图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 524,927
图片 106,305
书籍 19,776
相关文件 99,438
Video 1,446
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Pîyalek çaya xweş
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

George Orwell

George Orwell
George Orwell:
Pîyalek çaya xweş .
Werger: Azad Ekkaş
Heke yekem pirtûka xwarinpêjane bikeve di destê te de û tu tê de li peyva “çay”ê gerîya, dibe ku tu bibînî ku ev peyv tê de peyda nabe; an jî tu yê pir pir rastî çend xêzikin serveyî yên ku tu rêbazan ji bo xalên herî girîng danahînin werî.
Ev yek, tiştekî gelekî balkêş e, ne tenê ji ber ku çay li vî welatî yek ji sitûnên sereke yên şaristanîyê ye, her weha li Eire, Awustralya û Nyuzîlandê, lê belê ji ber ku şêwaza herî baş ji bo çêkirina wê cihê nakokîya herî tund e.
Dema ku ez di ser terîfa xwe ya pîyala çayê ra bêkêmasî re diçim, qet nebe ez yazdeh xalên cihgirtî dibînim. Li ser ne kêmtirî duduyan ji wan lihevkirineke giştî heye, lê bi kêmanî çarên din cihê got û bêjên germ in. A li vê derê jî yazdeh rêbazên min in, her yeka wan li ber dilê min zîv û zêr e:
Berî her tiştî, divê mirov çayeke Hindî yan jî Sêlanî bi kar bîne. Çaya Çînî xwedî hin qencîyan e divê mirvo îro bi çavekî piçûk li wan nenêre – ew erzan e, û mirov dikare wê bê şîr vexwe- lê ew mirovê ku ewqas tev nade. Mirov li dû vexwarina wê xwe ne baqiltir, ne wêrektir ne jî çakbîntir hîs dike. Çi kesekî ku berhevoka “Pîyalek çaya xweş” bi kar anîye, her û her çêla çaya Hindî dikir.
Tiştê duduyan, divê hindikek û bi pîvan çay were çêkirin, anku di çaydanekê de. Çaya ji qazan her tim bê çêj e, û çaya leşkerîyê, a ku di qadûkan (qasik) de tê çêkirin çêja don û aravê jê tê. Divê çaydan ji ferfûrê yan jî ji herîyê çêkirî be. Çaydanên zîvî yan jî amêjenîya Brîtanî, çayeke kêmkalîte didin û çaydanên mînakirî hê xirabtir in; tiştê balkêş ew e ku çaydanên pîlekirî -ew jî kêm tên dîtin di van rojan de- ne ewqas xirab in.
A sisêyan, divê çaydan ji berê de hatibe germkirin. Ji bo vê baştir e çaydan li ser agirê gazê bê danîn ne ku li gorî rêbaza asa anku avekî germ lê bikin.
A çaran, divê çay giran be. ji bo çaydaneke yeklîtreyî, heke tu dikî heta kevîyê tijî bikî, şeş kevçîyên çayê yên lodkirî dê hema hema lê werin. Di dema behreyên radekirî de, ev ne ramanek e ku mirov bikaribe di her rojekê hefteyê debi cih bîne, lê ez her li ser wê yekê me ku pîyalek çayya giran ji bîst pîyaleyên sivik çêtir e. Heyranên çayê yên rastqîne, ne tenê çaya giran ji xwe re hez dikin, lê bi buhurîna salan ve piçekî ji girantir hez dikin. Ev jî rastîyeke pesendkirî ye ku bi rêya wê behra mezintir ya ku ji xanenişînên pîr re tê terxankirin.
A pêncan, divê çay rasterast di çaydanê de bê werdan. Parzûn, kîsikên mûslînê yan jî çi alavên din ên ku çayê hefs bikin, nebin. Li hin welatan çaydan bi selikeke li binîya asta lûleyê hêl dibe tên, da ku pelikên serserî bigire, qaşo bi zirar in. A rast, mirov dikane hindikekî maqûl ji pelikên çayê bixwe bêyî ku tu nîşaneyên nexweşîyê xuya bikin, û heke çay di nava çaydanê de ne serbest be, reng û tehma xwe hîç xweşik venade.
A şeşan, divê mirov çaydanê ber bi kelînerê ve bibe ne wekî din. Divê av bi rastî di kelê de be dema bandorlêdanê, anku divê kelîner li ser êgir be dema ku mirov avê jê berdide. Hin kes lê zêde dikin ku divê mirov tenê aveke teze hatiye kelandin bi kar bîne, lê min hîç bala xwe nedaye ku evê han tu ferqî dixe meselê.
A heftan, piştî çêkirina çayê, divê mirov wê tev bide, an jî ya hîn baştir ku yek çaydanê xweşik bihejîne, dûre bihêle pelik rûnin.
