图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 520,492
图片 105,296
书籍 19,572
相关文件 98,252
Video 1,414
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nirxandinek Di rêgez û Erkên Di Çîroka bi navê '' Serê Mişk'' De
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nirxandinek Di rêgez û Erkên Di Çîroka bi navê '' Serê Mişk'' De

Nirxandinek Di rêgez û Erkên Di Çîroka bi navê '' Serê Mişk'' De
$A-RÊGEZÊN Dİ ÇÎROKÊ DE:$
-Hizir: Di vê çîroka civakî û gelêrî de xwedî hizreke wisa ye ku dema ku jin bi mebesta karekî ji mala xwe dikeve û dereng vedigre, mêr, gundî û derdor dikevin nava şik û gomanan. Her wiha ev çîrok derûniyeke wisa di ramanên xwendevanan de çêdike ku ji tu carî nabe ji mala xwe dûr bikeve. Her wiha di çîrokê de ev yek xûya dibe ku dema ku tiyê jinê vedigere malê û dibîne jina biyarê xwe tune ye, ew jî tavilê dikeve şik û gomanan û li pey wê digere, ji zêdetir ji bo ku ew şik û gomanê li ser xwe jê bavêje, dibêje
''Cîran ez ê biçim çolê, jina birayê min çûye çêlekê bîne, dereng bûye û hîna nehatiye, birayê min ne li mal e ku hat bêje çû Gewrê bîne.''
Di vir de pirseke wisa derdikeve pêş, gava ku tiyê Gewrê çû gewrê bîne. Mêrê Gewrê jî li pey wan diçe. Pirs ev e; Gelo Mêrê Gewrê çi dît heta ku biyarê wî got; ji min şaş fêm neke. Û di encamê de li hev xistin.
-Kesayet: Çîrok li ser zimanê kesê sêyem tê vegotin û yên din Gewrê, Mêrê Gewrê û tiyê Gewrê ye.
-Bûyer: Bûyera çîrokê di navbera van hes sê kesên me gotî de diborin. Bûyera yekem dema ku Gewrê dixwaze şîr bîne û denreng dimîne, piştre tiyê wê li pey wê dikeve û piştî wê jî mêrê Gewrê li pey wan dikeve. Di encamê de her du bira li hev dixin û hev dikujin û di dawiyê de dema ku Gewrê dibîne çawa mişk serê her du miriyên xwe bi hev diguhere û wan sax dike. Gewrê jî di hwildana vê yekê de serê mêrê xwe û tiyê xwe bi hev diguhere.
-Ravekirin, hûnandin: Çîrok bû çûna Gewrê dest pê dike û bûyer bi awayekî xweşik li peyv hev bi peyv, qalib û devoka herêmê rêz dibe ta dawiyê. Tişta balkêş di çîrokê de ku bi fantaziyeke wiha dawî dibe. Gewê ser tiyê xwe û mêrê bi hev diguhere dema ku sax dibin. Mêr û tiyê Gewrê bi hev du re şer dikin ku ew dibêje; ''Ev jina min e û ya din dibêje ev jina min e.''
-Cih û dem: Jixwe divê ku em ji bîr nekin çîrokên gelêrî bixwe malên gel in û xwediyê wan gel e. Her wiha çîrokên kurdan pir berlav e, lewma jî zêde nayê diyakirin bê ku ev çîrok li ku derê, di kîjan demê, kengî û çawa hatiye gotine. Ji ber ku çîrokên devokî ji devan neqil bûye û di gelek hermên û gundê kurdan re derbas bûye, û lêzêdekirin û kêmkirin li gorî gelek herêmên cuda cuda di çîrokê de çêbibin.
Erê raste, çîrok ji cihekî û demekê tê qeytkirin û wergirtin, lê cih û dema bûyera çîrokê nayê zanîn.
-Girêk: Di çîrokê de kêşe an girêk di navbera şerê du birayan de dest pê dike, ji wir û şûn ve êdî çîrok li pêşiya xwendevan gurtir û meraqtir dibe. Jê zêdetir em dibînin tevî ku çîrok bi dawî bûye, lê girêka çîrokê hîn bi dawî nebûye. Çiku rastî xwendevan di vir de hinekî di warê teknîkî û hizrî de mat dibe. Dema ku Gewrê serê mêrê xwe û tiyê xwe bi hev diguhere. Li gor her du birayan jin dibe ya kê?
$B-ERKÊN Dİ ÇÎROKÊ DE:$
-Erka çandewarî: Çîrok bi qalib, prensîb, eşîrtî û atmosfêra gundewariyê ku dest pê dike; ''Va hebû nebû malbatek hebû.''
