Ji Aliyê Mijarê ve Senifandina Metelokên Kurdî.
ilyas SUVAĞCİ.
Kovara Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler, 2019.
Li civakên ku ji ber sedemêm cuda berhemên xwe yên edebî û nivîskî dereng dane, hêmanên çanda devkî derdikevin li pêş. Weke cureyeke edebiyata gelêrî metelok, ji her aliyan ve taybetiyên civaka ku jê derketiye nîşan dide. Lewma, di metelokan de hemû hêmanên babetî yên jiyanê hene. Lew, ji aliye mijarê ve senifandina wan zehmet e. Li ser hemû cureyên edebiyata Kurdî ya gelêrî berhevkirin nayên kirin. Metelokên kurdî piranî di nav pirtukên ku cureyên din jî tê de ne tên çapkirin. Ji ber van sedeman lêkolîner di xebatên li ser metelokan de pêrgî arîşeyan tên, lewre di vê mijarê de kêm xebat hatine kirin. Bi vê xebatê em ê ji bo çareserkirina vê kêmasiyê ji aliye mijarê ve metelokên Kurdî tesnîf bikin. Em ê metelokên ku bi awayekî xweser û yên ku di nav cureyên din de hatine çapkirin, vekolin. Me tesnîfa Zofie Uçar’ê, ku wê jî ji lêkolînerên wek C. Davies û V. Raskin sûd girtiye, esas girt. Em ê di xebata xwe de bidin pey pirsen wek; ka gelo piranî li ser kîjan mijaran metelok hatine gotin, tîpên ku bi taybetiyên xwe derdikevin li pêş ne çi ne..hwd bisekinin. Ji bo alîkariya lêkolînerên ku dê li ser vê mijarê bixebitin di dûmayîka lêkolîna xwe de me cih da lîsteya pirtukên li ser metelokên Kurdî. Bêjeyên Sereke: Metelok, Metelokên Kurdî, Çanda Devkî, Mijar, Senifandin. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=439949&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Ji Aliyê Mijarê ve Senifandina Metelokên Kurdî=KTML_Link_External_End=