A heştan, divê mirov bi pîyaleke taştêyê ya baş vexwe, ew jî ya lûleyî ye, ne ji yên pehn û kinik. Pîyala taştêyê bêtir çay dikevê, lê bi cûreya din, çay timî nîvsar e û hîn mirov devê xwe pê xweşik şil kiribe jî.
A nehan, divê mirov qeymaxê ji ser şîr bigire berîya ku ji bo çayê bi kar bîne. Şîrê ku rûnê wê zêde ye her tim çayê tamsar dike.
A dehan, divê mirov pêşî çayê berde pîyaleyê. Ji nava hemîyan, ev xala herî bi nakok e; bi rastî di her malbateke Brîtanî de dibe ku du dibistanên hizirî li ser vê mijarê hebin. Dibistana pêşî-şîr dikare hin palpiştên baş bihêz bîne, lê ez tekez dikim ku kes nikare bersiva palpişta min bike. Ew jî wilo ye, dema ku mirov pêşî çayê tê dike û lev dixe dema ku şîr bi ser de ber dide, mirov dikare qasa şîr bi dîqet eyar bike, lê li alîyê din belkî mirov zêde şîr têkê heke li gorî şêwaza din biçe.
A dawî, divê çay -heke mirov bi şêwaza Rûsî venexwe- bê şekir bê vexwarin. Ez li vir baş dizanim ku ez ji nava kêmyatîyekê me. Lê dîsa jî, hele tu çawa dikarî xwe wek heyranê çayê bi nav bikî, heke tu tehma çaya xwe xira dikî bi wî şekirî tu tev lê dikî? Bi heman mentiqê bila mirov bihar an jî xwêyê tev lê bike. Mebest ew e ku çay tehl be, tam çawa divê bîra tehl be. Heke te ew şêrîn kir, tu êdî tehma çayê jê nagirî, tu tenê şêkir tehm dikî; tu dikarî vexwarineke gelek nêzîk amade bikî bi helandina şêkir di aveke zelal a germ de.
Hin kes dê bersiv bidin ku ew ji çayê bi xwe hez nakin, û wê vedixwin tenê da ku xwe germ û çalak bikin, û pêdivîya wan bi şêkir ve heye da ku ji tehmê xelas bibin. Ji wan kesan re, li pey rêbertîyeke şaş ketine, ez ê bibêjim: Biceribînin ku hûn çayê bê şekir vexwin, em bêjin ji bo maweya du hefteyan û dê îhtîmal gelek kêm be ku hûn careke din çaya xwe bi rêya şêrînkirinê xira bikin.
Xalên sebaret bi vexwarina çayê yên ku cihê lihvnekirinê ne yên ku behsa wan were kirin ne tenê ev in, lê ew bes in da ku xuya bikin bê ev mesela han bi giştî gihaştiye ku. Reftara cikavî ya razdar jî heye li der û dora çaydanê (çima çepel tê hesêb tu ji binpîyaleya xwe vexwî, bo nimûne?) û gelek tişt dikarin li ser bikaranînên binserekî yên pelikên çayê bên nivîsîn, wek falvekirin, pêşbînîya hatina mêvanan, êmkirina kerûşkan, dermankirina şewatan û paqijkirina mehfûran. Hêja ye ku mirov bala xwe bide van hûrgilîyan dema ku çaydana xwe germ dike û ava bi rastî dikele bi kar tîne, da ku mirov baş tekez bibe ji behra xwe ve wan bîst pîyaleyên çayê yên giran der bîne, ewên ku wan du onseyên çayê dinimînin heke bi awayekî rast li ser hat xebitîn.
– Yekem car hat weşandin li: Evening Standard. — GB, London. — January 12, 1946.
Jêder: The Collected Essays, Journalism and Letters of George Orwell, Volume 3, 1943-45, Penguin ISBN, 0-14-00-3153-7
– Navê Galîkî ya Îrlandê; navê fermî ya Komara Îrlandê (1937–49). [werger].
– Amêjenîyeke (xelîteke) ji madenên: qilê, antîmon û misê pêk tê. Ji bo çêkirina firaxan gelek tê bikaranîn. [werger].
– di deqa orîjînal de “quart” e, yekeyeke pîvana şileyan ya Birîtanî, çarîka galonekê ye, anku yek lître ye. [werger].
Yanî bi fermî mafê her kesekî tenê qaseke radekirî (sabit) ji hin keresteyan bistîne. [werger].
– Bi semawer tê amadekirin, bi şekir, hingiv an jî rîçalan tê şêrînkirin. [werger].
– Onse: Yekeyeke giranîyê ya Birîtanî ye, nêzkî 28 gr e. [werger].[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览483
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://rojava.net/
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 26-07-2021 (3 年份的)
Original Language: 英语
Publication Type: No specified T4 1434
书: 调查
文件类型: 翻译
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 29-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on30-09-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):30-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览483
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.13 KB 29-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 524,927
图片 106,305
书籍 19,776
相关文件 99,438
Video 1,446
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!