-Erka derûnî: Di eslê xwe de çîrok ji xwîneran re derseke ku muhra xwe di binhişêv mirovan de çêdike. Di warên urf, adet û tevna ku di çîrokê de boriya em rastî vê yekê tên.
-Erka bêhnxweşî: Em di vê çîrokê ber bi cîhaneke ve dêtir de diçin û bi her kesayetên xwe yên sereke re dibin heval û made û parçeyên vê çîrokê bi hûrguliyan nas dikin.
-Erka perwerdeyî: bi taybet çîrokên gelê û eva hatî xwendin ji zarokan dibe sûdmediyek ku divê du bira bi hev re şer nekin, divê ku jin rihet û serbest di nava mala xwe tevbigere, divê ku şik û goman tune be û hwd.. Lê kêmaniyek pedagojîk heye dema ku her du bira xwe dikujin ev yek metirsiyekê li gel zarokan çêdike û gelek caran di hin çîrokên gelêrî de dihêle ku zarok şerker derkevin.
Her wiha serê Mişk nîşane û semboleke wiha ye ku dibe riyeke ku pey serê her du birayan were guhertin û jixwe raz bingehîn a çîrokê di vir de ye.
-Erka zimanî: Di gelek çîrokên gelêrî de li gorî ji gundekî heta gundekî diguhere, qalib û peyvên wê yên zimanî ji hermêbûn û gundîtiya wê derê tê. Bo nimûne ev çîrok ji ber ku li devera kobaniyê hatiye wergirtin em dibînin ku çêj û pevên wekî; çito, seba, va, go û hwd'' din biborin.
$A-NIMÛNEYA ÇÎROKÊ:$
Serê Mişk
Va hebû nebû malbatek hebû, jineke bi navê Gewrê tevî mêrê xwe û tiyê xwe di malekê de dijîn, rojekê Gewrê dare ku çêleka xwe ji çolê bîne, dare lê dereng dibe û venagere, mêrê wê jî hîna nehatiye malê loma tiyê wê radibe û li pê wê dikeve, ji cîranan re dibêje:
- Cîran ez ê biçim çolê, jina birayê min çûye çêlekê bîne, dereng bûye û hîna nehatiye, birayê min ne li mal e ku hat bêje çû Gewrê bîne.
Mêrê Gewrê tê malê dibîne ku ne birayê wî ne jî jina wî heye, ji cîranan dipirse, cîran jê re dibêjin:
- birayê te çûye jina te ji çolê bîne, got dereng bûye û ew nehatiye.
Mêrê Gewrê vedigere malê li benda bira û jina xwe dimîne, lê ew nayên dilê wî rihet nabe radibe li pê wan dikeve, dare çolê. Dema ku tiyê Gewrê birayê xwe dibîne aciz dibe û dibêje:
- Bira çito tu baweriya xwe bi min nakî, tu li pê me ketiye, ez çito birayê te me, jinbira merên weke xwîşka merên e, tu çito hatiye pê me ?
Her du bira şer dikin, xwe aciz dikin, tiyê jinê radibe xencera xwe ji ber xwe derdixe û xwe pê dikuje, birayê wî jî azic dibe û poşmam dibe ew jî radibe û li pê birayê xwe, xwe dikuje. Jina reben bi tena xwe li wê çolê dimîne, aciz dibe digirî dike hawar lê vala ye, demek derbas dibe û hîna ew di ser wan herduyan de digiriye, dibîne ku du mişk li hev dixin û hev dikujin, piştire jî mişkek tê û serê wan her du mişkan qut dike û bi darekî careke din dîsa serê wan her duyan bi hev ve dike, ew her du mişk jî sax dibin û rih bi wan ve tê, Gewrê bi vê yekê vediciniqe û ew jî radibe serê her du birayan dibire lê pir ditirse, nizane çito bike hema bi lez serê wan dide ber hev û bi hev ve dike, lê ji ber ku êdî dunya jî tarî dibe gewrê xwe şaş dike û serê mêrê xwe bi laşê tiyê xwe de dike û serê tiyê xwe jî bi laşê mêrê xwe de dike, ruh bi her duyan dikeve û ew hişiyar dibin, lê vê carê mêrê bi laşê tî dibêje:
- jin jina min e..
Û tiyê bi laşê mêr dibêje:
- Na jin jina min e...
Navê çîrokê: Serê Mişk
Zarbêj: Fatma Hemo
Perwerde: Nexwendiye
Temen: 82 salî
Herêm: Kobaniyê, Gundê Mişko
Berhevkar: Zîlan Hemo[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,283
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Amadekariya Kurdîpêdiya - Aras Hiso
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 15-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 故事
书: 调查
书: 文学
城市: Kubanê
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
Exclusive to Kurdipedia!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-11-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,283
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 520,492
图片 105,296
书籍 19,572
相关文件 98,252
Video 1,414
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!