图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,461
书籍 19,313
相关文件 97,294
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Resepsiyona Newrozê Li Parlamentoya Brîtanyayê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Newrozê Li Parlamentoya Brîtanyayê

Newrozê Li Parlamentoya Brîtanyayê
#Newroz# li #London#ê îsal bi coş û ahengeke mezin hate pîrozkirin. Piştî du salên ku ji ber tevdîrên nexweşiya koronayê tu çalakiyên civakî nehatibûn kirin, hikûmeta Îngilîstanê di sala 2022an de hemû tevdîr û qedexe rakirin. Herwisa tu asteng li ber kombûn û çalakiyên civakî neman. Center for Kurdish Progress jî bi boneya Newrozê li Parlamentoya Brîtanyayê resepsiyonek organize kir. Mazûvanên şevê yekemîn Parlamentera Jina Kurd û Elewî Feryal Clark û Parlamentera Partiya Conservative (Muhafezekar) Alicia Kearns bûn.
Danezena resepsiyonê ji ser aplîkasyoneke çalakiyan hate kirin. Serlêdan û beşdarî bêpere bû lê tenê qeydbûn mecbûrî bû. Di bangewaziyê de hat gotin ku divê kincên kokteylan, taxim an jî cilê Kurdî bên lixwekirin. Serlêdan gelek zêde bû. Di dema têketina hûndir de li ber deriyê eywana Attlee Suite ya Parlamentoya Îngilîstanê doreke dirêj çêbû. Gava kapasiteya hûndir tije bû jî derî hate girtin û hejmareke zêde mêvanên di dorê de li derve man.
Ji her partiyên Brîtanyayê parlamenter an jî nûner beşdarî resepsiyona Newrozê bûn.
Feryal Clark- Parlamenter: Ev 14-15 sal in her sal, heyama kovîdê ne tê da, li parlamentoya Brîtanyayê bi boneya Newrozê resepsiyon û pîrozbahî çêdibe. Wekî tê zanîn li her deverên Îngilîstanê û nexasim li Londonê gelek Kurd hene. Civaka Kurdan li vir civakeke qerebalix e. Ji loma her sal em resepsiyonê li dar dixin. Piştî pandemiyê ev yekem pîrozbahî ye. Loma bi beşdariyeke mezin şahiyeke mezin çêbû. Ji gelek partiyan gelek parlamenter beşdar bûn. Ji partiya Labour, ji partiya Censervative, ji partiya SNP ya Îskoçyayê, ji partiya Demokratên Lîberal, ji partiya Keskan parlamenter hatin. Gelek endamên meclîsê û ji gelek civakan nûner hatin resepsiyonê. Ji civakên Kurdan yên li Brîtanyayê û ji çar perçeyên Kurdistanê nûner hatin. Resepsiyoneke pir qerebalix û bi çoş pêk hat.
Feryal Clark di axaftina xwe de got ew gotina ku “ji bilî çiyayan dostê Kurdan nîne” êdî ne rast e.
Heke hûn li hejmara hevalên Kurdan yên hatine vê resepsiyonê binêrin, heke hûn guhdariya axaftinên wan yên li parlamentoyê binêrin, hûnê bibînin ku di nava her partiyan de dost û piştgirên Kurdan hene. Her yek ji wan pirsgirêk û problemên Kurdên li herêmên xwe tînin rojevê. Ji loma jî divê em van dostên xwe jibîr nekin. Bi min divê em wê biwêjê hêdî hêdî biguherînin. Bi rastî jî dostên Kurdan hene. Li parlamentoya Îngilîstanê bi rastî dostên Kurdan hene. Ez wek Kurdekê tenê nîn im. Hejmareke zêde dostên me hene.
Wezîrê Perwerdehiyê Nadim Zahawî jî di resepsîyonê de axaftinek kir. Zahawî li ser girîngiya Newrozê sekinî û bangewazî li Kurdan kir ku bila bikevin siyasetê. Wezîr Zahawî got fikra we ya siyasî çi dibe bila bibe têkevin siyasetê.
Bi saya resepsiyona Newrozê ji her parçeyên Kurdistanê nûnerên Kurdan û siyasetmedarên Kurd di şevê de hazir bûn. Parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemîrê ku ev demeke li Îngilîstanê bi cî bûye yek ji wan bû. Osman Baydemîr hevpeyvînek kurt da The Hall Kurdîyê. Baydemîr got; “Ez hêvî dikim ku ev Newroza han bibe bingeha avakirina tifaqa netewî ji bo miletê Kurd.”
