图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Erebê Şemo: Dahênerê romana kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Erebê Şemo: Dahênerê romana kurdî

Erebê Şemo: Dahênerê romana kurdî
Erebê Şemo: Dahênerê romana kurdî.
Ugur Dursun Adsız.
Îro salvegera 43’yan ya wefata nivîskarê romana ewil ya kurdî Erebê Şemo ye. Erebê Şemo ji malbateke şêxên êzîdiyan bû. Şemo di 23’ê çiriya pêşîn a 1897’an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de, di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Berî 43 salan, di roja 21’ê gulana 1978’an de, Erebê Şemo koça dawî kir. NivîskarTêmûrê Xelîl ji bo Erebê Şemo di nivîseke xwe de wisa dibêje: “Erebê Şemo bi salan di hepsên Sîbîrîyayê de maye, xwe bi xwe ra çîrokên kurdî gotine ku zimanê dayika xwe ji bîr neke. Erebê Şemo 7 zimanan bê kêmasî zanibû: kurdî, ermenî, tirkîya osmanî, rûsî, gurcî, almanî û azirî. Erebê Şemo û V.Î.Lênîn hev dîtibûn û li ser rewşa kurda bi hev ra peyivîbûn. Elfabaya kurdî-latînî ya pêşin Erebê Şemo û Îsahak Morogûlovê (Asûrî) di sala 1928’an de amade kirine. Wana sala 1929’an bi wê elfabayê pirtûka kurdî ya bi latînî ya pêşin li cihanê çap kirin bi sernavê ”Xo-Xo Hînbûna Xwendina Nivîsara Kurmancî”
$Elfabeya Îsahak Morgûlov û Erebê Şemo$
Sala 1927’an hikûmeta Ermenistanê (Komîsaryata ronkaye û perwerdê) ji bo hazirkirna elfebayê kurdî ya nû qirar qebûl kir. Elfabeya nû gotî li ser tîpên latînî bihata demezirandin. Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov dest bi amadekirina elfabeya kurdî ya bi tîpên latînî kirin û di sala 1928’an de karê xwe bi dawî anîn. Pirtûka “Xo-Xo Hînbûna Xwendina Nivîsara Kurmancî” bi wê elfabeyê hat çap kirin. Ji sala 1930’î, ji 1ê nîsanê jî bi wê alfabeyê rojnameya Riya Teze dest bi weşana xwe kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Riya Teze bû.
$Çend Berhemên Erebê Şemo$
Şivanê Kurmanca, romana Kurdî ya ewil e. Romana Kurdî bi vê berhemê dest pê kiriye. Şivanê Kurmanca, di sala 1931’an de ji aliyê Erebê Şemo ve bi Rûsî tê nivîsandin û heman salê tê weşandin. Ev berhem bi navê Rûsî Kurdiskî Pastûx (Şivanê Kurd) li Lenîngradê, ji aliyê Weşanên Moloday Grandya ve tê çap kirin. Pirtûk 64 rûpel in. Di sala 1935’an de Erebê Şemo vê pirtûkê ji nûve û bi kurdî dinivîse. Pirtûk di heman salê de li Êrîvanê, ji aliyê weşanxaneya hikûmetê ve bi tîpên kirîlî tê weşandin. Roman ji 155 rûpelan pêk tê Şivanê Kurmanca em dikarin bibêjin wek serpêhatiya Erebê Şemo ye. Ew pirtûk rêyek nû vedike ji bona edebiyata kurdî.
Jiyana Bextewar, romana Erebê Şemo ya duyemîn e. Di sala 1959’an de hatiye weşandin. Şemo, di romanê de bi hûrgilî çanda kurdên Kafkasyayê nîşan dide. Di romanê de gelek erf û edet, şîn, şayî bi hûrgilî hatine nivîsandin.
Dimdim, romana Erebê Şemo ya sêyemîn e. Di sala 1969’an de hatiye weşandin. Di romanê de Şemo, bi temamî ji vegotina binezm destbernedaye. Wî, di rûpelên romanê de cî daye gelek helbest û stranên der barê mijarê de. Bi vî awayî wî him berdewamiya vegotinê pêk aniye him jî xwendevan ji tama vegotina binezm haydar kiriye. Balkêş e ku di vê romanê de Erebê Şemo gelek kilam û helbest jî bi kar aniye.
Hopo, romana wî ya dawî ye. Di sala 1969’an de hatiye weşandin. Şemo, di romana Hopo de cî daye gelek adetên kurdan. Xwestiye ku jiyana wan a civakî bide nas kirin. Wî di vê romanê de jiyana civakî bi kitekit girtiye dest. Ji rabûn û rûniştinê bigire heta şîn û şahiyan qala her tiştî kiriye.
$Jiyana Erêbê Şemo$
Erebê Şemo di biçûkatiya xwe de, di dibistanê Rûsan de wek xedeme dixebite. Li wê dibistanê bi alîkariya mamosteya dibistanê hînî nivisandine dibe. Mamosteya dibistane dibîne ku Şemo gelek jêhatî ye, wî digirê dibistanê û ew dibe xwendewanê dibistanê.
