图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,044
图片 106,467
书籍 19,319
相关文件 97,301
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Pîremêrd: Helbestvanekî Pêşeng
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pîremêrd: Helbestvanekî Pêşeng

Pîremêrd: Helbestvanekî Pêşeng
Ji bo hemû neteweyan û bi taybetî ji bo #Kurd#an “bîr” tiştekî giring û jîyanî ye. Bi bawerîya min “bîra Kurdan” herî zêde di helbestê da hatîye parastin û demeke dirêj e ku helbestvanên Kurd bûne hilgirên bîra civakî, sîyasî û neteweyî ya gelê xwe. Lê ji Xanî û vir ve hin helbestvanên Kurd ne tenê veguhêzên vê bîrê ne, di heman demê da afirîner û geşepêderên wê ne jî.
#Pîremêrd# di serê sedsala bîstî da wek mîratgirê vê çandê xwe dide ber barekî weha girîng û giran û dibe yek ji xelekên bihêz û hêja yên vê nerîtê. Serdema jîyana Pîremêrdî serdema hilweşîna dinyaya kevin û avakirina dinyaya modern bû. Di 1867ê da dema li Silêmanîyê ji dayîk bû mîrektîya navdar a Babanî ji nav çûbû û dezgehên navendî yên Osmanî li vî bajarî hatibû danîn.
Pîremêrd herçend wek pêşîyên xwe di hucreyên mizgeftan da dest bi xwendinê bike jî ji wan cudatir di 1882yan da li Silêmanîyê wek kâtibe nifûsê dest bi kar dike û dikeve nav çerxên burokrasîya Osmanî. Ji ber vê çavnasîyê jî li gor sîyaseta Sultan Ebdulhemîdî dema Şêx Seîdê Hefîd ji bo paytextê tê vexwendin Tewfîqê ciwan yawerîya wî dike û berê xwe dide Stenbolê.
Yek ji dîyarîyên Sultan Ebdulhemîdê “bavê Kurdan” ji bo Şêx Seîdî û yawerên wî şandina wan a hecê ye ku dixwest bi rêya biratîya dînî rê li ber hişyarîya neteweyî ya Kurdan bigire. Piştî vê geştê Tewfîq dibe Hacî Tewfîq, lê bi hacîtîyê tenê qayîl nabe û cihê ku vegere Silêmanîyê dîsa diçe Stenbolê. Bi xêra Farisîya xwe ya rewan û bi arîkarîya Îzet Paşayî dibe yek ji endamên Meclisa Alî, lê di ber da mekteba hiqûqê jî dixwîne û payeya begîtîyê werdigire.
Dema Şoreşa Meşrûtîyetê çêdibe (1908) êdî kesekî şareza û têgihîştî ye, loma jî wek Mûsayê di seraya Fîrewnî da perwerdebûyî, bi saya derfetên demkî û kurt ên vê şoreşê rexne li zordestîya berê digire û mizgîna serdemeke nû dide Kurdan. Ji ber vê wek rêvebir û xwedî îmtîyazê Rojnameya Arîkarî û Pêşketina Kurdan (Kürt Tevavün ve Terakki Gazetesi) di nivîsara yekem a vê rojnameyê da ji alîyekî ve behsa serdema reş û tarî ya raborî dike ji alîyê din ve rê dide ber hevregezên xwe, da ku ew jî mîna miletên din bigihîjin hevtayên xwe.
Mixabin piştî demeke kurt zordestîya nû ya Îttîhad Teraqîyê cihê zordestîya kevin a Sultanî digire û mîna gelek hevalên xwe ew jî di 1909ê da digel Bedîuzemanî dikeve zindana tarî ya serdema nû. Lê di serdema Osmanî da celatkirin ne tenê bi rêya zindanê, bi rêya dûrxistinê jî dihat kirin. Loma jî piştî ku wî ji zindanê derdixin bi erka qaymeqamtîyê berê wî didin Colemêrgê da ku ji paytextê dûr bikeve û nekare ji wan ra sergêjanîyê çêbike. Ji ber vê bi dorê li Colemêrg, Beytuşebab, Adapazarî û Amasyayê wek burokratekî payebilind kar dike.
Tevî vê erkdarkirina mebestdar jî bi rêya nivîsarên xwe yên di çendîn kovar û rojnameyên Kurdî, Tirkî û Farisî yên mîna Jîn, İctihad, Serbestî, Resimli Kitap, Mussavver Muhit, İkdam, Hurriyet, Şems, Ferheng, Şefeqî Sorxê da raya xwe derdibire û bi naznavên Suleymanîyelî Tewfîq, S.T. û Pîrê Kurd ji bo sûda giştî ya neteweyî bîr û boçûnên xwe belav dike.
