图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,968
图片 106,406
书籍 19,323
相关文件 97,287
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdî Couture: Cilê Kurdî Dike Xemla Keçên Biyanî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Keça Kurd Prosha Ahmad

Keça Kurd Prosha Ahmad
#Keça Kurd# Prosha Ahmad li Londonê kargehek vekiriye û ew xîzmeta çanda Kurdî dike. Hûnê bêjin baş e, lê çawa?
Prosha digel meta xwe ji #Kurdistan#ê qumaş û aksesûarên Kurdî tîne û li Londonê di kargeha xwe de didrû ye. Marqeya wê Kurdi Couture piştî pandemiyê eleqeyeke baş dibîne. Cilên ku bi destê wê têne neqişandin û xemilandin niha li ser keçên biyanî reklama çanda Kurdî dikin. Ew dibêje gelek keç ji bo rojên xwe yên taybet, wek mînak dawet, ji me daxwaza cilê Kurdî dikin. Me pê re hevpeyvînek kir Binêrin ka Proshaya delal çi bersiv dane pirsên me.
Kurdi Couture çi ye? Tu li vir çi karî dikî?
Kurdi Couture marqeyeke nû ya cilûbergên modayê ye. Em ji bo demên taybet cil û bergên xemilandî, neqişandî û bi morî pêşkêş dikin. Stîla me ji ya ku li sûkan peyda dibe cûda ye. Me ji cil û bergên kurdî yên kevneşopî îlhama xwe hildaye.
Te çawa û kengê dest bi vî karî kir? Fikir çawa derket holê?
Me di sala 2020î de hêj ku kovîd derneketibû ev kar ava kir. Fikir ji nişkeva hat, dema ez ji bo betlaneyê çûbûm Slêmanî, Kurdistanê. Ya rast, her dem niyeta min hebû dest bi karekî Kurdî bikim, bi gera xwe ya Kurdistanê min bawerî bixwe anî ku dest bi vî karî bikim. Ji bo vê yekê min bi çend endamên malbata xwe re li ser vê mijarê nîqaş kir û wan jî pir piştgirî dan min.
Hûn çawa materyalan peyda dikin û dibijêrin?
Hemû malzemeyên me ji Kurdistanê ne. Ew ji hêla hevkara min Asya ve têne bijartin û anîn. Ji ber vê yekê em malzemeyên xwe ji bazarên Slêmanî an Hewlêrê distînin. Em bi rastî dezgeh bi dezgeh digerin da ku bibînin ka çi xweş û nû ye. Û bêguman divê em piştrast bikin ku ew bi qalîteya baş e. Em gelek hevrîşim û qedîfe distînin. Çi tiştên baş li ber çavên me bikevin em dikirin.
Yanî Kurdi Couture bi eslê xwe Kurdistanî ye?
Kurdi Couture marqeyeke kurdî ye ku navenda wê li Londonê ye. Ji ber vê yekê cil û bergên me di destpêkê de li Kurdistanê dihatin çêkirin lê niha makîneyeke min a dirûnê li vir heye loma koleksiyona nû li vir tê çêkirin. Lê dîsa jî em malzemeyan ji Kurdistanê werdigirin, ji ber ku tiştên herî baş li cilên me tên li wir hene.
Li ser daxwazek taybet çêkirina cilekê çiqas dem digire? Û hûn dikarin pêvajoya çêkirina wê berfireh bikin?
Ji bo daxwaziyeke taybet em dibên 4-5 hefte. Lewra em dixwazin hîn bibin ka xerîdar li çi digere tiştekî çawa dixwaze, kîjan aksesuar lê tên, heke xwestibe. Piştre em materyalan peyda dikin û tînin vir, li vir çêdikin. Piştî ev hemû pêvajo temam bûn em li Londonê cilê teslîm dikin. Pêvajoyeke dirêj e.
Hûn tenê kincên jinan çêdikin, newisa? Hûn ê kengê dest bi çêkirina cilê mêran bikin?
Heta niha em tenê cilên kevneşopî yên jinan çêdikin. Me li ser daxwaza taybet cilê zarokan jî çêkirine. Lê yê mêran em niha çênakin. Di rojên bê de em ê dest bi çêkirina wan jî bikin.
Mişteriyên we kî ne? Qey tenê Kurd in?
Na, ji çar aliyên cîhanê mişteriyên me hene. Ji bo me pir balkêş bû, ji ber ku me hêvî dikir piraniya mişteriyên me kurd bin.
