Xwepêşandan û çalakiyên li #Rojhilatê Kurdistan# û #Îran#ê bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Mirin ji bo dîktator’ berdewam in. Hate ragihandin ku rejîma Îranê di xwepêşandanên duh de 15 kes qetil kirin.
Ev du mehin xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in. Li aliyê din hêzên deshilatdariya Îranê ji bo bikaranîna hêza tund û tundûtijiyê du dilî nekirin. Li gorî bilnaço û agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê belavkirî di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 342 kes hatine qetilkirin, ji van kesan 43 kes temenê wan dibin 18 salî de ne ku 9 jê keçin û 3 jî zarokên Efganî ne.
Duh jî li gelek bajarên Kurdan û bajarên Îranê berdewam bûn û rojek bi xwîn derbas bû ku qala qetilkirina 15 kesan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê kirin.
Li bajarên Sine, Bokan, Seqîz, Kamyaran, Bane, Qurwe, Mihabad, Dîwandere, Kirmanşan, Îlam, Abdanan, Urmiye û gelek navçeyên din xwepêşandan û çalakî berdewam bûn.
Li gorî Çalakvanên Mafên Mirovan û çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, di xwepêşandanên şeva borî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha li ser asta Îranê jî li bajarên Tehran, Meşhed, Esfehan, Şîraz, Tewrêz, Kirman, Buşehr, Bender Ebas û gelek cihên din xwepêşandan berdewam bûn.
Li bajarê Xoristan yê Îranê li gorî medyaya fermî ya hikûmetê ji aliyê du kesên li ser motorê ve gule li xwepêşanderan hatiye barandin û encamê de 7 xwepêşander hatin qetilkirin. Lê heta niha ti aliyên serbixwe vê buyerê piştrast nekirine.
Li bajarê Semîromî ya Esfehanê wek medyaya fermî ya hikûmetê ragihandî herî kêm 3 xwepêşander hatine qetilkirin, li Esfehanê jî qala kuştina 2 endamên hêzên Besic û birîndarbûna 6 kesên din tê kirin.[1]