Bi avakirina Komara Tirkîyeyê êdî li pêşîya kesên mîna wî du rê dimînin: Yan vegera welatî yan jî rojîya bêdengîyê ya mîna serdema Sultan Ebdulhemîdî. Ew, rêya vegerê dide ber xwe, di 1924ê da jina xwe û du kurên xwe li dû xwe dihêle û bi hêvî û xewnên mezin berê xwe dide Silêmanîyê. Pîremêrd tevî ku di burokrasîya Osmanî da gihîştibû pileyeke bilind û di dewleta nû ya Îraqê da bi hêsanî dikarî pileyeke bilind bi dest bixe jî wek rêçika xwe ya qelenderî pişta xwe dide payeyên demkî û ji 1925ê heta mirina xwe (1950) bîst û pênc salan li Silêmanîyê hîmên bihêz ji bo geşkirina çand û merîfeta Kurdan datîne.
Di 1926ê da bi avakirina Komeleya Zanista Kurdanê (Cemîyetî Zanistî Kurdan) digel hevrêyên xwe bernameyeke perwerdekirin û ronakbîrkirineke berfireh dide ber xwe ku ji weşandina kovar û rojnameyan heta wergêrana pirtûkên bîyanî, vekirina pirtûkxaneyan, şandina xwendekaran ji bo derveyê welatî, perwerdekirina gelî bi dersên şev û rojê pêk tê (1926: 8). Di bicihkirina vê bernameyê da Pîremêrd yek ji stûnên sereke yên Zanistîyê ye û mirov dikare bibêje bi rêya zarokên Zanistîyê ruhekî neteweyî û pêşketinxwaz li Silêmanîyê belav dike.
Pîrozbahîya cejna Newrozê dibe sembola herî giring a vî ruhî ku Pîremêrd vê nerîta kevin a kurdewarî ya jibîrçûyî bi gîyanekî neteweyî û modern ji nû ve vedijîne û bi nivîsîna newroznameyan û gêrana cejna Newrozê atmosfera bajarê Silêmanîyê diguherîne. Bi saya vê keda wî çend sal paşê ev ruh li hemû welatê kurdewarî belav dibe û Newroz wek cejneke neteweyî êdî li her cihî tê pîrozkirin.
Ji bo çêkirina keşûhewaya cejnê Pîremêrd her sal bi derfetên xwe yên madî yên berteng şîranî û pêwîstîyên cejnê bi ser mirovan da dabeş dike, cilûbergên Kurdî bi şagirdên Zanistîyê dide liberkirin, wan tîp bi tîp rêz dike û bi xwendina sirûdan berê wan dide Girê Mame Yareyê. Li vir jin û zilam, keç û kurên bajarî kom dibin, bi stran, sirûd, govend, dahol û zirneya kurdewarî ahengeke bi coş û xiroş li dar dixin û ji bo bîrxistina çîroka mîtolojîk a Newrozê şagirdên Zanistîyê çîroka Dehaq û Kaweyê Asinger wek şano nîşanî temaşevanan didin.
Ji bilî karûbarên Zanistîyê yek ji mijûlîyên sereke yên Pîremêrdî jî derxistina rojnameyan e. Ji ber vê ji 1926ê heta 1932ê di rojnameya Jîyanê ya şaredarîya Silêmanîyê da kar dike û di 1932ê da jî piştî Husên Nazim rojname bi tevahî dikeve destê wî û heta 1938ê bi sere xwe wê bi rê ve dibe, lê dema Mecîd Yakubê tûranî dibe walîyê Silêmanîyê dest datîne ser çapxaneya Jîyanê û nahêle Jîyan derkeve. Ji ber vê, Pîremêrd li ser hesabê xwe çapxaneyekê dikire û wek bavê zindîkirina nerîtên qenc, navê Jîna Stenbolê lê datîne û bi heman navî rojnameyeke nû derdixe. Bi vî awayî bi rêya Jîyan û Jînê dibe hilgir û parêzvanê bîr û marîfeta 25 salîya hemû kurdan û li ser dahênana xwe ya çandî berdewam dibe.
