Li pêş Konsulxaneya Îranê ya li bajarê Stenbolê, roja Dûşemê 26ê Îlonê hejmarek welatiyên #Rojhilatê Kurdistanê# û Îranê ku niştecihê bajarê Stenbolê ne, dijî canjidestdana Jîna Emînî kom bûn.
Ew piştgiriya nerazînûnên xelkê welatê xwe yên li dijî canjidestdana Jîna Emînî dikin. Ji qutbûna înternetê ya ji ber nerazîbûnên berdewam nîgeran in.
Welatiya Îranê Nişteciha Tirkiyê Yasemîn got “Înternet li Îranê qut bûye. Ji ber qutbûna internetê di wê bêdengiyê de bi asanî xelk tên kuştin. Êdî tiştek nîne bibêjim, em hemû dizanin Îran welatekî çawa ye. Em daxwaza piştîvaniyê ji hemû dikin, bi taybetî ji jinan.”
Zêdebûna tundûtûjiya hêzên emnî yên Îranê û herwiha zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran û desteserkirina xwepêşanderan, ew nîgeran kirine. Daxwaza piştgiriyê ji Tirkiye û welatên cîhanê dikin.
Nivîskara Îranî Sepîde Derwêş dibêje “Ez li Îranê nivîskar im, kitêbên min hene, îşkence li min kirin, niha ji ber îşkenceyê nikarim rajim qelem, ji ber îşkenceyê, çima? Ji ber jin im, ji ber ez şerîeta Îranê qebûl nakim. Em şerîeta Îranê naxwazin, zelal û eşkere ye.”
Xwendekara Îranî li Tirkiyê Sedef diyar kir “Em xweragiriyê dikin daku nefesê bistînin. Rica ye wek welatekî dost bibin dengê me. Li Îranê internet nîne. Îro li Twitterê haştaga Mehsa Emînî 100 milyon derbas kiriye. Tika ye bibin dengê me, dengê me bighînin cîhanê. Em aştiyê dixwazin, em li welatê xwe azadiyê dixwazin. Em ji dîktatoriyê re dibêjin na.”
Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku dema 11 rojan berdewam in, roja 16ê Îlonê piştî canjidestdana Jîna Emînî, ji Seqiz destpê kir. Piştre li nêzîka 80 bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn.
Li gor Rêxistina Mafên Mirov a Îranê, heta roja Dûşemê 26ê Îlonê bi kêmanî 76 xwepêşanderan canê xwe ji dest dane, ji wan 6 jin in û 4 jî zarok in.[1]