Festîvala ‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê yeʹ ya Şanoyê ya Duyemîn dê sibe (5'ê Cotmehê) li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya #Kobanê# dest pê bike.
Festîvala Şanoyê ya ‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê yeʹ di dewreya xwe ya duyemîn de û bi dirûşma Li vir hin hêvî hene, divê werin pêşkêşkirin dê li ser li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê bi pêşandana 9 lîstikan were lidarxistin.
Desteya Çandê ragihand ku wan berhemên dê beşdarî festîvalê bibin, qebûl kirine. Di roja yekê de şanoya Şeceret El Heyat (Dara Jiyanê) ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve dê were pêşandan. Di roja 2'yan de dê şanoya ‘El Sehîl’ ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê ve bê pêşandan. Piştre dê ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve, di roja 3'yan a festîvalê de lîstika bi navê El Tehqîq El Exîr (Lêpirsîna Dawîn) were pêşandan.
Şanoya ‘El Derawîş’ jî dê di roja 4'an a festîvalê de ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê ve were pêşandan. Her wiha ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê ve dê di roja 5'an de şanoya bi navê El Muhakeme (Darizandin) bê pêşandan. Di roja 6'an a festîvalê de, dê lîstika şanoyê ya duyemîn a endamên koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi navê El Rakîbûn Îla El Behir (Siwarên ber bi Deryayê ve) bê pêşandan. Paşê dê ji bo cara sêyem endamên koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido derkevin ser dikê û şanoyeke din bi navê Fursan El Tiyûr (Siwarên Teyran) bidin pêşandan.
Endama komîteya festîvalê Rodîn Yûsif têkildarî mijarê got: Festîval me berê 8 roj bûn, lê îsal dê 10 rojan bidome. Berhemên beşdar bi baldarî ji aliyê endamên pispor ve hatin hilbijartin.”
Rodîn Yûsif wiha domand: Ya ku xebatên me yên îsal asteng kirin êrişên li ser herêmê û rewşa awarte ya li herêmê bû, lê sala pêşiya me em ê qada festîvala xwe berfireh bikin û senaryoyên şanoyê yên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl bikin.
Tîmên beşdar dê di 14’ê vê mehê de ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve, di roja 10'an a festîvalê de û piştî bidawîbûna 9 lîstikên şanoyê, bên xelatkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Festîvala ‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê’ sala derbasbûyî dest pê kiribû. Destpêka wê hemwextî 5'ê Cotmehê ye anku di salvegera şehadeta şehîd Arîn Mîrkan de ku sala 2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişî Kobanê kir, di çalakiyeke fedaî de ji bo parastina bajarê Kobanê şehîd bû.
[1]