Erebê Şemo jiyanek çetin derbas dike û gelek caran li malen dewlemendên rûsan, ermenan û gelên din dixebite û mecbûr dimîne zimanê wana hîn bibe. Gora Eskerê Boyîk Erebê Şemo 8 zimanan gelek baş dizanîbû: kurdî, rûsî, ermenîkî, tirkî, yewnanî, azerîkî, almanî û gurcîkî.
Leşkerên rûs dema gundên kurdan digerin rastî Erebê Şemo tên û dibinîn ku Erebê Şemo kurdî, tirkî, rûsî û ermenîkî baş dizane, wî wek werger digirin arteşa rûsan. Wê demê kesên wisa pir kêm bûn. Erebê Şemo ji sala 1914’an heya 1916’an di arteşa rûsan de xebata wergêriyê di navbera rûs û gelên din de dike.
Piştî xebata artêşê ew diçe navçeya Sariqamişê û wê derê di çêkirina riya hesinî de du salan dixebite. Di nava xebatkaran de rastî gelek hevrêyên bolşevîkan tê û fikrên bolşevîkan di dile wî de rêyeke nû vedike û ew beşdarî karên wan yen siyasî û rêxistinî dibe.
Tê dîtin ku Erebê Şemo di sala 1918’an de bû endamek Partiya Bolşevîkan. Di kartê de Erebê Şemo niştîmaniya xwe wekî kurd nivîsandiye.
Erebê Şemo di nava partiyê de gelek çalak dixebite û car caran di şeran de bîrîndar jî dibe. Wek mînak li derdorê Stavropolê ligel Gvardiya Sor beşdarî şerê bajariyê dibe. Du caran birîndar dikeve. Di sala 1918’an de li navçeya Dîgorê di nav kurdên êzidî de ji bo bolşevîkan xebatan dike. Di heman salê de dibe endamê Partiya Komînist a Rûsyayê. Ew çend salan li Bakû, Moskova û Tiblîsê ji bo komînîstan berxwe dide.
$Sirgûniya Erebê Şemo$
Dr. Eskerê Boyîk di pirtûka xwe ya bi navê “Çend dîdem ji edebiyeta kurdên Ermenistanê” de behsa sirgûnkirina Erebê Şemo dike û dibêje.
Sala 1937’an de Erebê Şemo li Pêtrogiradê (Lênîngirade) girtin û sirgûnî Sîbîryayê kirin. Piştî 20 salên zehmet e dûr û dirêj, (pey mirina Stalîn ) sala 1956’an, wî wa gotî “efû” dikin, dibêjin ku tu sûcê wî tune bûye, neheqî lê hatiye kirin. Ji wir vedigere Ermenistanê, Yêrêvanê. Dîsa dest bi jîyana wî ya siyasî, civakî û efrindariyê dibe. Çi ku salê sirgûniyê winda kiribû, şev û roj dixebitî ku wê valahiyê tije bike. Mala wî nava bajarê Yêrêvanê, ciyê herî rind, li kuça ser navê ronakbîrê ermenan Xaçatûr Abovyan bû. Heta niha jî li ser dîwarê wî tamî, ji bo hurmet û bîranîna nivîskarê mezin kevirekî mermerî guloverî bedew lê xistine û li ser bi zimanê rûsî nivîsare: “Vê malê da ji sala 1963’an heta 28 1978’an nivîskarê kurd û xebatçîyê civakî Erebê Şemo, Şamîlov jîyaye.
$Mirina Erebê Şemo$
Di hejmara 9’ê ya rojnameya “Roja Welat” de derheqa mirina Erebê Şemo de bi navê “Nivîskarê Mezin Erebê Şemo Çû Ser Heqiya xwe” nivîsek tê weşandin. Li wir behsa jiyana Erebê Şemo tê kirin û piştî mirina Erebê Şemo cih didin çend gotinên sersaxiya Erebê Şemo hatine gotin. Piştî mirina wî endamê Nivîskarên Yekitiya Ermenîstanê G.B Garibcanyan wisa dibêje: “Ereb Şamilov dengbêjê dostiyan cimata ermenî û kurdan bû ruhê wî ji kûraya xweliyê Ermenistanê hatibûn.”
$Berhemên Erebê Şemo$
Şivanê Kurmanca, Dimdim, Jiyana Bextewar, Hopo, Berbang, Koçekê Derewîn, Hikayetên Gelê Kurd, Kurdên Elegezê, Pirsa Derheqa Feodalizmê Nava Kurda da, Terîqa Rêvolûsiya Oktyabrê, Çirûskên Şoreşa Oktobirê, Kolxoz û Kara Wê Ji Gundiyan re, Şerê Tarîlka, Kurdên Ermenistanê, Emrê Lenîn.
Helbesta ku ji hêla Erebê Şemo ve hatiye nivîsadin, bi sernavê “Strana Kurdan ji bo Destûra Soviyeta Nû” di hejmara yekem a kovara “Destkeftiyên Me” de li Yekîtiya Soviyetê de tê weşandin. Yek ji damezrînerê wê kovarê Maksîm Gorkî ye. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,200
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | rojnameyawelat3.com
相关文件: 1
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 21-05-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
书: 小说
城市: Yerevan
文件类型: 原文
普罗旺斯: 亚美尼亚
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 06-11-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on07-11-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):06-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,200
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!