Bi rastî 40 milyon Kurd li her deverê cihanê dijîn û Kurd êdî li her çar aliyê cîhanê bi rêxistin in. Xwedî xwedan in, xwedî fikr in û li fikr û ramanên xwe xweyî derdikevin. Îro li parlamentoya Brîtanya ez gelek kêfxweş im ku ez parçeyekî pîrozbahiya Newrozê me. Ez jî weke mêvanekî li vê axê me. Herwiha ez dikarim bêjim ku yek ji taybetiyên vê şevê jî ev e ku ji her siyasetê Kurd û ji her çar perçeyên Kurdistanê hemû hizb îro lêre amade ne. Û dikarin bi sedemekê bêtin cem hevdu. Ew tê wê maneyê ku sedem hene ku Kurd bibin yek. Fersend hene ku Kurd bibin yek û tifaqa xwe pêk bînin. Ez hêvî dikim ku ev Newroza han bibe bingeha avakirina tifaqa netewî ji bo miletê Kurd û Kurdistanî. Û bi taybetî tu mişkulat di nava miletê Kurd û Kurdistanî de nine. Mişkulat di nava hizban de ye. Ez hêvî dikim ku Newroz bibe wesile ku ev mişkulat û kêşeyên di nava hizban de hebe bêtin çareserkirin ku hizb jî karibin di hestên netewî de û di berjewendiyên neteweyên Kurd de bikaribin bigihîjin hevdu, pêşerojeke azad ji bo miletê xwe ava bikin. Herwiha di nava hizbên Kurd û Kurdistanî de tifaq pêk neyê mixabin dijminê Kurdan dê vê nakokiyê li dijî Kurdan bikarbînin. Ji ber vê jî tifaq tê mena azadiyê, tifaq tê mena wekheviyê û tifaqa Kurdan tê meneya aştî li rojhilata navîn. Tifaqa navbera Kurdan çawa ji Kurdan re azadî bîne herwisa wê ji miletê Ereb û Tirk û Farisan re jî aştî bîne, wê sulhê bîne û demokrasiyê bîne. Ji bona vê yekê bila tu kes ji tifaqa Kurdan netirse. Banga min ew e ku bila her kes piştgirî bide tifaqa Kurdan; da ku mişkulat çare bibe, wê xwezayî ava bibe, wê sulh ava bibe, wê dewlemendî ava bibe. Ji bona wê yekê tifaqa Kurdan berjewendiya hemû miletan e.
Yek ji amadekarên şevê Navenda Demokratîk a Kurdan li Brîtanyayê bû. Hevseroka vê navendê Elif Sarican jî di resepsiyonê de axivî. Saricanê got; “Pîrozkirina cejna Newrozê li parlamentoya Brîtanya ji bo me pir girîng e.”
Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejn e, ji bo me wek sembola berxwedan û sembola şoreşa me ye. Ew semboleke nasnameya me ye jî. Û ji loma pîrozkirina cejna Newrozê li parlamentoya Brîtanya ji bo me pir girîng e. Hevalên me yên parlamenter hatin, jin hatin, ji welatên din, milet hatin. Ev çalakî ji bo me tê wateya piştgiriya ji bo gelê Kurd, tê wateya bangewaziya azadî û aştiya Kurdan. Me îro dîsa mesaja xwe ji bo Kurdan, ji bo demokrasî, ji bo jinan, ji bo ekolojiyê û ji bo Kurdistanê dubare kir. Ji bo azadiya serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî me peyama xwe dubare kir. Me got azadiya Serok Ocalan ji bo aştî û azadiya Kurdan tişta herî giring e.
Şaredarê berê yê navçeya Harringay a Londonê Ali Gûl Ozbek jî hestên xwe ji bo kovara me wiha bi lêv kir.
Îro me dît ku Newroz çiqas rojeke girîng e, rojeke wisa ye ku Kurdan tîne cem hev. Gelê Kurd mecbûr e bibe yek. Em Kurd li kîjan deverên cîhanê bibin jî, partî, bawerî, nêrîna me ya siyasî çi bibe jî di bin sîwana Kurdbûn û Kurdistanîbûnê de divê em werin cem hev. Ji loma bangewaziya me ji hemû Kurdan re ev e: Hûn mecbûr in werin ba hev û bibin yek. Nêrînên siyasî û baweriyên xwe bidin aliyekî û di bin nasnameya Kurdistanê de werin ba hev. Ji bo vê armancê berxwe bidin, mirovan, rêberan û partiyan bînin ba hev.
Di resepsiyonê de xwarin û vexwarin jî hatin dayîn. Piştî axaftinan digel mûzîka Kurdî beşdaran govend jî gerandin. Resepsiyona Newrozê ya li parlamentoya Brîtanyayê ji her aliyan Kurd û dostên Kurdan li hev civandin. Kurdan resmeke yekgirtî derxist holê.
Bi hêviya ku Newroza Sultanî tifaqa Kurdan ava bike..[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览919
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
挂钩项目: 16
小组: 文章
Publication date: 17-04-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on15-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):15-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览919
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1125 KB 15-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,461
书籍 19,313
相关文件 97,294
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!