Bi rastî pir xweş e û belkî cihê kenê ye ku ez bi hin xerîdarên xwe re bûm heval. Di destpêkê de ji bo her yekê wan şokek e, dema ew dibînin ku xwediya vî karî çiqas ciwan e. Ew bi rastî hêvî nakin ku yeka mîna min ciwan bibînin. Dûv re em hinekî hevdu nas dikin û paşê li ser cilan nîqaş dikin. Dema ku ew ne kurd in, ez her gav meraq dikim ku bizanibim çima wan biryar daye ku cilê kurdî li xwe bikin. Wek mînak ji ber çi te biryar da ku tu cil û bergên kurdî li xwe bikî? Yek ji mişteriyên min ji Erebîstana Siudî bû. Min pirsî te çima cilê kurdî kirî? Wê got ez bi Kurdekî re zewicî me û dixwazim di newrozê de jê re sûprîzê bikim. Min dîsa pirsî hûn çawa zewicîn? Wê got ez û malbata xwe rojekê çûn Tirkiyê. Me ji xwe re xaniyek kirê kir. Lê pirsgirêkek di xanî de derket. Li ser vê me jî gazî xweyê male kir. Gava mêrik hat me şîv danîbû. Mesele safî bû lê me got tu jî were bi me re şîvê bixwe. Piştre têkiliya min pê re dewam kir û piştî çend salan em zewicîn.
Mişteriyên we gava cilê we dibînin an jî dikirin çi dibêjin, çawa behs dikin?
Mişteriyên me birastî gelekî ji cil û berg û çanda me Kurdan hez dikin. Û her carî jî behs dikin ji me re û pesnê çanda me didin. Ev ji bo me pir xweş e. Jixwe em delaliya çanda xwe dizanin û sedema destpêkirina vî karî jî ev e.
Niha karê we çiqas mezin e? Ma ew mîna plana we dimeşe an ew ji ya ku we xeyal dikir jî çêtir e?
Marqeya me di nav civata Kurdên Londonê de tê naskirin. Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de bigihîjin girseyeke mezintir. Gava di dema pandemiyê de me ev kar ava kir, destpêkek hêdî bû kar zêde tune bû lê îsal marqeya me bilez mezin bû û eleqeya jê re zêde heye. Elhemdulillah ew pir baş diçe, potansiyela wê pir zêde ye.
Wek Kurdi Couture we çi mîsyon daye ber xwe?
Weke keseke Xwedî lîsansa kargeriyê, min her tim niyet hebû ku rojekê dest bi karê xwe bikim. Lê ji bo ku ev kar serkeftî be, lazim bû min tiştek wisa bidîta ku ez jê hez dikim.
Firotin û danasîna çanda Kurdî ji pereyên ku em jê qezenc dikin zêdetir bi min weke serkeftinekê ye. Cilên me yên kevneşopî gelek bedew in û xwedî dîrokeke mezin in. cilê Kurdî heq dike ku di qada navneteweyî de were naskirin û qedrê wê bê zanîn.
Wek pirsa dawî ez dixwazim hestên we hîn bibim. Dema tu dibînî ku kesên ji neteweyên din cil û bergên kurdî yên ku te ew çêkirine li xwe kirine, tu çawa hîs dikî?
Ev yek min, wek kurdekî, pir serbilind dike. Ev tenê destpêk e. Ew ê di pêşerojê de gelek mirovên mezin cil û bergên me li xwe bikin.
Gelek spas Prosha delal. Tiştek din heye ku tu dixwazî lê zêde bikî?
Ez spas dikim ji bo dem û hewldanên we. Spas ji bo eleqeya we ya li ser Kurdi Coutureê û spas ji bo ku we di kovara xwe de cî da me. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de dîsa bi we re bixebitin.
Mişteriyeke Kurdi Coutureê hestên xwe wiha tîne ziman.
Zara-Kurdekê li Avustralyayê
Ji Kurdi Coutureê gelek hez dikim. Kêfa min tê ji wir tiştna bikirim. Gerdan û guharên kevneşopî pir xweş bûn. Zehmet e ku meriv aksesûarên kurdî li înternetê bibîne, nemaze yên ku bikarin ji bo Avusturalya bişînin. Ez gelek bi aksesûarên Kurdi Coutureê kêfxweş im. Lewra ez dikarim wana li xwe bikim da ku çanda xwe ya kurdî diyar bikim û hîs bikim ku parçeyek ji Kurdistanê li cem min heye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览858
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | thehallkurdi.com
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 01-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: United Kingdom
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 29-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on29-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):29-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览858
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1187 KB 29-10-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,968
图片 106,406
书籍 19,323
相关文件 97,287
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!