Pîremêrd ew çend giringî dide van her du xebatên xwe ku di wesîyetnameya xwe da jî navê wan hildide û dibêje li vî welatî du çavên min hebûn yek Zanistî û ya din jî Jîn. Lewra her duyan jî ji bo pêşxistina neteweya xwe wek du amrazên girîng dibîne û dema berê xwe dide derîyê ebedîyetê tekane derdê wî ew e ku qewmê xwe di pileyeke bilindtir, xwendewartir û pêgihîştîtir da bibîne. Vê daxwazê wek girêya dilê xwe dide zanîn ku jîyana xwe da bi çavê serê xwe nedîtîye, lê bawerîyeke wî ya bihêz bi nifşên paşerojê heye û ji dil bawer dike ku şîyana pêşketinê di keç û kurên welatê wî da heye û rêya vê jî di zanist û xwendinê da dibîne. Van risteyên xwe weku şîreta xwe ya dawî di wesîyetnameya xwe da dinivîse:
Lay min xwêndewarî ye, ah xwêndewarî ye
Her mîlletê ke fenî nebê derdî karîye
Ax xozge xwêndinîş weku min arezû ekem
Bîbînim nebête girêy qursî kifnekem[1]
(Li cem min xwendewarî ye, ah xwendewarî ye
Her mîlletek ku fena wî nebe derdan pê karîye
Ax xwezî xwendin jî mîna ku dixwazim
Bîbînim nebe girêya kor a kefenê min)
Pîremêrdê mezin dema mir li pey xwe gencîneyeke dewlemend hişt. Ji bilî arşîvên du rojnameyan (Jîyan û Jîn) dîwaneke helbestan, 6400 gotinên pêşîyan û metelokên honraweyî, sê şanoname (Mem û Zîn, Mehmûd Axay Şîwekel, Şerîf Hemewend), çar çîrok (Diwanzde Siwarey Merîwan, Awatî Dill, Encamî Piyawêkî Bengkêş, Zoremilê Milşikênî li Diwa ye), bîranînek (Dinyam Çon Dî), sê wergeran (Romana Kemanjen a Hans Andersonî ji Tirkî, Dîwanî Mewlewî ji Kurdîya Goranî, Dîwanî Mewlana Xalidî jî ji Farisî), du berhevokên folklorê (Le Pendekanî Pîremêrd, Galte w Gep) û gelek nivîsarên rexneyî û gotar di kovar û rojnameyên curbicur da li dû xwe dihêle.
Divê neyê jibîrkirin ku di danîna çand û nasnameya modern a Kurdî da Pîremêrd hîmekî giring e. Kî dizane rojek ji rojan belkî mezinahîya vî xweşmirovî bi başî bê famkirin û heykelê wî li bajar û bajarokên kurdewarî bê danîn. Lê heta wê çaxê ez bixwe wek emanetekî pîroz dibînim ku peyama Pîremêrdê mezin li dil û mejîyên pak û ciwan bê nexşandin yan jî delîlî bê kirin ji bo nasandina wî û emsalên wî.
ÇAVKANÎ
Ergün, Z. (2017). Nerît û Helbest. İstanbul: Nûbihar.
Ergün, Z. (2018). Newroz û Cureyê Newrozanemeyê di Edebiyata Kurdî ya Nû de. Dil Bilimleri (Klasik Sorunlar-Güncel Tartışmalar). (330-345). Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları.
Pîremêrd (2001). Dinyam Çon Dî. U. Aşna (Kokirdnewe û Lêkollînewey), Pîremêrd û Pêdaçûnewey Nwêy Jiyan û Berhemekanî (Çapî Yekem, b. 1, r. 10-47). Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras.
Pîremêrd (2001). Pîremêrd û Pêdaçûnewey Nwêy Jiyan û Berhemekanî (Bergî Yekem) U. Aşna, (Kokirdnewe û Lêkollînewey). Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras.
Pîremêrd (2007). Dîwanî Pîremêrdî Nemir. M. R. Hawar (Kokirdnewe û Perawêznûsîn). Zincîre Billawkirawekanî Çapxaney Şivan.
Tewfiq, S. (1998) Meqsûdî Kirdewebûnewey Cem’îyet. Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi. M. Emîn Bozarslan (Amd.). Uppsala: Weşanxana Deng.
Xeznedar, M. (2010). Mêjûy Edebî Kurdî Bergî Pêncem. Hewlêr: Çapxaney Aras.
Zarî Kirmancî (1926). Basî Kurdistan. Zarî Kirmancî. 1. 8.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览652
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
相关文件: 1
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 03-06-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 13-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on15-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):13-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览652
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,044
图片 106,467
书籍 19,319
相关文件 97,301
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!