de, ko di 1895’an de hatiye kişandin, nivîsîne “esilzadeyê kurd” (kurdish noble). Ji ber ko di bin fotograf de navê wî nehatiye nivîsîn, zaf kesî nezaniye ko ew Mûsa Beg e.
Gulê di bîranînên xwe de dibêje “Fotografê min û diya min ko me bi kincên millî kişandibû, li Îstenbolê bi mecîdîyekê dihat firotin…”
Divê ez vê yekê jî bibêjim ko kitêb ji devê Gulîzarê ji nû ve hatiye nivîsîn û di gelek ciyan de bi gotinên heqaretî behsa Mûsa Begî dike. Ne tenê behsa Mûsa Begî, her weha di gelek ciyan de dîsa bi wan gotinên nebaş behsa kurdan dike. Wek nimûne, di ciyekî de gava ko behsa Mûsa Begî dike, dibêje “ew kûçika”. Di gelek ciyan de ji kurdan re jî dibêje heydût, keleş yan jî diz.
Bêguman mirov fam dike ji ber ko gelek tahde û neheqî ji wan dîtine, loma li hember Mûsa û Cezayîrî (ew dibêje Cazo) gelek bi kîn in (apê Gulê jî bi destê merivekî Mûsa Begî hatiye kuştin). Di vî warî de heta dereceyekê “heqê” wê hebe jî kurd hemû ne layiqî van sifetên xerab in.
Tiştekî din î balkêş jî ew e ko meseleya Gulê û Mûsa Begî bûye stran (kilam). Di vê strana kurmancî de neheqîya ko li Gulê hatiye kirin jî tê îfade kirin. Varyanteke vê kilamê jî Nacî Kutlay nivîsîye:
“Wayê, wayê, wayê, wayê
Berf dibare tevî bayê
Wayê, wayê, wayê, wayê
Ez Gulo me, ez Gulo me, Gula dîn im
Dawa dêrê tevî delmê xwe diwalînim
Ez rêga Estenbolê bigrim biqedînim
Ezê destê xwe bavêjim textûpayê Siltan Evdilhemîd bihejînim
Ege halê min pirsîye xwe li pirsî
Ege halê min nepirsî
Ezê duwanzde duwelê xaçparêsa, heqê dînê xwe da pêhesînim
Wayê, wayê, wayê, wayê
Gulê têye ji Xarpêtê, ji nav aşa
Tilî-pêçîyê Gulo mêze dikî ji gustîl û ji hûr qaşa
Wayê, wayê, wayê, wayê
Gulo digo, Hecî Mûsa min nekuje, ez gune me
Wele ez aşiqê dînê xwe me
Tu kurmanc î, ez fille me
Wayê, wayê, wayê, wayê
Hecî Mûsa tu goştê min bidî ber kerpetana
Tu serê min kur kî bi gûzana
Ez serê xwe nadime ser balgîngê mêrê musulmana”
Bi awayê ko Dr. Nacî Kutlay dinivîse (1), Av. Dr. Canîp Y›ld›r›m dema ko piştî salên 1950’yî li Fransayê li ser doktoraya xwe ya hiqûqê xebitiye, rojekê li hevalekî xwe yî êrmenî bûye mîvan. Jineke pîr jî li wê malê bûye. Ew jinik dibêje “Ez Gulê ya jina Hecî Mûsa Begî me”. Li gor nivîsa nevîya Gulê, Anahîde Ter Minassian, keça Gulê Arménouhie Kévonian ji şêst salî zêdetir e ko li Parîsê dimîne.
Em Gulê li wir bihêlin. Lê çi bi serê Hecî Mûsa Begî de hat? Meseleya wî jî ji çend alîyan ve balkêş e. Hecî Mûsa Beg di 1924’an de endamê Azadîyê (li gor hinan Civata Xweserîya Kurd) bû. Piştî Serîhildana Şêx Seîd karbidestên Tirkîyê di 1925’an de ew sirgûnî bajarê Aydinê kirin. Ew jî ji wir reviya çû Sûrîyê. Li Sûrîyê bû endamê Xoybûnê. Gava ko serîhildana Agrîyê dest pêkir, Xoybûnê xwest ko wî û Kor Huseyn Paşayî bişînin Agrîyê. Dema ko xwestin vegerin welêt biçin Agrîyê, Îngilîzan ew li Mûsilê girtin û bi paş de şandin Sûrîyê. Hecî Mûsa Begî li wir wefat kir (2). Wenî fêm dibe ko Hecî Mûsa Beg di salên dawîn yên temenê xwe de êdî ne Mûsa Begê berê bû, hatibû guhertin. Lê tiştê ko bûbû, êdî çûbû.
(1) Nacî Kutlay, “Hecî Mûsa Beg û Guloya Ermenî”, Wan (kovara Yekîtîya Nivîskarên Kurd), Stockholm, no: 4 (1992), r. 3-5
(2) Di vî warî de ji bo zêdetir agahdarî, binêre: Malmîsanij, Saîd-î Nûrsî ve Kürt Sorunu, Doz Yay›nlar›, ‹stanbul, 1991, r. 94-96[1]
MALMISANIJ
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览864
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 27-08-2021 (3 年份的)
Original Language: 库尔德 - 扎扎其语
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 21-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on21-09-2022
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):21-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览864
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.131 KB 21-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,098
图片 104,944
书籍 19,381
相关文件 97,716
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!